4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtina Makbûle Ozerê li Amedê hat protestokirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê banga berdana Makbûbe Ozer (81) a ji nû ve hatiye girtin kir.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê derbarê Makbûle Ozer a 81 salî ya li Wanê hatiye girtin de li pêşiya avahiyê xwe daxuyanî da. Gelek rêveberên partiyan û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrişên li dijî Çapemeniya Azad têne kirin, hate dayîn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn wiha got: “Bi sedan sal in ku ji bo kurd nebin xwedî statu, siyasetekî qirêj tê meşandin. Ev siyaseta qirêj îro bi destê AKP’ê tê meşandin. Îro nebe jî hûn ê sibê li pêşberî dîrokê hesabê bidin.”

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker sedan girtiyên nexweş ên di girtîgehan de tên ragirtin bi bîr xist û têkildarî girtina Ozerê wiha axivî: “Tirkiye peymanên navneteweyî yên aligirê wan e piştguh dike û mafê tenduristiyê yên girtiyên nexweş binpê dike.”

Peker di berdewama axaftina xwe de bertek nîşanî êrişên li dijî Çapemeniya Azad da.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Serdana Serokkomar a Herêma Federe, serdagirtinên li Medya Haber TV, û Stêrk TV’ê, bi awayekî derveyî hiqûqî girtina dayika Makbûleyê, binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad ên li Stenbol û Enqereyê nîşan dide ku konsepta şer ketiye dewrê. Desthilat ji têkçûna xwe ya hilbijartinan tiştek fêm nekiriye. Em ê dest ji têkoşîna li dijî tecrîdê û polîtîkayên şer bernedin. Bila dayika Makbûleyê demildest were berdan. Em dixwazin ku demildest kedkarên çapemeniya azad werin berdan.”