20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya azad hêmanên civakê ye

Bersivdayîna herî rast a li dijî êrîşên li hemberî Çapemeniya Azad a Kurd  bilindkirina ala ragihandinê ye. Çapemeniya kurd li hemberî zilm û zordariyê vîna azad parast û bû dengê gel.

Şerê 3’yemîn yê cîhanê, di nav şert û mercên niha de di navbera gelan û serdestên cîhanê de berdewam dike. Çapemeniya azad di ferq û zanebûna vê de ye ku li hemberî kê çi têkoşînê dike; bêguman li hember mêtingerî, kedxwariyê gelek zehmetiyan radigihîne.

Di 23’yê nîsana 2024’an de nîvê şevê, zêdetirî 200 polîsên federal ên Belçîkayê, bi ser navenda studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV de girtin. Li avahiyê nêzî çar seat û nîvan lêgerîn kirin! Serdegirtina navenda medyaya kurd a ji hêla polîsên Belçîkayê ve ne li gorî rêgeza hiqûqî ya pîvanên qanûnên navneteweyî yên rêgezên demokrasiyê bû. Êrîşeke korsanwarî bû. Avahiya ragihandin û çapemeniya azad, bi seatan di dorpêça polîsan de bû û destûr nedan tu kes derbasî navendê bibin…

Polîsên federal ên Belçîkayê, rê nedidan ku kedkarên ragihandine yê saziyê derbasî televizyonê bin, loma weşan sekinî bû. Bi serdegirtina polîsan re weşana herdu televîzyonan ji xwe qut bûbû. Avahî jî bi wesayîtên zirxî yên polîsên rûpoş ên hêzên teybet ve bi tevahî  dorpeçkirî bû. Tevî alavên ragihandine, navendên nûçeyan ên Medya Haber û Stêrk TV rehîn girtibûn.

Di wê kêliyê de çi hîs kirin?

Her wiha rojnamegerên ji bo weşana zindî ku hewldidan xwe bighînin avahiyê, rastî dorpêça polîsan dihatin; xebatkarên saziyê bi gefa destgirkirinê re rû bi rû diman. Polîsên Belçîkayê hatin û çûyina li avahiya televizyonan girtibûn. Ev rewşa kembax, ji saet 01:00’ê şevê heta berbanga sibehê her wisa berdewam kir. Ji tevgera serdegirtine ya polîsên Belçîkayê hovîtî, tundî dibarî. Mîna hirça birîndarbûyî li wan hatibû û êrîşî navenda televîzyone kirin! Gelo polîsên Belçîkayê, li hundire navenda nûçeyan a televîzyonê çi xeyal kiribû? Û li pêşberî xwe çi dîtibûn? Dema çavên wan bi kompûter û kamerayên studyoyê ket, ji bo xwedê, di wê kêliyê de çi hîs kirin?

Operasyona korsanwarî

Şerma herî mezin e ku burokrasiya ji welateke Ewropayê bêje, “Li welatê min a herî esasî pêkanîna demokrasiyê ye”.  Lê li hêla din jî ji bo pêkanîna daxwazên rejîma Tayyîp Erdogan, xwe bike rewşeke wiha biçûk a pêkenokiya demokrasiyê. Di ser halê xwe de jî rabe bi 200 polîsan hicûmî, ser navenda çapemeniyê bike…

Serdegirtina studyoyên Medya Haber û Stêrk TV, encama bazara qirêj a di navbera dewleta tirk a ligel dewleta Fransayê ku ji bo vê operesyonê bi Belçîkayê re beriya bi demeke li hev kirine. Bêguman ev operesyona mezin a korsanwarî li ser daxwaza dewleta tirk pêk anîn. Ev di encama berjewendî, li hevkirinen siyasî, dîplomatîk û bazirganî yên dewleta tirk de çêbûye. Lê bi erêkirina, alîkariya hêzên girêdayî NATO’yê ev plan pratîze kirin. Li dijî medyaya kurd, operasyona li hevkirine ya “Rêveberiya nû ya yekitiya NATO’yê” erê kiriye.

