17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karker û kedkar diherikin qada Taksîmê

Karker kedkarên Stenbolê ji bo li Qada Taksîmê tev li pîrozbahiyê bibin, tevî astengî û qedexeyan berê xwe didin Taksîmê.

Bi deh hezaran karker û kedkar ji bo tev li pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê bibin berê xwe didin Qada Taksîmê. Her çend Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) qedexeya li Qada Taksîmê wekî binpêkirina mafan pênase kir jî dîsa Walîtiya Stenbolê qad li karkeran qedexe kir. Lê dîsa karker tevî hemû astengî û qedexeyan berê xwe didin Qada Taksîmê. Bi hezaran karker û kedtar bi israr in ku 1’ê Gulanê Roja Kadkeran pîroz bikin.

Sendîka û mûxalefeta ku biryara qedexeyê ya Walîtiyê nas nakin dê li Saraçhaneyê kom bibin û ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Li kolan û cadeyên ku diçin qadê destûr nayê dayîn ku wesayît jî park bikin. Wesayîtên li otoparkên Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecîdiyekoy, Şîşlî, Saraçhane, Qada Beşîktaşê û Dolmabahçeyê parkkirî bûn jî hatin rakirin. Hemû rêyên ku diçin Cadeya Îstîklalê û Taksîmê bi bariyerên polîsan hatin girtin.

Qada Taksîmê jî beriya çend rojan bi bariyerên polîsan hate girtin û hate qedexekirin. Li aliyê din li Beşîktaş, Beyoglû, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê jî konteynirên çopî yên li ser cadeyan kevir û madeyên weke wî hatin rakirin. Li van deran destûr nedan ku wesayît û personelên şaredariyê jî bisekinin.

Walîtiya Stenbolê, rêyên bejahî yên hatin girtin, guhertinên di veguhestina behr û rêyên hesînî û rêyên alternatîf aşkere kirin. Di rêyên bejahiyê de sînordarkirinan saet 04.00’an di veguhestina behr û rêyên hesînî de jî saet di 05.30’an de dest pê kir.