2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin felsefeya Ocalan li cîhanê belav bikin

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê kampanya “Hezar Jin Yek Deng” de axivî û got ku ew bi vê kampanyayê dixwazin ku fikr û felsefeya Abdullah Ocalan belav bikin û azadiya fizîkî ya Ocalan bixwazin.

Di pêşengiya TJK-E’yê de kampanya “Hezar Jin û Yek Deng” hatiye destpêkirin. Têkildarî kampanyayê Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dostên kurdan ên biyanî û bi taybetî 3 sendîkayên mezin ên Ewropayê bi tevlêbûna gelek akademîsyen û rewşenbir û nûnerên rêxistinên civakî, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin û wiha got: “Me jî wekî tevgera jinên Ewropayê hem piştgirî da vê pêngavê û hem jî pêşengiya vê pêngavê kir. Ji bo ev pêngav bi ser bikeve û bigêje armanca xwe em wekî tevgera jinan di nava xebatan de cih digirin. Ji bo qonaxa yekemîn a pêngavê pêş bikeve me bi gelek çalakiyên cuda û xebatên cuda kirin. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de jî em ê bi gelek xebatên cuda piştgirî û pêşengiya wê bidomînin.”

Ayten Kaplan da zanîn ku Abdullah Ocalan bi firk û ramanên xwe ji bo jin xwe nas bikin û di nava civakê de rola xwe bilîzin rê li pêşiya wan vekir û wiha axivî: “Bi fikr û ramanê xwe hişt ku jin karibin pêşengiyê bikin û xwedî li vîn û hebûna xwe xwedî derkevin û karibin bêtir têbikoşin. Ji bo jin bibin xwedî vîn û betir têbikoşin qadek vekir û bingehek ava kir. Niha jî jin ji bo vê bingeha hatiye avakirin baş binirxînin û xwe bi rêxistin bikin, vîna xwe xurt bikin û bêtir li nirx û hebûna xwe xwedî derkevin,  karibin çawa bijîn divê bêtir di nava pêngavê de cih bigirin.”

Jin pêşengiyê dikin

Kaplan da zanîn ku di qonaxa duyemîn a pêngavê de felsefeya “Jin Jiyan Azadî” derbasî pêngava felsefeya jiyanê bûye û wiha berdewam kir: “Êdî jin bûye xwedî vîn. Êdî bûye jiyan. Jin edî bi her awayî pêşengiya guhertin û veguhertinê dike. Bi perspektifa Jin Jiyan Azadî pêşengiyê dike û pirsgirêkan çareser dikin. Li çand û nirxên xwe xwedî derdikeve.  Bi zanebûn û bi hêz li dijî bişaftinê û komkujiyê têdikoşe. Jin êdî bi felsefeya Rêbertiyê dikarin jiyana xwe bi rêve bibin û xwe bi rêxistin bikin. Dizanin ku jiyanek çawa dixwazin û çawa xwe azad bikin.”

Jin Jiyan Azadî li cîhanê belav bû 

Ayten Kaplan bilêv kir ku jina kurd bi drûşmeya Jin Jiyan Azadî hat naskirin û ev felselefe li cîhanê belav bû. Jin di her qadê debû xwedî rol. Jin jiyan azadî bi serhildana Rojhilat êdî bû gerdûnî.  Hemû jinên cîhanê êdî li vê dirûşmeyê xwedî derdikevin. Jinên cîhanê êdî bêtir jinên kurd fam kirin û nas dikin.”

Kaplan anî ziman ku gelek mafên jinan ji aliyê hêzên hegomonîk û kapîtalîst tên binpêkirin  û wiha pêde çû: “Hêzên hegomon û kapîtalîst her tim dixwazin bi gotinên nijadperest û îslama siyasî dixwazin jinan ji hemû mafê wan dûr bixin û ji mafê wan bêpar bihêlin. Dixwazin jinan ji her qadên jiyanê dûr bixin û mafên wan ji destê wan bistînin. Pergala kapîtalîst bi polîtîkayên olî û nijadperestî dixwaze li gorî xwe rolekî li ser jinan bar bike. Ji bo ku jin nebe xwedî vîn serî li gelek rêbazan didin. Ev pergala serdest her tim dixwaze mêr li ser jinan serwer be.”

‘Felsefeya Rêber Apo qebûl dikin’ 

Ayten Kaplan bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û got: “Em dibînin ku tifaqên xwe mezin dike û têkiliyên dostanî bi qadên din ên têkoşînê re dikeve têkiliyê û hem felsefeya Rêber Ocalan dide naskirin û ji aliyê gelek derdoran ve tê qebûlkirin. Kampanyaya 1000 jin û yek deng li ser esasê pêngavê pêş ketiye. Wate û girîngiya vê kampanyayê ew e ku yên Rêbertiyê bixwînin û paradîgmaya wî qebûl dikin,  bi paradîgmaya wî di xwe de guhertin û veguhertigê dikin. Vê yekê jî bi derdora xwe de parve dikin. Em di serî de bi jinên ku fikrên Rêber Ocalan dixwînin û qebûl dikin bi wan re vê xebatê dimeşînin.  Piştî li gelek welatên cîhanê semîner û panelên li ser paradîgmaya Rêber Apo hatin lidarxistin, jinên ku felsefeya wî ecibandin li vî dengî kom dibin. Me xwest nîşan bidin ku Ocalan ji bo jinan tê çi wateyê? Hezar jin li dora felsefeya Rêber Ocalan bibin yek deng.

‘Dixwazin Rêber Apo bidin jibîrkirin’

Kaplan, da zanîn ku zêdeyî3 salin tecrîrek giran li ser Rêber Ocalan heye û wiha dirêj kir: “Ev tecrîd bi taybetî ji aliyê pergala faşîst a Tirkiyeyê ve vegeriya ye îşkenceyê. Em dibînin ku ev bi piştgiriya dewletên ku bûne şirîkê komplo pêk tê. Malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ev bi temamî li dijî hiqûqê ye. Bi vê yekê dixwazin Rêber Ocalan bi gelê kurd bidin ji bîr kirin. Em bi vê kampanyayê diyar dikin ku feraseta ku tecrîdê pêş dixe red dikin. Feraseta ku dixwaze nivîs, deng û fikrên Rêber Apo bide ji bîr kirin em wê red dikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe jî têkoşîna me dê bidome.”

Felsefeya Abdullah Ocalan jiyanî ye

Kaplan, anî ziman ku paradifmaya Rêber Ocalan li dijî pergala kapîtalîst a ku şer û serweriyê dixwaze, felsefeyek jiyanî û alternatif e û wiha bi dawî kir: “Ji bo ev felsefe têkeve jiyanê jî divê bê nasandin û divê em li vê felsefeyê xwedî derkevin.  Divê kesên vê felsefeya alternatif zanin, ji kesên nizanin re bêjin. Divê bêjin ku kesekî xwedî vê felsefeyê çima 25 sal in di bin tercîdê de tê girtin û li dijî vê yekê hişyariyê pêş bixin.  Divê bê gotign ku ji bo hemû gelê cîhanê xwedî paradgmayek alternatif e.  Pergal dixwaze Rêber Ocalan û paradigmaya wî ji hafiza me bibe. Ji bo em dîsa li vê felsefeyê xwedî derkevin divê em vê felsefeyê belav bikin. Divê em bînin ziman ku hebûna Rêber Apo sedema hebûna me ye. Jiyana Rêber Apo sedema jiyana me ye.

Çareserî bi azadiyê pêkan e

Divê em bînin ziman ku hêzên navdewletî yên tev li komplo bûne berpirsiyarê tecrîdê ne û divê ji bo dawî li tecrîda 25 salan bînin, gavên çareseriyê bavêjin. Çareserî bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Divê demildest azadiya fizîkî û hemû mafên wî yên jiyanê paşve bidin.  Ji ber ku Rêber Ocalan ji bo jinan xwedî rol û ristek girîng e, me ev kampanya da destpêkirin. Ev kampanya didome. Me sînorek diyar nekiriye. Em ê bi niqaşan vê kampanyayê bêtir dewlemend bikin.  Em ê bi panel û çalakiyên cuda vê kampanyayê mezin bikin. Em ê di qonaxa duyemîn de bêtir fikrên jinan ên der barê Rêber Ocalan de bigirin. Hedefa me ew e ku em felsefe û fikrên Rêber Ocalan belav bikin û bînin ziman ku çima divê Rêber Ocalan azad bibe ye. Em bi vê kampanyayê tînin ziman ku ev bêhiqûqiya ku hemû mafê Rêber Apo ji destê wi digirin tu carî qebûl nakin. Di heman demê de em diyar dikin ku li dijiî şer û ji bo aştiyê gelek alternatif hene.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê