5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şemzînanê coşa Newrozê

Gelê Şemzînanê li gel barana zêde, Newroz bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîroz kir.

Gelê Şemzînanê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz pîroz kir. Tevî barana zêde, xelkê navçeyê herikî qada Newrozê ya Pêsanê. Welatî bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikên xwe tev li bûn. Gel li qadê bi coş û kelecanek mezin kom bûn û bê navber dirûşmeyan Newroz pîroz kir. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê û flalamayên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Pankart û dovîzên “Rabe DEM hat”, “Dem Dema Şemzînan’ê ye”, “Hezar silav ji zindanan re”, “Jiyan em in yên birêve dibin dê em bin”, “Ne ronahiya ampûlê, ronahiya rojê têra me hemûyan dike” û “Dem dê were, dewran dê biguhere” vekirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan azadî” û “Şemzînan bi ser serbilind e” berz kir.

Namzeta DEM Partiyê ya Şemzînanê Nazdar Opengîn di pîrozbahiyê de hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya aştiya gelan û got ku Newroz roja serhildana li dijî Dehakan e.

Namzetê hevşaredariyê Naîf Erogûz jî da zanîn ku ev zêdetirî 2 meh in mal bi mal digerin û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe ya bi hîleyan hatiye standin bigirin û diyarî gelê xwe bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez jî gel silav kir û ev tişt anî ziman: “Di vê roja Remezana mibarek de AKP bêyî ji xwedê bitirse, li dijî kurdan polîtîkayên qirêjî dimeşîne. AKP di wesayîta hilbijartinê de stranên kurdî vedike. Yê nezane jî dê bibêje qey kesên li Meclisê kurdî qedexe dikin AKP nîne, yên konserên kurdî qedexe dike AKP nîne.”

Piştî axaftinan jî Hozan Serwan, Hozan Cevdet Şemzînî, Adem Şemzînî û Îzzet Şemzînî derketin ser dikê û coşa pîrozbahiyê derxistin lûtkeyê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.