20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe înkar dike

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku 38 meh in bi tu awayî agahiyê ji Abdullah Ocalan nagirin û gotinên wezaretê derew in. Ocalan destnîşan kir ku tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin û bi fikar in.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin 38 meh in agahî nayên girtin û 541 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine kirin bêencam mane. Ev delîl gotina Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a “Tecrîd tune ye, Ocalan ji mafên xwe sûd digire” pûc dike.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 7’ê kanûna 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destûrdayîna hevdîtinên bi malbat û parêzeran re serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê jî bersiva serlêdanê da. Tevî tecrîda mutleq jî Midûriyetê îdia kir ku “Girtiyên li Îmraliyê ji mafên xwe yên di qanûn û rêziknameyê de sûd digirin.” Di heman demê de îdia kir ku li Îmraliyê tecrîd tune ye û di sala 2023’yan de girtiyan ji mafên şandina name, faks û hwd. sûd girtine. Lê midûriyetê 38 meh in bersiva tu serlêdanên parêzer û malbatan ên bi daxwaza hevdîtinê nedaye. Ev delîl nîşan dide ku wezeret derewan dike. Abdullah Ocalan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de pê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, herî dawî jî di 3’yê adara 2020’an de bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû kir.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû lê ev hevdîtin di nîviyê de hatibû qutkirin. Ji wê dîrokê ve jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Abdullah Ocalan re têkilî danîbûn. Ji wê rojê ve parêzeran 374 caran û malbatan jî 166 serlêdan kirin. Lê 541 serlêdan tev bêbersiv hiştin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan têkildarî mijarê pirsên me bersivand û wiha got: “Ev nêzîkatî ji cîdiyetê pir dûr e. Dibêje rê û rêbazên hiqûqê yên Tirkiyeyê li girava Îmraliyê tê meşandin. Lê divê gelê me û raya giştî baş zanibe ku nêzî 4 sal in tu agahî ji Serok nayê girtin. Çûn û hatin jî tuneye. Gelê me jî dizane 38 heyv e tu têkilî ji Serok û Îmraliyê nayê girtin. Malbat jî û parêzer jî nikarin biçin. Ev bersiva Wezareta Dadê derew e. Em vê rastiyê ji xwe malbat dizanin ku bersiva wezîr nerast e. Dîsa parêzer jî di 2019’an de 5 caran hevdîtin kirin. Ev hevdîtin di rewşeke awarte de pêk hat. Piştî gireva birçîbûn û rojiya mirinê ev hevdîtin pêk hatin. Bersiva wezîrê dadê ji serî heta binî ne rast e. Wezaret êdî nikare rêbaza xwe jî biparêze. Li dijî hiqûqê tev digere. Tecrîdê pêş dixe. Lê dibêje ‘Ev tiştê ez dikim ne tecrîd e’. Xwe înkar dike. Êdî ew jî nikarin pergala Tirkiyeyê û pergala li Îmraliyê biparêzin. Nabêjin hevdîtina parêzer û malbatan çênabe. Li gorî xwe derewan dikin. Dibêjin her 3 meh carekê û her 6 meh carekê em cezayê dîsîplînê didin. Li gorî xwe rêgezeke ecibandine. Li gorî wê rêbazê jî dixwazin manîpulasyonekê ava bikin.”

Tu agahî ji Îmraliyê tune ye

Omer Ocalan anî ziman ku divê êdî her kes baş zanibe ku Tirkiye êdî rastiya xwe înkar dike û li kirina xwe xwedî dernakeve. Hiqûq û makezagonên xwe binpê dike. Pergalek li gorî keyfîyetê ava kiriye. Ez dikarim bi rehetî û aşkere bibêjim; ji girava Îmraliyê, ji Birêz Ocalan û 3 hevalên li kêleka wî tu agahî tune ye. Fikarên me yên der barê tenduristî, ewlehî û jiyana wî de fikarên me çêdibin. Em wekî malbat her hefte serlêdan dikin. Parêzer serî lê didin. Lê mixabin bersivê jî nadin me.

Em ji ewlehiya Ocalan bi fikar in

10 roj berê me bi heyeta CPT re hevdîtin kir. Rejîm û pergala Tirkiye li pêş aşkerekirina rapora  2022’yan a CPT dibe asteng. Eger Tirkiye li gorî pîvanên hiqûqê tev digere çima destûr nade rapora CPT a 2022’yan aşkere bike. Li Tirkiyeyê hiqûq tarî dimeşe. Hiqûq nemaye. Dixwazin manîpulasyonê çeke. Divê raya giştî û gelê kurd baldar be. Tu hevdîtin tune. Em ji ewlehiya Birêz Ocalan bi fikar in.”