20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogûllari di civîna koma DEM partiyê de daxuyaniyên girîng dan

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser bandora krîza aborî û wiha got: “Ji bo bibin Harun ketin rê niha bûna Qarûn.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê ya di heftane de mijarên di rojevê de nirxand.

Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê, Malbatên Pirsûsê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz û endamên Sendîkaya Tem Emeklîlerê jî tev li civînê bûn.

Hatîmogûllari ji ewil Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û got ku dê tu caran ji bîr nekin. Her wiha Hatîmogûllari Komkujiya  Dêrsimê bi bîr xist û diyar kir ku divê dewlet bi vê komkujiya li dijî mirovahiyê hatiye kirin re hevrû bibe. Hatîmogûllari xwest ku komîsyonê lêkolîn û hevrûbûnê bên avakirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn were xwestin.

Bi domdarî Hatîmogûllari cezayên li Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) Seher Şengunlu û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatine birîn bi bîr xist û got ku îktîdar cezayê dide kesên li dijî yekperestiya li dijî elewiyan û polîtîkayên pişaftinê derdikevin. Hatîmogûllari got ku dê elewî tu caran serî netewînin. Di berdewamê de Hatîmogûllari cejnên Hidirellez û Paskalyayê pîroz kir.

Amedspor pîroz kir

Hatîmogûllari di axaftina xwe de bal kişand ser Amedsporê û şampiyontî lê pîroz kir.

Hatîmogûllari di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û got ku bandoreke giran li kedkar û karkeran dike. Hatîmogûllari wiha domand: “Ji bo bibin Harun ketin rê niha bûna Qarûn. Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan ziqim be.”