28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Dewlet bi tecrîdê dixwaze kurdan tune bike

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan,  der barê 3 salên tecrîda mutlaq de diyar kir ku dewlet bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze kurdan tune bike û got: "Pirsgirêka kurd bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe. Muxatabê çareseriyê jî Abdullah Ocalan e."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîde de tê girtin. Bi taybetî di 3 sal in dawî de qet agahî nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmraliyê bertekên gel jî her ku diçe mezin dibin. Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê dan destpêkirin û greva birçîbûnê berdewam dike.  Malbatên girtiyan jî li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê nobeda edaletê dan destpêkirin û dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Dîsa ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kurdan û dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de li zêdeyî 100 navendên cîhanê hamleya azadiyê dan destpêkirin. Pêngava azadiya Ocalan bi gelek calakiyên cuda berdewam kir. Li Ewropa meşa dirêj a 25 rojan hatin lidarxistin. Li Bakurê Kurdistanê Meşa dirêj a 15 rojan pêk hat. Di Newrozê de gel dîsa azadiya Ocalan xwest.

3 sal in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê stendin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de Mehmet Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, lê ev hevdîtin tenê 3-4 deqeyan dom kiribû û piştî wê rojê tu agahî ji Abdullah Ocalan nehatibû girtin.

Mehmet Ocalan ku di 3’yemîn salvegera hevdîtinê de ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş re axivî. Ocalan bi lêv kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.

Abdullah Ocalan: Divê parêzerên min bên vir

Mehmet Ocalan der barê hevdîtina dawî ya bi birayê xwe Abdullah Ocalan de anî ziman ku hevdîtina wan tenê çend deqeyan berdewam kiriye û wiha got: “Ji min re gotin ku hûn ê di 25’ê Adarê de biçin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re bi telefonê biaxivin. Roja din ez bi parêzerên xwe re çûm Rihayê û serok re avivîm. Serokatî di hevdîtinê de pirs kir got tu li ku ye û kê gazî we kiriye? Min jê re got ku ez li Serdozgeriya Komarê me û ji aliyê rêveberiya Îmraliyê ve gazî min kirin ji bo hevdîtina bi telefon. Li ser vê yekê Serok jî got, ‘Ev şêwazê hevdîtinê ne rast e. Ev ne tiştekî be qebûlkirin e. Dewlet vê yekê îstîsmar dike. Dewlet îstîsmar bike jî divê hûn îstîsmar nekin. Heke bi min re hevdîtin çêbibe mafê min ê qanûnî heye. Divê parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Piştî çend deqîqeyan axaftin qût bû. Me nekarî zêde biaxivê.”

Divê bi Serok re müzakere bên kirin

Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku piştî wê rojê tu agahî ji birayê xwe Abdullah Ocalan negirtiye û wiha bertek nîşanî tecrîde da: “Tu eleqeya vê tecrîdê bi hiqûq, mirovahî û exlaqê re nîn e. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Piştî wê rojê dîsa ji serok û 3 hevalên li wir tu xeber nehat. Tu agahiya me tune ye ka girtiyên li Îmraliyê sax in an ne sax in. Serok ne kesekî ji rezeyê. Gelê kurd weke Rêberê xwe nîşan da ye û divê dewlet jî rêze ji qanûnên xwe re bigrê û mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bîne. Divê bi Serokatî re muzakere bê kirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li dijî vê tecrîde divê gelê Kurd, demokrat û rewşenbîr jî bertekên xwe nîşan bidin.”

‘Em bibin dengê girtiyan’

Ocalan bal kişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dane destpêkirin û ev tişt gotin: “Girtî her tim li dijî tecrîdê neçar dimînin ku serî li girevên birçîbûnê bidin. Li dijî tecrîde girtî bi îradeyeke mezin girevên birçîbûnê didomînin. Her wiha malbatên wan jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tecrîd bê rakirin dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin e. Divê em bibin dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bi cih ben çi ji destê me tê bikin.”

 ‘Gelê kurd bi kuştinê naqede’

Ocalan anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên şer dixwaze gelê kurd tune bike û wiha pê dê çû: “Pirsgirêka kurd ne bi polîtîkayên şer, divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Dewlet projeyên tunekirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Lê gelê kurd bi kuştinê naqede. Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi kuştin û qetlîaman çareser nabe. Pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêyên demokratîk çareser dibin. Carinan derdikevin û dibêjin me ewqas mirov kuştin.  Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, Kurd, Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn wê bigihêjin aramiyê. Îro krîzeke aborî ya giran heye. Sedema bingehîn a vê krîza aborî polîtîkayên şer in. Siyaset bi xwînê nayê kirin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Serok e. Ji bo vê jî pêwîste dewlet bi muxatabê xwe re rûne û bi awayekî lezgîn vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike. Lewma ev pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe.”

Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza wan ew ê ku mafê hevdîtina rû bi rû bi birayê xwe Abdullah Ocalan re pêk were û wiha got: “Her wiha divê girtiyên din ên siyasî yên li Girava Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li girava Îmraliyê ev 3 sal in tu xeber tune. Em nizanin gelo ew kes hene an na. Ev mafê me yê mirovî û qanûnî ye. Divê dewlet jî qanûnan pêk bîne û deriyê Îmraliyê veke.”

 Çavkanî: Ajansa Mezopotamya  (MA)