4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Plana tevlîhevkirina Rojhilata Navîn

Bi projeyên veşartî û li gorî berjewendiyên hinek derdoran li Rojhilata Navîn tevlîheviyek tê derxistin. Pevçûnên di navbera Îran-Îsraîlê de xizmetî vê projeyê dike.

Rojhilata Navîn dikele. Bi qasî kela germê kela siyaset, şer, pevçûn û nakokiyan jî zêde dibe. Bi êrîşa Îranê ya li ser Îsraîl nepeniya pêşeroja Rojhilata Navîn zêdetir bû. Gelên Rojhilata Navîn roj tune ku bi geşedaneke nû şiyar nebin. Şer bûne şêwaza jiyana wan. Dema bê lêkolînkirin dê bê dîtin ku tu erdgnîgarî wekî Rojhilata Navîn nebûye qada şer û pevçûnan. Li Ewropayê şerên 30 salan, şerê sedsalan jî negihîştine asta pevçûnên li vir. Bi sed salan e nakokiyên siyasî, olî, mezhebî, çandî, etnîkî û hwd. didomin.

Îsraîlê di 2’yê nîsanê de li Sûriyeyê êrîşî balyozxaneya Îranê kir. Di encama êrîşê de gelek fermandarên artêşa Îranê hatin kuştin. Hinek ji van fermandaran endamê muhafizên şoreşê bûn. Îranê sond xwar ku dê tola wan ji Îsraîlê bigire. Îran li ser soza xwe ma û cara yekem bi sedan dron û muşekan rasterast Îsraîl hedef girt. Rayedarên Îranê piştî êrîşî bi kurtasî wiha gotin: “Me êrîşeke serkefî pêk anî. Me tola fermandarên xwe girt. Em Îsraîlê hişyar dikin ku carek din nekeve xetereyeke wisa. Êrîş ji bo carekê bû. Heke Îsraîl bersiv nede em ê jî êrîşa xwe bi dawî bikin.” Ji aliyê din ve Îsraîlê jî anî ziman ku di encama êrîşa Îranê de ji bilî zirarên piçûk tu windahiyên wan çênebûne. Lê li gorî dîmenên derketin holê xuya dike ku herdu alî jî rast nabêjin. Herdu alî rastiyê ji me baştir dizanin. Lê ya muhîm ne rastî ye ya muhîm ew e ku kîjan alî bi propagandayê bi ser bikeve ye. Vê êrîşê çend encam derxistin holê:

1- Cara yekem Îranê rasterast êrîşî Îsraîlê kir. Vê jî bi xwe re şikandina ramana ku tu derdor nikare êrîşî Îsraîlê bike anî.

2- Ji bo îmhakirina dron û muşekan hêzên amerîkî û Îngilîstanê ketin dewrê. Li gel alîkariya kooalîsyona navdewletî jî hinek muşek û dron li nav sînorên Îsraîlê ketin. Vê jî nîşan da  ku Kubeya Hesinî ya parastinê ya Îsraîlê wekî tê zanîn ewqas ne pêşketî ye. Di êrîşeke pir berfireh û domdar de ev pergal bi tena serê xwe nikare Îsraîl biparêze.

3- Êrîşa Îranê li gorî texmînên dihate kirin ne dijwar bû. Bi dron û muşekên ku rotaya wan diyar e êrîş pêk anî. Îranê bixwe jî dizanibû ku dê ew dron û muşek werin xistin lê dîsa jî xwest hêza xwe nîşan bide. Ji dayîna zirarê zêdetir xwest hêza xwe nîşan bide.

4- Iraq û Urdunê hewl dan ku dron û muşekên Îranê bixin. Urdunê gelek xistin xwarê. Vê jî nîşan da ku di şerekî giştî de Îran piştgiriyeke mezin ji misilmanan nagire.

5- Îsrîalê dixwest germegerm bersiv bide Îranê lê Amerîka destûr neda. Her çiqasî lijneya şer biryara bersivdayînê girtibe jî heya niha bersivek nehatiye dayîn. Ev jî nîşan dide ku Amerîka şerekî mezin naxwaze.

6- Îranê êrîşa xwe bi carekê re sînordar girt. Di serî de êrîşeke pir bikontrol plan kiribû. Piştî êrîşê derket holê ku bi riyên dîplomatîk der barê êrîşê de agahî hatine dayîn. Berî çend salan bi hevkariya Îsraîl û Amerîka fermandarê giştî yê Hêzên Kudusê Qasim Silêmanî li Iraqê hatibû kuştin. Piştî kuştina Silêmanî Îranê êrîşî baregehê Amerîkayê kir. Di encama êrîşê de li gorî Îranê bi dehan leşkerên amerîkî hatibûn kuştin û bi sedan leşker jî ji ber bandora êrîşê ji ser hişê xwe çûbûn. Lê bi daxuyaniya serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump derket holê ku Îranê berî êrîşê agahî daye û Amerîka jî tevdîrên xwe girtine. Ango pevçûn û êrîşeke bikontrol di navbera Îran-Îsralê de didome.

Pevçûna Îran-Îsraîlê encama serneketina Bihara Ereban e. Bihara Ereban li Rojhilata Navîn wekî serîrakirina gelan derket holê. Lê di demeke kin de hem tevgerên olperest-mezheperest xwestin van serhildanan li gorî xwe dizayn bikin hem jî pergala kapîtalîst xwest bi van serhildanan li Rojhilata Navîn li gorî xwe rêveberên rewa ava bike. Mixabin herdu alî jî negihîştin armanca xwe. Li Misirê bi darvekirina Serokkomar Mursî xeyala tevgera birayên misilman têk çû. Li Suriyê bi rizgarkirina Reqa xeyala DAIŞ’ê hilweşiya. Wekî din jî bi mayîna Beşar Esad xeyala dîzaynkirina pergala kapîtalîst a li Rojhilata Navîn kete xetereyê. Koalîsyona navdewletî ku dixwest Esad ji ser kar bişîne di dawiyê de mecburî Esad bû. Gelek rêxistin û tevgerên ku Mossad û CIA bixwe piştgirî dane wan niha bûne bela serê cîhanê. Bi êrîşa 7’ê cotmehê re rewşek çiqas xetere derketiye holê. Her çiqasî ev êrîş bi piştgiriya Îranê (alîkariya çekdarî-malî) û Tirkiyeyê (piştgiriya siyasî-dîplomatîk) pêk hatibe jî derket holê ku kontrolkirina tevgerên radîkal ên olî zehmet e.

Heya ku tevlîheviya li Lîbya, Sûriye û Iraqê didomiya Îsraîl rehet bû. Îsraîl ev pêvajo ji bo xwe baş bi kar anî. Bi dewletên ereb re peymanên di çarçoveya protokola Abraham de îmze kirin. Peymanên dîplomatîk û bazirganiyê mohr kirin. Lê ev li xweşiya Îran û Tirkiyê nediçû. Li Tirkiyeyê qeyrana aborî kûr dibû û desthilata AKP-MHP diket xetereyê. Serhildanên Jin Jiyan Azadî yên ku li rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û li tevahiya Îranê belav bûn textê rejîma melayan hejand. Lewma êrîşa 7’ê cotmehê plan kirin. Bêguman yek ji sedemên din jî projeya riyên enerjiyê bû. Dihate payîn ku xeteke enerjiyê bi ser Îsraîl re derbasî Ewropayê bibe. Îran jî dixwaze li ser projeya Bendera Faw bibe xwedî gotin. Tirkiye jî ji bo vê projeyê li gorî xwe dizayn bike bi PDK’ê re tevdigere. Lê pêşketin ne li gorî dilê tu hêzan dimeşe. Tenê bi kêrî tevlîhevkirina Rojhilata Navîn tê. Bi projeyên veşartî û li gorî berjewendiyên hinek derdoran Rojhilata Navîn di tevlîheviyê de dimîne. Pevçûna di navbera Îran-Îsraîl de jî xizmetî planê dike û fêdeya wê tuneye.

Ne Îran bi hemû hêza xwe diwêre li hemberî Îsraîlê şer bike, ne jî NATO şerekî mezin dide ber çavên xwe. Bi êrîşên kontrolkirî  û tevgerên di bin bandora xwe de dixwazin hêza xwe nîşanî hev bidin û îradeya hev biceribînin. Ev jî nîşan dide ku planên tu aliyan ên çareseriyeke mayînde tuneye. Di plan û bernameyên hêzên hegemonîk û dewletên herêmî de çareseriyên ji bo azadî û demokrasiyê tune ne. Ji ber ku mijar berjewendiyên aborî û siyasî ne çareseriyeke mayînde jî pêk nayê.

Di rojên pêş de Serokkomarê Tirkiyeyê dê biçe serdana Iraqê. Dê biçe serdana rêveberiya başûrê Kurdistanê jî. Serdana Erdogan ne ji bo xêrê ye. Tirkiye dixwaze zêdetir têkeve nav karên Iraqê. Dixwaze herêmên ku li başûrê Kurdistanê dagirkirine berfireh bike. Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonya xwe ava bike. Lê heya niha hema bêje hemû projeyên wê di dest de mane. Li Sûriyeyê negihîşt encamê, li Lîbyayê negihişt encamê, li Misrê negihîşt encamê, neçar ma bi dewletên ereban re careke din têkiliyê deyne. Niha jî dixwaze bi rêveberiya Iraqê re hinek projeyan bixe meriyetê. Ev proje dê şer bi xwe re bîne. Tirkiye hêza xwe ji şer digire. Îran û Tirkiye her çiqasî li hemberî Îsraîlê wekî ku bi hev re ne xuya bikin jî herdu dewlet jî dixwazin bibin hegemonên herêmî lewma herdu dijberê hev in. Li Sûriyeyê Îran piştgiriya Esad dike, Tirkiye jî piştgiriya çeteyan dike. Erdogan bi serdana xwe ya Iraqê dixwaze li hemberî Îranê destê xwe xurt bike. Erdogan dixwaze windahiyên li Sûriye û Lîbya, li Iraqê telafî bike. Ji bo vê jî tevgera azadiyê ji xwe re dike hincet. Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de diyar kir ku ew ê şerê li Başûr fireh bikin û şerê dagirkirina Rojava bidomînin. Lê şert û merc didin xuyakirin ku êdî Erdogan wekî berê nikare rehet tev bigere.

Qeyrana Rojhilata Navîn pir kur e. Lê ev qeyran ne bi hilweşîna Îsraîlê çareser dibe ne jî bi destwerdana Îranê safî dibe. Ev qeyran encex bi çareseriyeke ji bo gelan çareser dibe. Dewletek hilweşe jî dê dewletek din cihê wê bigire. Çareserî pêşxistina pergal û hişmendiya demokrasi û azadiyê ye. Ew jî bi paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk pêkan e. Rojava jî mînaka herî berbiçav e. Wekî din plan û projeyên hemû dewletan ji tevlîhevkirina Rojhilata Navîn wêdetir tu fêde nadin.