2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Girtîgeha Kiriklarê bang kirin

Parazvanên mafên mirovan û hiqûqê diyar kirin ku girtî hem ji azadiya xwe û hem ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin û xwestin ev binpêkirin bi dawî bibe.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) û Komeleya di Pergala Înfazkirina Cezayan de Civaka Sivîl (CÎSST) têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bi ewlekariya bilind li Îzmîrê daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya Girtîgeha Bucayê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind tecrîd heye, na ji tecrîdê re” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe”, “YGC tecrîd e, na ji tecrîdê re” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajar û navçeyan, xizmên girtiyan û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.  Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyaniya bi kurdî û parêzer Eylem Zengîn jî ya tirkî xwend.

Zîlan Gunuş diyar kir ku ji sala 2021’ê ve şert û mercên tecrîdê hatine girankirin û wiha got: “Tirkiye li girtîgehên xwe li gorî hiqûqa navneteweyî û mewzûatên neteweyî tevnagere. Li gorî serlêdanên xizmên girtiyan ji bo me kirin û agahiyên bi rêya parêzeran hatine bidestxistin; li girtîgehên nû hatine avakirin rûmeta mirovan tê binpêikrin, mafê peywendîdanînê ji holê hatiye rakirin, sepan û tevgerên keyfî hene.”

Zîlan Gumuş da zanîn ku armanca girtîgehan ji bo îzolasyonê û wiha axivî: “Bi cureya tîpa hucreyê hatine avakirin de gelemperî girtî ne tenê ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin, di girtiyan de rê li ber pirsgirêkên ruhî yên giran vedikin. Ji ber ku bêhereketiyê di masûlke û pergala îskeletê de rê li ber texrîbatên giran vedike, ji ber ku li hucreyan hewa baş nayê girtin jî di rêya hilmijînê û sîhan de rê li ber nexweşiyan vedike. Ev tevek jî dikin ku pergala laşparastiyê qels dibe. Li girtîgehên bi tîpa hucreyê ziyaneke mezin dide girtiyên nexweşiya wan giran û di mijara ruh û laşî de zirareke mezin dide girtiyan. Sepanên heyî dikare tenê bi îşkenceyê bên pênasekirin. Ji ber van sedeman divê Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind tavilê bên girtin û şert û merc bên afirandin ku girtî bikarin li gorî rûmeta mirovahiyê bijîn.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan hat lidarxistin.