3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin

Gel li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku yek ji navenda erdhejê bû, agirê Newrozê geş kirin.

Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê Sibata 2023’an de bûbû navenda erdhejê, gel bi dirûşma “Rabê Dema azadî û serkêftineyê” Newroz pîroz kir. Gel li qada Konteyniran kom bû û Newroz pîroz kir.
Gel li qadê bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadi” berz kir û ji girtiyan re azadî xwestin.

Di pîrozbahiyê de Parlamentera DEM Partiyê Çiçek Otlu, anî ziman ku di ser erdhejê re zêdeyî salekê derbas bû, lê hêj birînên mexdûrên erdhejê nehatine kewandin û wiha got: “Li ser vê axê komkujiya elewiyan pêk hat. kurd hatin înkarkirin. Me di erdehja 6’ê sibatê de dît ku elewî û kurdan dîsa tune dihesîbînin.
Di pîrozbahiyê de Namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Enqereyê Gultan Kışanak jî xwendin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça jî anî bal kişand ser daxwazên girtiyên siyasî yên aştî û çareeseriya demokratîk û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtîn. Akça xwest bi lez daxwazên girtiyan bên bersivandin.

Piştî axaftinan bi coşek mezin Agirê Newrozê pêxistin. Gel li dora Agirê Newrozê gavend gerandin û bi şahiyek mezin pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê