4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevpeymana jinan dê bibe mînaka cîhanê

Jiyan Huseyîn diyar kir ku hemû zagon bi destê mêran hatine nivîsîn û  wiha got: “Jin ji nedîtî ve hatine dîtin. Me jî pêwîst pê dît ku peymaneke jinan amade bikin. Amadekariya nivîsandina hevpeymanê dikin.”

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê kanûna 2023’yan de bi tevlêbûna hemû pêkhateyan û 158 delegeyan  Hevpeymana Civakî hat îmzekirin. Bi vê hevpeymanê, dê hemû pêkhateyên netew û baweriyan xwedî heman maf bin. Hevpeymana Civakî di asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê de hat îmzekirin. Piştî vê peymanê niha tevgera jin dixwaze Hevpeymana Jinan îmze bikin. Jin li bakur û rojhilatê Sûriyeyê amadekariya vê peymanê dikin. Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Huseyîn ji rojnameya me Xwebûnê re axivî. Hevpeyvîna bi Jiyan Huseyîn re wiha ye:

Demek berê we li bakur û rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymana Civakî xist meriyetê. Armanca vê hevpeymanê çi bû û çawa hat amadekirin?

Weke tê zanîn 12 sal berê li rojavayê Kurdistanê Şoreşa Rojava pêk hat. Ji destpêkê heta îro gelek êrîşên qirkirinê li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Lê em bibêjin li rojavayê Kurdistanê dema ku şoreşa wê dest pê kir a ku hişt ev tişt bû şoreş du nimûneyên wê hebûn. Yek jê dema ku xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê xeta xwe ya sêyemîn girtin. Gotin ‘em ê bixwe bixwe pergala xwe bi rê ve bibin û pergala xwe ava bikin.’ Ya din jî û ya herî girîng jî ew bû ku Şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinan hat nasîn. Ji ber ku jinên li rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe raste rast ne tenê di qadekî de di hemû qadên siyasî, dîplomasî, leşkerî, cîvakî û rêxistinî de pêşengtiya vê şoreşê kirin. Bandora ku jinên kurd li jinên suryan, ereb, ermen, çerkes û çeçenan kir, rê li ber wan vekir ku ew jî xwe tev li şoreşa ku pêk hatiye bikin.

Dema ku em dibêjin bakur û rojhilatê Sûriyeyê pergala xwe ava kir di rastiyê de em dibînin ku ev pergal rêvebirina gel a xwebixwe ye. Ji bo gel karibe bixwe biryarên xwe bigire pêwistî bi hin pîvanan heye. Ji bo vê yekê jî divê ji rastiya gel sûd bê wergirtin û li gor esasên civakê zagon bên amadekirin. Ji bo vê yekê jî beriya niha bi xebateke berfireh Hevpeymana Civakî hat amadekirin.

Ji bo gelê ku li herêmên hatine rizgarkirin û herêmên ku di bin dagirkeriya çeteyan de bûn divê xebatek bihata meşandin. Di du salên dawî de ji bo hevpeymaneke civakî were amadekirin komîteyek hat avakirin. Ev komîteya ku ji bo civaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin ji 158 kesan pêk dihat. Di komîteyê de jin û mêran bi heman awayî cih girt û hejmara wan jî yek bû. Ji nav vê komîteya ku ji 158 kesan pêk dihat komîteyek biçûktir hat avakirin ku ew jî 75 kes bûn û dîsa bi heman awayî hejmara jin û mêran yek bû. Van komîteyan di nav gel de geriyan fikra Hevpeymana Civakî ji gel re vegotin û nêrînên wan girtin. Her wiha ev komîte di nav saziyên civakî de jî geriyan û sûd ji tecrûbeyên wan girtin.  Di encama van xebatan de Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12’ê kanûna 2023’yan de ji aliyê Meclisa Gel ve hat erêkirin û ket meriyetê.

Hevpeymana Civakî bandoreke çawa li ser civakê kir? Her wiha cudahiya vê hevpeymanê ji qanûn ku pergala dewletê derdixe, çi ye?

Tişta herî balkêş di vê hevpeymana cîvakî ya giştî de bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ew bû ku dema tu pergala xwe ava dikî û tu pêş gotina xwe, hedef û armancên te çine vedibêjî. Tu tê bi prensîbên xwe yên sereke kar û xebatên xwe dimeşînî. Her deste bi hevpariya desteyên din ji bo civakê kar û xebatên xwe dimeşîne. Bi vê hevbeşiyê re wek xelek em hem karên xwe hem civaka xwe pêşdixin. Jixwe di vê hevpeymanê de der barê mijarên aborî, zanistî, perwerdehî û xweparastinê de gelek xalên bingehîn hatine nivîsîn. Em niha li bakur û rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan dikin. Wek tê zanîn em xebatên şaredariyan ji ber têkiliyên wan ên bi gel re pir pîroz dibînin. Ji ber pîrozbûna vî karê herkes xwe li gor pîvanên ku di Hevpeyman Civakî de hatine diyarkirin tev li kar dikin.

Wek hemû pêkhateyên civakê jin jî di nav hemû qadan de di her astê de xwe tev li xebatan dikin. Wek tê zanîn pergala hevserokatiyê ji bo me pergaleke jêneveger e. Ji ber vê yekê ye ku her kesên ku xwe tev li kar dike bi hişmendiya pêşxistina pergala hevserokatî ku cara yekemîn ji aliyê kurdan ve hat pêşxistin, xebatên xwe dimeşîne.

Rastî dema ku ev hevpeyman hete nivîsandin bandorek erênî li ser gel kir. Me dît ku çawa gel nêrînên xwe parve dike û hin xalên ku komîteya ku hatiye avakirin nefikirînbû pêşniyar kirin. Ji bo wê jî razîbûna gel a hevpeymanê gelek bandor kir û gel digot ‘ji bo me gelek baş e.’ Da ku em dikaribin xwe bi rê ve bibin û pergala xwe ava bikin. Hewceye ku em bi awayekî kolektîv û xebatên komînal li pêş bixin. Ji ber vê yekê jî ev tişt bandorek pir xweş li ser cîvakê kir. Civak heta îro dibêje ev tişt gaveke serkeftî. Di dawiya 2023’yan ev hevpeyman hat amadekirin. Di sala 2024’an de jî dê bikeve meriyete. Ji ber ku ji qanûn dewletê cudatir bi gel re ev peyman hatiye nivîsîn gel bi kelecan li bendê ye ku bikeve meriyete.

Piştî Hevpeymana Civakî niha we dest bi amadekirina Hevpeyman Jinan kiriye. Fikra hevpeymana jinan çawa derket pêş?

Piştî Hevpeyma Civakî hat nivîsandin ji xwe beşên jin jî di hindurê wê de hebûn. Ji ber ku meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pergala cîvakî ya jin de cihê xwe girt. Lê me di wir de jî pêdiviyên mezin pê dît ku hevpeymanek jin jî bê nivîsandin. Ji ber ku heta roja îro li cîhanê kesî hevpeymana jinan nenivîsandiye. Ji ber vê yekê her tim çi derketibe bi destê mêran hatiye nivîsandin. Niha çi zagon hebin dîsa bi destê mêran tê nivîsandin. Lê vê carê jî di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rastî Meclisa Edaleta Jin heye, Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, Kongreya Star heye, Kombûna Jinên Zenûbiyan heye û gelek rêxistinên jin hene. Bi taybet jî li vir hat naskirin. Di sala 2014’an de zagona jin derket. Ew zagon çiqasî bandora xwe li maf, parastin, hiqûq û erka jinan kir me dît. Piştre me navê vê zagonê guhert. Ji ber ku bi tenê jin jê bandor nabin. Me got ‘mêr jî jê bandor dibin’ ji ber ku em dixwazin hevjiyana azad ava bikin. Ji aliyê din ve bandora wê li zarokan jî hebû. Ji ber vê yekê me navê wê di 2020’an de guhert û kir Zagona Malbatê.

Di guhertina nav de me hinek xalên sereke jî ji bo jinan lê zêde kir. Ev zagon li hemû deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinan hatin pejirandin û erênî hat dîtin. Niha ev zagon li hemû hereman ketiye meriyete. Pêkanîna vê zagonê li herêma Cizîre ketiye pratîkê jî lê li hin heremên din di pêkanîna vê zagonê de em zehmetiyan dikşînin. Lê gav bi gav em ê hemû zagonên jinan li hemû herêman bikin mertiyetê.

Wek tê zanîn ji B.Z’ê ku Qanûnên Hammûrabî hatin amadekirin heta niha hemû qanûn bi destê mêran tên amadekirin. Hûnê Peymana Jinan a ku amade dikin li ser kîjan esasî amade bikin?

Wek ku me got ji ber ku hemû zagon bi destê mêran hatiye nivîsîn û jinan ji nedîtî ve dîtine me pêwist dît ku peymaneke jinan amade dikin. Ji bo wê jî niha em amadekariyan dikin ku em ê çawa hevpeymana jinan binivîsin. Lê wê çawa bê nivîsandin? Di destpêkê de weke pêşgotinek divê hebe. Piştî wê weke prensîbên sereke yê jinan dê bên diyarkirin. Piştre xalên aborî, çandî, rêxistinî, dîplomasî û leşkerî ên ji bo jinan dê pêş bên xistin. Ji bo wê jî niha amadekariyên me tên kirin. Niha em hewl didin ku em komîteyekê amade bikin ji bo reşnivîsek û hevpeymana jinan amade bikin. Dema ku ew komîte hat hilbijartin û dest bi nivîsê kir em ê ji bo ku hevpeymanek ji bo xizmeta jinan amade bikin, dest bi girtina nêrînên jinan û saziyan bikin.

Hevpeymana Jinan dê bandoreke çawa li ser civakê bike?

Rastî dema ku ev hevpeymana jinan bê nivîsandin û bikeve pratîka xwe de dê bandora xwe hebe. Ji ber ku niha em dibînin çavê her kesî û hemû rêxistinên tevgerên çi di asta Sûriyeyê de û yên ku çi asta Rojhilata Navîn de bin û yên ku çi asta cîhanê de bin çavên wan hemû li Şoreşa Rojava ye. Şoreşa jinê ku her tim gihertin û veguhertin heye ku em bivêjin şoreşa me bandora wê heye. Heta roja îro em di nav têkiliyan, rêxistinan û têkoşîna tevgerên jin de ne. Dema bandoran van hevpeymanan bê kirin dê bandorek mezin li têkoşîna hemû jinan bike. Dê ev tişt di asta navneteweyî de jî bê kirin.  Ji bo wê jî dema ku em binivîsin divê em hesabê herkesî bikin. Ku çawa ew jî ji vê hevpeymanê sûd werbigirin. Da ku êdî ew jî dikaribin li cem xwe hevpeymanên xwe binivîsin û têxin meriyetê.

Bi vê peymanê hûn dixwazin bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û cihanê bikin?

Em amadekariyên gelek kar û xebatan dikin. Lê divê em ji bîr nekin ku heta îro jî gelek êrîş, zext û zorî li ser herêmên me hene. Bi taybet jî li ser jinan hedef têne kirin. Di hundirê bakur û rojhilatê Sûriyeyê de em dibînin ku her roj êrîş bi rêya balafiran li dijî jinan tên kirin. Her tim êrîşî herêmên me dikin. Ne tenê bi rêya balefiran dewleta Tirkiyeyê dagirker û çeteyên pê ve girêdayî êrîşî me dikin. Di heman demê ji aliyê rejîma Sûriyeyê, Îran û DAIŞ’ê ve jî êrîş li ser me tên kirin. Lê tevî ku ew qas êrîş û zextan li ser me dikin jî dîsa gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dide. Bi taybet jî em bibêjin gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hev girtin û yekîtiya xwe li dijî van êrîşan disekinin û dikarin di demekê de gelek gihertin jî bi xwe re bide avakirin. Ji ber ku pêdiviya me her tem bi gihertin û veguhertinan heye ku em çêbikin. Ji ber ku her tim rewşa herêmê tê gihertin. Di her guhertinê de hinek pêkhateyên din tev li rêveberiya xweser dibin. Ji bo wê em vî tiştê pir baş dibînin. Ew qas êrîş û qirkirin li ser me tên kirin di heman demê de jî hîn bêhtir em dikarin pergala xwe xurttir û berfirehtir bikin. Em dikarin hinek guhertin û veguhertinan çêbikin. Da ku bandorek mezin li derdora xwe jî bikin. Ji bo wê jî em vê gavê jî serkeftî dibînin.

Jiyan Huseyîn kî ye?

Di sala 1989’an de ji dayik bûye. Ji Serêkaniyê ye. Ji 2015’an de di nava kar û xebatên rêveberiyê de cih girt. Di serî de di Komîteya  Kedkaran de 2 salan xebitî. Di nava xebatên Kongra Star de cih girt. Nêzî salekê Berdevkiya Kongra Star a Hesekê kir. Piştre bû endama Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.  Niha endama Kordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.