3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê li dijî dagirkeriyê banga yekîtiya neteweyî kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di civîna Civata Giştî ya 22’yan de êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Metînayê şermezar kir û li dijî van êrîşan banga yekîtiya neteweyî li Kurdan kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber a Civata Giştî ya 22’yemîn bi dirûşmeya “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekîtî ye” pêk anî. Civîn bi tevlîbûna delegeyan, nûneriyên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûneriyên saziyan di rojan 2’yan de dewam kir. Dîwanê têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta tirk di saetên siharê de li ser herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayî dayî destpêkirin, daxuyanî da.

Dîwana civînê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kir û bang li partiyên siyasî û tevgerên Kurd hate kirin ku li dijî van êrîşan rabin.

Piştre civîn, bi xwendina rapora fealiyetên salekê, dewam kir. Piştre Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamûs mafê axaftinê girtin û axivîn.

PDK asteng e

Karamûs derbarê xebatên siyasî yên di sala 100’an a Lozanê de li ser navê yekîtiya di navbera Kurdan de hatine meşandin, agahî dan û diyar kir ku PDK li pêşiya yekîtiya Kurdan asteng e.

Karamûs weke KNK qala hewldanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Weke şandeya KNK’ê me xwest bi Birêz Mesût Barzanî re hevdîtinê bikin. Me randevû xwest. Li Hewlêrê weke şande em qasî heftiyekê man. Bersiv ji daxwazên me yên randevûyê re nehat dayîn. Piştre me xwest bi Birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin. Lê wî jî ti bersiv ji bo daxwaza me ya randevûyê neda. Daxwazên me yên hevdîtinê yên di çarçoveya xebat û hewldanên me yên ji bo yekîtiya neteweyî de, bi erênî encam nabin. Ti bendewarî û sîtema me li hemberî ENKS’ê nîne. Li holê ye ku ENKS bi temamî di bin kontrola dewleta Tirk û îstixbara wê de ye. Lewma ji bo xebatên yekîtiya neteweyî, ti bendewariya me ji wan nîne.”

Piştî Karamûs, Hevserok Zeyneb Mûrad jî têkildarî xebatên li Başûrê Kurdistanê axivî. Zeyneb Mûrad tawrê PDK’ê rexne kir û destnîşan kir ku di sedsala nû de ji bo destkeftiyên Kurdan bên parastin û Kurd mafên xwe yên demokratîk û azadiya xwe bi dest bixin, yekane rê yekîtî ye.

Piştî axaftinên hevserokan, civîn bi nîqaşên têkildarî xebatên heyî yên KNK’ê û xebatên ji bo siberojê, dewam dike.