17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demokrasiya cîhanê baqa nîskan e!

Gelek kes dibêjin, Ewropa di nava xwe de, demokrasî û nirxên demokrasî diparêze, mafên mirovan nas dike. Ev jî ne rast e, yan jî heta bi radeyekê erê ye û li gorî berjewendiyên siyasî û aborî her dem dikarin werin guhertin.

Gelek kes, belkî wateya sernavê nivîsa min fêhm nekin, em vekin!… Baqê nîskan, bêîtîbarî ye. Mixabin ev jî bûye navê demokrasiya  Ewropa!.. Balkêş e, demokasiya Ewropa serdema “kast”an dijî û erka zilm û zulmetê esas digire. Vê jî biwêj-aforîzmeyên Franz Kafka anîne bîra min. Di vê çarçoveyê de ji bo demokrasiya Ewropa biwêja herî baş, baqê nîskan e!..

Em hinekî vekin: Berê, di serdema palehiyê de, baqê genim ji bo kesên bi rûmet û pêşeng dihate hildan. Hildana baqê genîm, rûmetdayîn bû. Lê eger palevanek baqê nîskan ji kesekî re hilde, ew jî dihate wateya ku ew kes bê rûmet e. Kesê baqê niskan hildide jî, tu nirxekî nadê wî mirovî. Pîvanên Kurdan ên ji bo “şecereya ahlak” pirr rengîn û zêde ne. Mirov dikare van biwêjan, weke pîvanên demokrasî û hemû saziyên dîrokê binirxîne..

Ji bo vê jî ez, baqê nîskan ji bo demokrasiya Ewropa ku bûye bingeha fitne, gunehkarî, reşkirin, êş û azaran hildidim hewayê.  Franz Kafka jî, îxaneta li dijî mirovaniyê, bêahlaqî, berjewendî, yekparêzî, tirs, otorîte, zilm, diktatorî, asimilasyon, talan, mirin û hwd. bi aforîzme (biwêjan), tine ziman.

Franz Kafka dibêje;  Cihê ku mirin lê hebe,  -demokrasî, maf, edalet, nirx-  tiştek ciddî nayê girtin. Rayedarên ku di her firsetê de, qesîde, neşîde û stranên demokasî dibêjin, spasiyên ji bo îradeya gel tînin ziman, gelo çima li hemberî îradeya gelê Kurd, li hemberî saziyên Kurdan, yên civakî û ragihandinê têne xezebê?

Xezeb şer e!.. Franz Kafka dibêje; “çeka di destên neqenc-yekparêz û zaliman de, şer e.” Ev neynika serdema me ye û dewleta ku li Rojhilata Navîn, li Efrîka û rojhilatê dûr banga şer dike jî dewleta tirk e!..  Yanî bi çeteyan re bûye yek û xezebê dixwaze!.. Dewletên ku di banga şerê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd de, dibine amur û hevkarên dewleta tirk jî  mixabin Ewropa ye!..

Herî dawî Fransa û Belçika bêyî sedemek hebe û ji nişka ve êrîşî saziyên kurdan û Medya Kurdan kirin. Şerê  Kurdan jî, şerê  di navbera demokrasî û sîstemên otorîter de ye; Ewropa jî xwe weke derguşa demokrasî, şaristanî û mafên mirovan dibîne. Di hemû desturnameyên dewletên Ewropa de, azadiya çapemeniyê weke bingeha demokrasî hatiye bicihkirin. Gelo ev krîter, di partîkê de li ber çavan tê girtin? NAAA!.. Çima, ji ber ku desthilatdariyên welatên Ewropa, pêdiviyên bi objeyên demokrasî, nirxên  zanistî û rastiya bûyeran nabînin. Her dem bûyerên dîrokî, civakî û şoreşgerî yan kesixandine, yan jî tune kirine.

Saziyên Kurdan û meyda Kurdan li welatên Ewropa ne, Medya Kurd jî li paytexta YE Berukselê ye û Dadgeha Bilind a Ewropa biryar da ku Tevgera Azadiya Kurd-PKK ne rêxistinek terorê ye, ew mafên gelê Kurd yên demokratîk diparêze. Dadgeha  Belçika ji bo Sterk Produksiyon û Roj Tv, biryar da ku ew têkildarî karên terorê nînin.

Li aliyê din, Burksel  hem paytexta NATO ye, hem  paytexte YE ye. NATO li ser esasê parastina demokrasî  hatiye avakirin, YE jî li ser esasê parastina mafên mirovan, li ser esasê mafên gelan, koçberan û demokrasî hatiye avakirin.

Lê rewşeke minel acaîb, yan jî mînel garaîb heye!…

Dema ku em di çarçoveya minel acaîb li meselê dinêrin, em dibînin ku buyerên civakî û dîrokî, ne ji aliyê zanistan ve, ne li zanîngehan, ji aliyê midurên polîsan û li qereqolan têne nirxandin. Yanî erdhej û volqanên li nava civakan, berhemên polîs û desthilatdarên otorîter in. Ji bo wan jî, pêdivî bi medya azad û alternative nine, pêdivî bi demokrasî û mafan nine.

