4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li çapemeniya Azad xwedî derkevin

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî êrişên li dijî çapemeniya kurd dan û wiha banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re kirin: “Eger Çapemeniya Azad bêdeng bimîne, dê civak jî bêdeng bimîne. Divê her kes li çapemeniya azad xwedî derkevin.”

Di encama serdegirtinên malên xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Enqere û Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan kaynak hatin binçavkirin.

Di heman rojê de polîsên belçîkayî bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rojnamegeran bertek nîşanî êrişan dan û gotin ku dê lêgerîna heqîqetê ya rojnamegeran bidome.

Nûnerê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) yê Wanê Adnan Bîlen diyar kir ku îktîdara AKP’ê ku çendek roj berê çûbû serdana Herêma Federe ya Kurdistanê û Amerîkayê hewl dide konseptek nû ya şer bixe meriyetê û wiha domand: “Beriya her êrişeke li dijî kurdan, Çapemeniya Azad hedef tê girtin. Bêguman dê çapemenî paşvegavê neavêje û serî netewîne. Hevalên beriya me bedela vê bi canê xwe dan. Nifşekî berê li zindanan ev bedel dan. Em jî amade ne ku ji bo vê bedel bidin.”

 Çapemeniya azad serî natewîne

Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Selman Çîçek jî bi bîr xist ku beriya her operasyonekê zextên li ser rojnamegeran zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çapemeniya Azad li hemberî zext û operasyonên berê serî netewand û dê îcar jî netewîne. Me tu caran dev ji nivîsandinê berneda. Em yek kes jî mabin me nivîsand, rojname derxist û belav kir. Me bernameyên tv’yan kirin. Bi ser studyoyên me de hate girtin, me li kolanan bername li dar xist. Ev têkoşîn nesekinî, neqediya û dom kir. Em operasyona îro jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Banga me li her kesî ew e ku li dora Çapemeniya Azad bicivin. Ji ber ku heke Çapemeniya Azad bêdeng bibe dê civak bêdeng bibe. Lewma em dibêjin Çapemeniya Azad, civaka azad.”

Êrîş bi plan e

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî diyar kir ku êrişên li dijî Çapemeniya Azad bi awayekî sîstematîk tên kirin. Metîna, êrişa li Stenbol, Enqere û Belçîkayê wiha nirxand: “Xuyaye ku operasyoneke navneteweyî ye. Weke xebatkarên Çapemeniya Azad em ê serî li ber van êrişan netewînin. Em ê dev ji parastina mafê agahîgirtinê ya gel bernedin.”

 Dê şopandina nûçeyan berdewam bikin

Serokê Basin-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Turgut Dedeoglû jî anî ziman ku operasyonên li dijî rojnamegerên kurd bisînorkirina azadiya xweîfadekirinê ye û wiha got: “Girîng e ku civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên rojnamegeriyê zextê li îktîdarê bikin. Em vê êrişa li dijî pîşe û hempîşeyên xwe bi tundî şermezar dikin. Em dizanin ku bi hezaran rojnamegerên kurd tevî êrişên bênavber ên îktîdarê jî dê li dijî polîtîkayên pişaftinê li pey heqîqetê bin.”

Edîtora JINNEWS’ê û Sekretera Giştî ya DFG’ê Gulşen Koçuk jî wiha bertek nîşan da: “Îktîdar hewl dide serî bi rojnamegeran bide tewandin. Lê Çapemeniya Azad paşvegavê neavêje. Heman rêbaz di demên berê de jî ceribandin. Îro jî heman tişt kirin. Em naveroka lêpirsînan nizanin lê dixwazin tirsê belav bikin. Îktîdar di her hilbijartinê de bêhtir qels dibe. Hewl dide bi rêya girtin û binçavkirinan hêza xwe nîşan bide. Lê hem civak hem jî Çapemeniya Azad ji îktîdarê bihêztir in.”

 Divê her kes li dijî êrîşan derkeve

Rojnameger û Nûnerê Herêmê yê Basin-Îş’ê yê Amedê Hakki Boltan jî wiha got: “Erdogan çû serdana Iraqê. Dema em van serdanan û serdegirtinan bi hev re dinirxînin, tê dîtin ku di şexsê Ewropa, Brukselê de bi konsepta Lozanê êrişek li dijî çapemeniyê hatiye kirin. Banga me li her kesî ew e ku li dijî van êrişan derkevin.”