Aşkera bû  ku dewleta tirk û Fransa li hember Stêrk TV û Medya Haber TV’yê li ser bazirganiya balafiran li hev kirine. Çimkî tê zanîn beriya bi demeke Fransa 3 ciwanên kurd teslîmî Dewleta Tirk kiribûn û her sê ciwan jî hatin girtin. Ew niha di zindanên dewleta tirk de ne…Çend roj beriya niha ajansa Rojnewsê, piştperdeya vê bazarê ya êrîşa li ser Stêrk û Medya Haber TV’yê bi berfirehî ji xwînerên xwe re ragihand. Ajansê, qala bazarên siyasî û bazirganiyê yên di navbera Tirkiye û Fransayê de pêkhatiye raxist ber çavan. Naveroka tifaqên nepenî yên di navbera herdu dewletên navborî de, erêkirina operesyoneke wiha ya korsanwarî ya li dijî Çapemeniya Azad pêk anîn.

Tifaqa qirêj

Di vê bazara navborî de rewşa herî sosret a dewleta Fransayê ku li şûna piştperdeya komkujiyên li paytexta Parîsê ronî bike, li dijî çapemeniya kurd li gel dewleta tirk bi tifaqên qirêj rabû. Xwelî li wî ku serî li ber rejîma tirk danî. Fransa, bi vê siyaseta xwe ciwanên kurd, sazî û dezgehên kurd krimînalîze nîşan da.

Çapemeniya Azad ev yek bi dehan caran ji civaka demokratîk re îspat kir ku ew pêşeka gotubêjên vegotina hemû bindestaye. Ji bo komkirin û pêkanîna vê hêzê, bi ser de gelek sal û zeman borî; ji bo parastina rastiyan, bi hezaran bedêl hatin dayîn. Di vê oxirê de têkoşîneke mezin, bîrdozî, civakî û siyasî çêbûn û li gel her zor û zehmetiyên xwe li bîra civakê de rûpelên nû vekirin. Mesele, ji sekna xwe ya muxalîf û avakirina alternatîf a jiyana azad tawîz nedaye, ji bo her êrîşên li ser destkeftiyên gelê kurd, tevî pênûsa xwe, xwe xist mertal.

Israra nivîsandina rastiyan

Serbilindiya Çapemeniya Azad e ku tu carî serî li ber faşîzme danenî; di bin her şert û mercên zehmet de jî ewilê şoreş parast. Li hemberî zilmê, rastî û vîna azad parast. Destnîşankirina her rastiyê, aşkerakirina hezar nepeniyê ye. Ji bo pêkanîna vê plane, dûr, hûr û kûr fikirî. Bilindkirina dengê azadiyê, bi vê herîkî.

Bersivdayîna li dijî van êrîşan a herî rast, li her derê bilindkirina ala ragihandinê ye. Di vê babetê de hêza herî komkirî ya bi morale ezmûna dengê çapemeniyê ye. Dibe ku rejîma dewleta tirk a faşîst ji bo encamê bigire serî li hinek êrîşên din û rêbazên din bixe. Lê ew her çi jî dike bila bike, ew ê bi ser nekev e. Di destpêke de derket holê ku ev operasyon bi alîkariya hin hêzên emperyalîst ên cîhanê ve pêk hatiye. Girîng e ku rastiya van têkiliyan, ên du alî aşkera bikin.

Stêrk TV û Medya Haber TV, xemla civakê ye, reng û vîna têkoşîna Kurdistanê ye. Ew bihara dilê şoreşê ne. Ji bo rawestandina êrişên rejîma tirk ên li ser Çapemeniya Azad, hezar rê û rêbazên mezinkirina têkoşînê ku bên afrandin hene. Helbet em ê rewşa xeribiyê derbas bikin. Her wiha di nivîsandina rastiyan de israr bikin…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê