4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîplomasiya şer

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Diyare gelek kes bi hêviyên mezin li benda vê hevdîtinê ne. Divê bê zanîn ku êdî dagirker nikarin li ser qedera kurdan gotinê bibêjin. Gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de darbek giran li deshilata faşîst a AKP/MHP’ê da.

Tê payin ku şefê rejîma faşîst û qirker Edogan û şandeya pêre serdana Bexdayê bike. Demek dirêje wezîrên Erdogan ji bo vê hevdîtinê bi aliyên cûda re di nava peywendiyê de ne. Tê gotin di rojeva Erdogan de têkiliyên  bazirganî, peymanên petrol û meselaya avê heye. Lê yek ji mijarên girîng jî şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Bi taybet ev demek dirêje dewleta tirk a dagirker ji bo rêveberiya Iraqê jî bikşîne nava xeta dij-kurd di nava hewldanan de ye. Wisa diyare ku wê ev mijar yek ji rojevên herî girîng ên hevdîtina Erdogan ya li Bexdayê be.

Beriya em bahsa hevdîtina Erdogan bikin divê em rewşa li herêmê, bi taybet jî rewşa li başûrê Kurdistanê û PDK’ê baş fêm bikin. Ger îro dewleta tirk wisa bi awayekî derqanûnî û terorîstî mudaxeleyî karê navxweyî yê Iraqê û başûrê Kurdistanê dike ev bi saya hevkariya PDK’ê ye. Di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî PDK û malbata Barzanî ji bo dewleta tirk a dagirker xwedî girîngiyek mezin e.

Dewleta tirk li gorî xwe dibêje; “Min beşekî mezin ê Bakurê Iraqê bi dest xistiye.” Bi gotinek din dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê berfireh kiriye. Bi saya vê dagirkeriyê hewl dide li seranserî herêmê bibe xwedî gotin û mudaxeleyî karê navxweyî yê Iraqê jî bike. Li gel vê dagirkeriyê bazirganiya deriyê Xabûr, peymanên petrolê û çeka avê jî weke qozekî mezin bi kar tîne. Jixwe yên dewleta tirk kêmekî jî nasdikin dizanin ku ew çendî ji exlaqê siyasî û civakî dûr e, dikare ji bo berjewendiyên xwe her cûre qirêjiyê bike. Bi taybet jî ji bo gelê kurd li herêmê nebe xwedî îrade û deskeftiyan bi dest nexe her tiştî dike.

Di bin navê şerê li dijî tevgera azadiyê de li herêmê ji xwe re hevkar çêkiriye. Bi destê van hevkarên mîna PDK’ê li başûre Kurdistanê destkefityên gelê kurd xistiye bin xetereyeke mezin. Di halê heyî de statûya herêma federe jî di nav de li ser hebûna başûrê Kurdistanê gefên mezin hene ku ev jî di encama lîstik û fêlbaziyên dewleta tirk de pêş dikevin.

Tê payîn ku di 10’ê hezîranê de hilbijartinên parlamentoya başûrê Kurdistanê bên lidarxistin. Ji ber ku ev du sal in hilbijartin li ser daxwaz û israra PDK’ê tên paşxistin êdî kes bawerî bi hikûmeta herêmê nayne û dibêjin ev hikûmet bi awayekî neyasayî li ser hikûm e. Hilbijartinên ku temînata rewabûn û nîşaneya îradeya gel in ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezin in. Rêveberiya PDK’ê ji ber ku dizane xelkê herêmê ji ber siyaseta wê ya hevkariyê û dij-kurd acize, ev acizî wê bandorek mezin li hilbijartinê bike hincetên pûç û vala xwe ji hilbijartinê kişand. Li gorî daxuyaniya Dadgeha Federal a Iraqê divê hilbijartin di dema xwe de pêk bên û êdî dema serlêdanên ji bo beşdariya hilbijartinan qediyaye. Ev jî dide aşkerakirin ku wê PDK beşdarî hilbijartinan nebe. Lê ger hilbijartin pêk neyên ango rewşekî cûda derkeve holê wê demê çi dibe? Pirsa girîng ku dewleta tirk li pê çi ye?

Li gorî qanûnên Iraqê ji derveyî rewşên awarte û bi erêkirina Dadgeha Federal a Iraqê ger hilbijartin di dema xwe de pêkneyên mafê Iraqê heye ku statûya federal ji herêma başûrê Kurdistanê bigire. Ev jî dide aşkerakirin ku gotinên PDK bi deskeftiyên gelê kurd ên bi berdêla xwîna deh-hezaran şahîdan hatine bi destxistin dilîze ne vala ne.

Bêguman ev pêşketinên li herêmê diqewimin ger mirov ji derveyî dewleta tirk binirxîne wê bibe xefletiyek mezin. Dewleta tirk a dagirker ji bo li herêmê bigihêje armanca xwe ev demek dirêje bi awayekî pir zirav dixebite. Li gelek navendên cûda ên herêmê torên xwe yên îstixbaratê avakirine, bi kesên ku kişandine aliyê xwe di nava siyaseta herêmê de jî mirov çêkirine. Ev ne bes e, PDK a ku berjewendiyê xwe di ser berjewendiyên gelê kurd de dibîne di encama hin berdêlên pûç û vala de kişandiye aliyê xwe. Niha di encama vê hevkariyê de PDK li herêmê bûye hêza herî mezin a berjewendiyên dewleta tirk diparêze. Hewl dide vê hevkariyê jî di bin navê şerê li dijî tevgera azadiyê de veşêre.Lê êdî ji gelek aliyan ve aşkera bûye ku PDK’ê bi her awayî teslîmî dewleta tirk a dagirker bûye û nikare derkeve ji derveyî planên ku ew diyar dike.

Raste dewleta tirk di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li herêmê herî zêde PDK da pêş. Rêveberiya PDK’ê hemû derfetên hikûmeta herêmê ji bo di vî şerê li dijî gelê Kurd de bi ser vikeve seferber kir. Di vê oxirê de ewqas îmkan seferber kirin ku roj hat mûçeyên karker û karmendên herêmê birîn, perê wan dan pêşmergeyên xwe ji bo motîveyî şer bikin. Ev ne bese ji bo tevgera azadiyê bişkînin nava şer serî li her cûre provokasyonê jî dan. Tevî van hemû hewildanan jî gerîlayên azadiyê neketin xefka xof a PDK’ê û dewleta tirk. Dem hat bi operasyonên şoreşgerî derbên herî giran jî li van hewldanên ku dixwazin îradeya gelê kurd tine bikin dan. Stratejiya dewleta tirk ango ya deshilata AKP/MHP’ê ku li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê negihaşt armanca xwe rê li ber rewşek cûda vekir. Lewma îro şefê rejîma faşîst Erdogan hewl dide eniya dij-kurd berfireh bike û ji xwe re hevalbendên nû ava bike.

Her kesê ku geşedanên li herêmê diqewimin dişopîne dibêjin wê dewleta tirk li dijî tevgera azadiyê dest bi êrîşek berfireh bike. Raste ev îhtîmal heye. Jixwe PDK ji bo xwe ji vê rewşa kambax xelas bike û hilbijartinên li herêmê bi awayekî bide betalkirin vî şerî ji bo xwe xelasiyek mezin dibîne. Ev hêvî û daxwaza rêveberiya PDK’ê ye, lê gel bi tu awayî nayê vê listikê û ji bo ev senaryo bi ser nekeve jî îradeya xwe datîne holê.

Di rewşeke wisa de Erdogan diçe serdana Bexdayê. Çavê gelek kesî li vê hevdîtinê ye. Piştî vê hevdîtinê wê şefê rejîma faşist û qirker bi şandeya pêre serdana Hewlerê jî bike û li gel hevkarên xwe rûne. Diyare gelek kes bi hêviyên mezin li benda vê hevdîtinê ne. Divê bê zanîn ku êdî dagirker nikarin li ser qedera kurdan gotinê bibêjin. Gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de darbek giran li deshilata faşîst a AKP/MHP’ê da. Bi sekin, helwest û têkoşîna xwe ve diyar kir ku êdî ew dizane ji bo çi şer dike û têdikoşe. Lewma bazarên wisa sivik û pûç wê nikaribe gelê kurd û têkoşîna azadiyê ji meşa serketinê dûr bixe. Her kesê ku dijberî vê difikire di nava xefletek mezin de ye.