19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstikên qirêj li ser Başûr

KDP’ê heya niha bi dehan caran piştgiriya xwe daye dewleta tirk. Gelek caran bi rêya îstixbaratê û lojîstik alîkariya dewleta tirk dikir. Lê êdî dixwaze bi awayekî aktîf tev li şerê li hemberî gerîlayên Azadiya Kurdistan bibe û dixwaze YNK’ê û dewleta Iraqê jî tev li vî şerî bike.

Min heya niha gelek nivîs li ser Başûr nivîsandiye ji ber ku Başûr bêguman ji bo hemû kurd û Kurdistanê him gelek girîng, hem di heman demê de jî bûye mîna birînek bêderman û bielem. Dîsa di sala 2024’an de jî gelek lîstikên qirêj bi destê dijminên kurdan û bi hevkariya KDP‘ê li ser başûrê Kurdistanê tê ferzkirin.

Ez dixwazim bi hinek xalên mîna “Hilbijartinên 2024”, “Hevkariya KDP’ê û dewleta tirk”, “Fîrmabûyîna başûrê Kurdistanê” û herî dawî jî “Yekîtiya Netewî” vê xeteriya li başûrê Kurdistanê vebêjim.

Hilbijartinên 2024’an:

Yekemîn dixwazim balê bikşînim ser “Hilbijartinên 2024‘an”. Wek ku tê zanîn gerek her 4 salan carek hilbijartinên heremî li başûrê Kurdistanê pêk were. Cara dawî 2018‘an de hilbijartin pêk hat û diviyabû di sala 2022‘yan de jî dîsa pêk were. Lê malbata Barzanî û rêveberiya KDP’ê ev 2 sal zêdetir hilbijartinan pêk nîne û de-fakto dest daniye ser rêveberiyê û Başûr bêyî îradeya gel bi rê ve dibe.

Her çiqas ji Ewropa û Amerîkayê ve zext li ser KDP’ê hatibe kirin jî, ev hemû hişyarî û zext ji aliyê KDP’ê ve ji nedîtî ve hat. Ev jî hişt ku hikûmeta Iraqê bi destê Dadgeha Bingehîn hilbijartinan ferz bike û dema wê diyar bike.

Dadgeha Bingehîn a Iraqê herwiha kotayên heyî ku KDP’ê ji bo xwe wek firset bi kar dianî jî betal kir. Her çiqas hemû partî û rêxistinên heremê ev pejirandibe jî, KDP’ê li hember van biryaran derdikeve, ji ber ku wan ev kota û ev valahî ji bo berjewendiyê xwe bi kar dianîn. Weke mînak yek tirkmen ya jî yekî êzîdî dikarîbû bi dengekî gelekî hindik were hilbijartin. Ev jî KDP’ê li gora xwe bi kar dianî. Her wiha Dadgeha Bingehîn ya Iraqê mafê pêkanîna hilbijartinan da saziya girêdayî hikûmeta Iraqê. Ji ber ku KDP’ê ev jî ji bo xwe bi kar dianî û wek mînak derdorê 400 hezar deng di sîstemê de heye, bes mohrên wan nîne. Yanî KDP’ê hem hîle kiriye di hilbijartinan de hem jî ji kotayên etnîk ê heremî wek tirkmen û êzidî jî sûd girtiye û wisa rêveberî bê maf bi dest xistiye.

Ji bo ku hilbijartin were betalkirin Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Bexdayê û bi serokê Iraqê û gelek aliyên din re hevdîtin pêk anî. Ew ê were betalkirin an na hîna ne diyare. Ev hilbijartin pêk were, ew ê KDP’ê bibe partiya duyemîn ya jî sêyemîn. KDP’ê jî ji vê ditirse û ji bo wê jî ketiye nav liv û tevgeran. Ji aliyên din ve jî YNK’e naxwaze hilbijartinan taloq bike û bi vî awayî dîsa jî nokokî di nava kurdan de derdikeve.

 Hevkariya KDP û dewleta tirk:

Ji aliyê din ev bi salan e, em bahs dikin ku KDP’ê hevkariyek gelek qirêj bi dewleta tirk re dimeşîne. Ji aliyê aborî de mirov lê binêre, bi hezaran fîrmayên tirk, di bin navên tirk de bazirganiyê dikin û berjewendiyê Kurdistanê binpê dikin. Ji aliyê leşkerî ve jî hevkariyek gelek qirêj dimeşîne KDP’ê. Heya niha bi dehan navendên leşkerî yên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê heye û her roj zêdetir dibe. Hatiye astek ku mirov dikare bêje: dewleta tirk başûrê Kurdistanê dagir kiriye.

KDP’ê heya niha bi dehan caran piştgiriya xwe daye dewleta tirk. Erê raste heya niha gelek caran bi rêya îstixbaratê û lojîstik alîkariya dewleta tirk dikir. Lê em dibînin û KDP’ê êdî dixwaze bi awayekî aktîf tev li şerê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistan bibe. Ev jî ne bese, dixwaze YNK’ê û herwiha dewleta Iraqê jî tev li vî şerî bike. Dewleta tirk herî dawî dest bi operasyonek gelek mezin ku KDP’ê aktîf tevlê bûye, kir. Lê xuyaye ku ne YNK’ê ne jî dewleta Iraqê bersivek erênî nedane dewleta tirk. Lê dîsa jî dîplomasiya qirêj ya malbata Barzanî û dewleta tirk berdewam dike.

Tenê yek armanc li pişt van tevgeran heye, ew jî berdewama desthilatdariya malbata Barzanî ye û herwiha berdewama desthilatdariya dagirker ya AKP’ê û Erdogan e. Ji ber ku kiryarên wan gelek dişibe hev. Wek mînak ev nêzî 200 roj in hîn jî agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin. KDP’ê Ehmed dîl girtiye û ti zagon û mafan nas nake. Bi awayekî mafya-warî tevdigere û tew agahî jî nade malbat û parêzêrê wî.

Fîrmabûyîna Başûr:

Ev bûyerên min li jor jimartin rastiyekê derdixîne pêş çavan – ew jî li Başûr êdî Rêveberî bûye mîna fîrmayekê – bûye mîna şîrketekê. Armanca fîrma/şîrketan jî bêguman ne nirx û ax û welate – armanca wan berjewendiyên hinek kesan ango malbatekê ye. Em behsa fîrma/şîrketa malbata Barzanî dikin. Heger armanc Kurd û Kurdistan ba, nediçûn li Hollywood vîla bi mîlyonan dolar nedikirîn. Heger armannc kurd û Kurdistan ba, rê li himber venedikir ku dewleta dijmin û dagirker ya tirk li başûrê Kurdistanê bi dehan navendên leşkerî veke. Heger armanc kurd û Kurdistan ba, ew ê têkiliyên biratî bi rojavayê Kurdistan ê re bimeşanda. Lê hîna jî deriyê sînor yê Sêmalka rasterast venakin.

Heger armanc kurd û Kurdistan ba, niha ew ê bi awayekî demokratîk hilbijartin pêk baniya û rêz ji îrade/vîna gel re bigirta. Lê armanc aborî û berjewendiya malbata Barzanî ye. Ji bo wê ez dibêjim: “Başûr di bin rêveberiya fîrma/şîrketa malbata Barzanî de ye.”

Yekîtiya neteweyî:

Di dawî de dixwazim bale bikşînim ser xala herî girîng, ew jî pirsa “Gelo mirov dikare çawa li hember vê îxaneta malbata Barzanî derkeve?”

Bersiva wê di yekîtiya neteweyî de veşartiye. Tenê bi yekitiya neteweyî em dikarin destkeftî û berjewendiyên kurd û Kurdistanê biparêzin. Yekîtiya neteweyî dikare li hember van tevgerên xayîn ê KDP’ê jî bi awayekî aktîf helwest bigre. Ev helwest bêgman ew ê Kurdistanî be û ji bo wê jî ew ê hemû Kurdistan piştgirî bidê. Tenê bi vî awayî em dikarin Başûr ji destê şexs û kesayetan derxînin û têxe xizmeta kurd û Kurdistanê.