Bi gotina Franz Kafka, demokasî ne rekiha ku li çûkekî bigerê û çûk dîl bigire ye.

Mixabin sîstema li Tirkiyê, bûye rekiha lêgerîna Kurdên azad û siyasetmedarên ku zincîrên zilmê parçe dikin. Piştî êrîşa li ser medya Kurd li Belçika, ev pirs derkete pêş; Gelo Ewropa, çima ji bo Tirkiyê dibe rekiha dîlgirtinê? Em dibînin ku bersiva vê pirsê, hildana baqê nîskan e. Ez ji bo desthilatdarên ku demokrasiya Ewropa kirine bingeha berjewendî û qirkirina gelan, baqê nîskan hildidim hewayê.

Pirsa duyemîn; Eger li parlamentoyên ku weke kursiyên gel, nuneriya gelan têne dîtin,  mafê axaftina azad nebe, gelo çi pêdiviya komên xelkê û oksîjena jiyana azad heye? Bersiv jî,  kilîtkirina zimanê komên xelkê  ye, bi paçekî girtina  çavên komên xelkê ye û bi parçeyek şima, yan jî bi pambu girtina guhên komên xelkê ye. Ji ber ku desthilatdariyên Ewropa li hemberî qirkirina gelê Kurd zext û zora li ser saziyên Kurd, lîstîka 3 meymunan dilîzin û bûne fîguranên vê lîstike.

Li tevahiya cîhanê medya û çapemeniya azad û alternatifê heye. Lê çapemenî û medya Kurd ji van teva cûda ye. Medya û çepemeniya azad a cîhanê, bi pirranî li paytextên welatê xwe û bi desteka kaxez,  boyax û reklamên desthiladari û ratsmalan dijîn.  Lê Medya Kurd a azad û alternative e,  ne ji dewletan, ne ji rastmalan, tenê ji gelê Kurd destek û alîkariyê  digire.

Ev perdeyek şefaf û rewşek zelal e. Dive Medya Kurd a azad û alternatif, ji yên dewletê û bêalî cûda û  di çarçoveya felsefeya azadiya çapemenî û medya de were nirxandin.

Bêguman, ev gotin, têra  rewşe îro nakin. Ji ber ku xerabî, qirêjî, dagirkerî, zilm bûne klîmatên serdemê; başî, qencî maf û zanist di xeşîmên tarî de hatine fetisandin.  Şikestîk û nakokî hewqasî zêde bûne ku çareserî jî di neçareseriyê tune bûne.

Çi balkêş e, gelê Kurd ne dikare behsa mafên xwe bike û ne dikare kuştin û girtina xwe bi nûçeyan bigîhine raya giştî ya cîhanê. Em gotina Jean Paul Sartre dubare bikin; Erê em tev kujer in, lê kujer jî  car caran ji kompleksa kujerî derdikevin û dibêjin, em ji kuştinê westiyan, êdî bes e.

Edî bes e, bi xwe werin!..

Berê civaka Ezîdî min bibexişîne, bawer bikin Şeytan-Xwûzik jî nikare dek û dolabên  desthilatdariyên netewe-dewletan bigerînin. Gelek sosyolog û zanist, dibêjin, “Xwedê aqil daye mirovan.” Belkî rast e, lê zordestan aqilê ku Xwedê daye, nasname û zimanê ku Xwedê daye zincîr kirine. Divê were zanîn, ji vegotina rastiyan re dem nine, dema rastî  hate gotin jî sînoran nasnake.  Medya Kurd, di têkoşîna  30 salî de,  hem gelê Kurd,  hem raya giştî ya cîhanê ji xewa şêrîn şiyar kir. Vê jî, degelî-cesareta ehlaqê zihnî zêde kir, serdestiya rûmeta mirovan jî da qebûlkirin.

Lê  ahlaqê  bazirganî ku siyasetê jî bêahlak dike têknebiriye. Şev nîvê şevê avêtina ser navenda televizyonên Kurd yên li Belçîka û ne tenê lêgerîn kirin, bi awayekî kindarî û buxza faşîzan kabloyên weşanê jî qut kirin. Ev despotizm e. Despotîzm jî tunekirina demokrasî ye.

Belçîka weletekî federal e û sê parlamntoyên wê hene. Perwedehiya wê jî bi sê zimanan tê kirin. Her kesî û me teva sîstema li Belçîka ji bo Tirkiyê weke alternatif derdixiste pêş.

RASTIYEKE DIN: Heta salên  kêm-zêde, yên 2000î jî, gelê Fileman nikaribû bi zimanê dayikê perweredehiyê bike, li parlamentoyê jî, weke îro li Tirkiyê dibe, nikaribûn bi zimanê dayika xwe biaxivin.

Îro, erê îro, polîsên Belçîka, weke polîsên dewleta Tirk êrîşî rojnamevan û medya Kurd dikin û dixwazin zimanê Kurdan qut bikin, xwestin rê li ber eşkerekirina bûyerên faşîzan ku li Kudistanê têne kirin bigirin. Yanî xwestin ne tenê Kurd, gelên li Belçîka û cîhanê jî, ji rastiyan û mafê gihiştin û fêrbûna bûyeran dûr bikin. Bûna mînak û rengê  despotîzma li Ewropa.

Belçîka navenda Ewropa ye, payîtexta Belçîka Bruksel jî, hem  payîtexta  Belçika ye, hem payîtextea YE ye û hem payîtexta  NATO ye.

Yekîtiya Ewropa, li ser esasê, rûmeta mirovan, azadî, demokrasî, wekhevî, serdestiya hiquq û xwedî derketina li mafên mirovan, mafên hindikahî û koçberan hatiye avakirin. Bi kurtasî krîterên YE, bi peymanên weke  Peymana , Maastricht (1992),  peymana Amsterdam (1997),  peymana  Nice (2001)  û Peymana Lizbon (2007)  li ser bingeheke demokratîk  hatiye  avakirin.

Piştî êrîşa polîsên Belçika di şeva 23’ê Nîsanê de, her kesên Kurd û Ewropiyan gotina “azinllah ji vê demokrasiya ku bi peymanan hatiye îşkdan re”.  Bi gotina Jean Kaine, azadiya li Ewropa û demokrasî  ketiye destên zuppe-sergerdeyên kolanan.  Gotina zuppe û sergerdeyê kolanan ji bo Hîtlar dihatin bikaranîn.

Gelo Belçîka wê ji îro û pêde çiqasî dikaribe behsa  azadiya çapemeniyê û mafên mirovan bike?

Bersiva vê pirsê, di biryara Dadageha Bilind a Belçika ku di sala 2020’an de veşartiye. Dadgeha Bilind a Belçîka biryar da  ku; PKK ne rêxistinek terorê ye  rêxistina ku ji bo mafên gelê Kurd têkoşînê dike ye. Vê biryarê siyaseta Ewropa ku di her firsetê de gelê Kurd terorize dike mahkum kir.

Pişrtî êrîşa li ser televizyonên Kurd, Parêzerê Belçîkî  Fien Schreurs ji ajansa ANFê re axivî û got; Polisên Belçîka  di rewşeke dagirkerî de êrîşî televizyonên Kurd kirin û zererek mezin dane saziyan. Ev binpêkirina Desturnameya Belçîka ye.

Wezîrê kevin ê Edalatê yê Belçika Johan Vande Lanotte jî  diyar ku û bêedaletiyek mezin heye û diyar kir ku ew ê parastina televiyonên Kurd bike.

Vande Lenotta got; Li hemberî ku kilîdên deriyan dane polîsan jî, polîsan derî û hemû amurên saziyên ragihandinê yên Kurdan şikandin. Ev kiryarên hovane ne û suc in.

Hiquqnasê navdar Jan Fermon jî got; Ev êrîş binpêkirina biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka û Desturnameya Belçîka ye. Qanunên Belçîka karûxebatên Medya Kurd û rojnamevanên Kurd di çarçoveya terorê de nanirxînin. Ne polîs û ne siyastemedarên Belçîka, nikarin medya Kurd divê çarçoveyê de  binirxînin.

Ev gotinên hiquqnasên Belçîka jî nîşan didin ku desthilatdariya Belçika şaşitiyek stratejik kirine. Demokrasiya Belçika û Ewropa, ne di  çav û ne di mêjiyê  dethilatdaran de pişkiviye. Demokrasî xwedî bingeheke  dîroka antik ya Yewnanîstanê, ya serdema Arîsto û Platon-Eflatûn  e.  Yanî ev hişmendî li ser metafîzîka Yewanî û teolojiya Xiristiyan hatiye rûnandin.  Di çarçoveya mafên mirovan ku bi Şoreşa Frensa derkete holê, gelê Fleman têkoşînek nêzî sed salî kir û di encamê de têkoşîna medya bi aqilê zanistî sîstema îro ya Belçîka ya konfederal hate bidestxistin.

Tu mafê rayedarên desthilatdariya Baelçîka nîne ku êrîşî Medya Kurd, ku bûye aqilê zanistî ya gelê kurd bike. Tu mafê wan nine ku  daxwaza gelê kurd yên mafên demokratîk ji hole rakin. Gelo Tirkiye, di sîstema modernîteya kapitalist de, nikare  modeleke konfederal yaw eke  Belçîka sazkar bike?

Mixabin,  êrîşa li ser Medya Kurd, desthilatdariya  Belçîka  û sîstema konfederal ya Belçîka bêîtîbar-bêrûmet kir. Ev jî tê wateya ku em mafdar in ku ji bo desthilatdariya Belçika û demokrasiya Ewropa baqê nîskan hildin hewayê.