18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Geşbûn Kara: Televîzyon çav û dengê we ye

Rojnameger Geşbûn Kara êrîşa li dijî televizyona Stêr Tv û Medya Haberê bi hatina Hakan Fîdan a Belçîkayê ve girêda û got: “Piştî wezîr Hakan Fidan hat Belçîkayê bi ser televîzyonê de girtin. Televîzyon çav û dengê gel e. Divê gel li çav û dengê xwe xwedi derkeve.”

Rojnameger Geşbûn Kara diyar kir ku serdegirtina televîzyonê nêzî 200 polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser televîzyonê de girtin û wiha got: Di saet 1.30’ê şevê de hatin bi ser televîzonê de girtin.”

Polîsan derî şikandin

Geşbûn Kara da zanîn ku armanca serdegirtinê ne ji rêzê ye û wiha axivî: “Em ji rêzê nabînin. Di hundirê herdu televîzyonan de deriyên odeyan şikandin û hemû alavên xebatkaran parçe kirin û belav kirin. Dîsa cihê alavan guhertin û cihê alavan guhertin. Bi xwe re gelek alav û amûr birin. Gelek kompîtûr birin. Gelek amûrên rojnamegeriyê bi xwe re birin. Li Tirkiyeyê jî gelek rojnameger hatin girtin ev bi hev ve girêdayî ye.”

Ne tesedûfî ye

Geşbûn Kara destnîşan kir ku piştî wezîrê Karên Derve yê Hakan û Fidan hat Belçîkayê ev serdegirtin pêk hat û wiha got: “Ev ne tesadufî û ji rêzê ye. Wekî ku em li gorî zagonan naxebitin xwestin nîşan bidin. Lê hemû xebatên televîzyonê li gorî zagnan e. Dîsa êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û serdegirtina televîzoyê bi hev ve girêdayî ye. Naxwazin rastiya vê dagirkeriyê bê zanîn û bihîstin. Ji ber vê yekê dixwazin deng û çavê gel bigirin. Hevdîtinên dîplomasiyê û êrîşa li dijî televîzyonê bi hevve girêdayî ye. Wekî ku weşanek ne li gorî qanûnan bidin nişandan. Xwestin hişekî ava bikin. Lê berovajî vê yekê hemû xebatên me li gorî zagonan e. Gel li televîzyonê xwedî derketin. Gel hatin televîzyonê û piştgiriya xwe anîn ziman.”

Serdegirtin ne li gorî zagonan bû

Geşbûn Kara anî ziman ku wan daxuyanî da û wiha  pêde çû: “Gelek rojnamegerên Belçîka û Brukselê hatin beşdar bûn. Daxuyaniyek girseyî bû. Beşdarên daxuyaniyê jî anîn ziman ku ev serdegirtin ne li gorî qanûnan e. Li gorî qanûna Belçîka dem abi ser cihekî de girtin, divê li gorî zagonan be. Niha parêzer li ser armanca serdegirtinê lêkolîn dikin. Nehiştin ku xwediyê televîzyonê û parêzer derbasî televîzyonê bibin. Ev li dijî qanûn û zagonan e. Ji bo vê yekê serlêdan heye.”

Gel berê xwe da televîzyonê

Geşbûn Kara da zanîn ku hemû welatên ewropayê gelê kurd berê xwe didin televîzyonê û wiha pêde çû: “Lêxwedîderketinek mezin heye. Ji ber ku çav û guhê gelê kurd ev televizyon e. Gel li vir e û li televîzyonê xwedî derdikevin. Hêj me ew belavkirina amûrên hundir studyo rast nekirine. Deriyên hatine şikandin û amûrên hatine belavkirin hêj wekî xwe ne. Me ranekiriye. Me got em ranakin. Ji ber ku bêqanûniyek heye û divê ev bêqanûnî bê belgekirin û teşîrkirin.  Dema polîs li derve bûn em ketin weşana zindî û me ev rastî bi gelê xwe re parve kir. Dibe ku deriyan bişkînin, dibe ku her derê belav bikin û zerareke mezin bidin. Lê çi dibe bila bibe em ê bi her awayî weşana xwe berdewam bikin. Gelê kurd xwedî tecrübe ye. Em ê serî li rê û rêbazan bidin û dengê gelê xwe bigînin cîhanê.”

Konsepta şer e

Kara herî dawî wiha got: “Ev konsepta şer e. Parçeyekî şerê îmhayê yê li ser gelê kurd e. Dixwazin di aliyê siyasî, leşkerî û çapemeniyê de dixwazin konsepta xwe bi ser bixin. Em bang li gel dikin. Ev deng û çavê we ye. Divê her kes li vî deng û çavê xwe xwedî derkevin. Li ku çawepemeniya azad hebe divê li çapemeniyê xwedî derkevin.  Çawa ku dayikek zarokê xwe diparêze, divê gel jî çapemeniya azad biparêze.”