28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê 152 roj in rojnameger Silêman Ehmed winda kiriye

PDK’ê 152 roj berê Rojnameger Silêman Ehmed revandin û 152 roj in tu agahî ji Ehmed nayên girtin.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Hêzên PDK’ê ew revand û 152 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de edîtoriye dike.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.  Reşîd destnîşan kir ku li gorî xala 19’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, divê parêzerê her girtiyekî hebe û bêyî parêzer tu kirarî nayên kirin. Reşîd, got: “Asayîşa Dihokê û hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi awayekî eşkere Destûra Bingehîn binpê dikin. Em amadekariyan dikin ku serî li Dadgeha Federe ya Iraqê bidin. Asayîş û hikûmet destûrê nade em hevdîtinê bikin û her tim hinceta ‘li vir nîne, lêpirsîn hêj bi dawî nebûye’ nîşan didin. Hemû hewldanên me bêencam man. Em ê di demekî herî kin de ji bo Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdanê bikin. Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome.”

Zêdeyî 10 serlêdan kirine

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, çendek roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.