spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekîtiya neteweyî

Ger kurd karibin yekîtiya netewî saz bikin -Lê ji dil saz bikin- wê cîhan biheje. Sazûmana cîhanê serûbin bibe. Bi sazkirina yekîtiya netewî ya kurdan wê rewşa her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê were guhertin, ev yek tê wateya veguhertina Rojhilata Navîn.

Di pîrozbahiyên cejna Newrozê de him gelê kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê, him kurdên li derveyî welêt dijîn û him sazî, rêxistin û partiyên kurdan bi coş û dengekî hevbeş peyama «-«Yekîtiya Netewî» dan. Ji ber ku her kes û hêz dizane, birîna herî xedar û êşa herî dijwar a kurdan tunebûna yekîtiya netewî ye. Ger kurd karibin yekîtiya netewî saz bikin -Lê ji dil saz bikin- wê cîhan biheje. Sazûmana cîhanê serûbin bibe. Bi sazkirina yekîtiya netewî ya kurdan wê rewşa her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê were guhertin, ev yek tê wateya veguhertina Rojhilata Navîn, gava Rojhilata Navîn were guhertin bandora wê yekser li ser Rûsya û Amerîkayê -her du hêzên emperyal- dibe, ku ev jî wê encamên xwe vegire gelemperiya cîhanê. Lê ji bo vê yekîtiya kurdan ferz e. Lê ne yekîtiya hin kurdan an hin beşên kurdan an hin partiyên kurdan. Bi rastî û ji dil yekîtiya giştiya kurdan -herî kêm yekîtiya kurdên ji bo azadiya kurdan û rizgariya Kurdistanê di demeke dîrokê de ked dane, bi mal, milk, can û xwîna xwe têkoşîn dane yan piştgiriya têkoşînê kirine.

Bê guman kesên ji xwe re dibêjin, «ez kurd im», lê destên wan bi xwîn in û di kuştina zarokên kurdan de bi dewletên dagirker re hevkarî kirine, ewê li derveyî vê yekîtiyê bimînin û gava ev yekîtî saz bibe wê ji xayin û xwînxwarên kes û partiyên wek Huda-Parê hesabekî dîrokî were pirsîn. Divê ti hêz û kes nehizire, ku rojekê wê ev xwînxwar û xayin werin efûkirin, ew divê cezayê xwe yê kuştinên bi navê Hizbûlkontra kirine, bidin, ger ew bi destê AKP û dewleta tirk bibin şirîkê hikûmeta tirk jî, wê gelê kurd vê yekê ji wan re nehêle û hesabê salên 1990î ji wan kujêran bipirse. Divê eşkere were zanîn, ku gava qala «yekîtiya netewî» tê kirin, hêzên wek Huda-Parê qet nayên qalê jî, bila ti kes di vî warî de xwe şaş neke.

Lê hêzên din ên di demeke dîrokê de ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê bi awayekî têkoşiyane, li ber xwe dane, divê destê xwe bixin bin kevir û êdî ji bo sazkirina yekîtiya netewî hewl bidin. Ger em kurd bawerî bi cejna Newrozê tînin, bi germayiya wê dicoşin, derdikevin pêşberî gel û daxuyaniyan bi navê Kurd û Kurdistanê didin, wê demê divê ji bo azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê jî dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî, eşîrî û heta partiyî berdin. Ti partî nikare di ser Kurdistanê re be, tenê dikare di bin xizmeta Kurdistanê de be. Armanca sazkirina rêxistinan û damezirandina partiyan xizmetkirina ji welêt re ye. Welat û berjewendiya welat di ser hemû hêzan re ye. Gava hêzek xwe di ser welêt re bigire, ew ber bi dîktatoriyeke wek a Hîtler, Mûsolînî, Stalîn, Pûtîn, Erdogan û hwd. ve diçe. Ev yek ji bo Kurdistanê jî derbasdar e. Ya bingehîn Kurdistan e; ji bo vê divê hemû sazî, rêxistin, partî, eşîr, malbat û kes di bin xizmeta Kurdistanê de bin. Gava Kurdistan ne azad be, ew nikarin xwe serdest bihesibînin. Ger ew vê yekê li yaqî xwe bibînin jî, divê gel ji wan re nehêle û hesab ji wan bipirse, bibêje, ger Kurdistan hebe, hûn jî dikarin hebin, ger Kurdistan tine be, em ne bi we re ne û wê demê hûn jî tine ne.

Di vê qonaxa dîrokî ya em gihiştinê de derfeteke mezin a damezirandina Kurdistaneke, bi sedê salan xeyal û hêviya gelê kurd e bi dest ketiye: Li Rojava nîv-dewletbûn, li Başûr nîv-dewletbûn û li Bakur di warê rêxistîbûna gel de dewletbûneke ne fermî çêbûye. Li Rojhilat gel ji xwe amade ye û tîbûyê azadiyê ye, bes ku hêzek jê re rêbertiyeke rast û durist bike, ewê sazûmana îslamî ya xwînrij di wê kêliyê de têk bibe. Di serhildanên pêk tên û herî dawî di Newroza îsal de bi rabûna gel, bi coşa gel vê yekê xwe da der. Tişta ji azadbûnê kêm «yekîtiya netewî» ye.

Ji bo sazkirina yekîtiya netewî, divê hemû partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê xwedîgotin, erk û hêz in werin ba hev. Bêguman di navbera partiyan de hin nakokiyên sivik an giran, ên seresera an kûr hene. Hin partiyan dem bi dem an doh-pêr an îro dest dane neyarên xwe, ku berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bi pêş de bibin. Hin partiyan êrîşî hin partiyên din kirine û di demekê de xwîn ji hev rijandine. Ev tev pirsgirêkên bingehîn ên divê bi awayekî werin çareserkirin in, lê yek ji van pirsgirêkan jî nikare di ser hebûn û rizgariya Kurdistanê re be. Hemû partiyên dikevin nava vê çarçoweyê, divê bê şert û merc rewşa xwe ya heyî binirxînin, li şûna têkiliyên xwe yên bi neyarên Kurdistanê re, têkiliyên xwe bi partiyên Kurdistanî re saz bikin û li şûna dijberiya hev bikin, li riyên bidestxistina dostaniya hev bigerin. Ger di vê qonaxa dîrokî de ev partî nebin yek û Kurdistaneke azad saz nekin, di deh salên pêşiya me de wê ew jî tine bibin. Bila nebêjin, emê heta qiyametê şiyandar bimînin û gel ji me re koletiyê bike û emê dijminiya hev bikin û bi dijminên xwe re reqs û dîlanê bidomînin. Dîrok wê vê yekê ji we re nehêle!

Dem dema sazkirina yekîtiya netewî ye. Ti berjewendî, ti nirx, ti nakokî, ti pevçûn, ti daxwaz nikare di ser daxwaz û hêviya azadkirina Kurdistanê re be! Çawa ku hebûna rojê li cîhanê bingehîn e, hebûna Kurdistanê jî ji bo hemû Kurdan bingehîn e. Dirûşmeya «Bijî Kurdistan» divê dirûşmeya bingehîn a her partiyê be. Gelo partiyeke xizmeta rizgariya Kurdistanê neke, ew çawa dikare xwe Kurdistanî bihesibîne? Gelo partiyeke ji bo sazkirina yekîtiya netewî fedekariyê neke û gavên pêwîst neavêje ew dikare bibêje «ez Kurdistanî me?» Ma partiyeke azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê di ser hemû doz û berjewendiyan re negire, ewê çawa karibe li ber çavên gelê kurd xwe pak bide xuyakirin?

Ger em dixwazin cîhaneke mirovhez, bê şer, demokrat û xweş saz bikin, divê destpêkê em Kurdistaneke azad damezirînin. Ma heta welatê me azad nebe, em dikarin azad bibin? Ma heta em bê welat bin, em dikarin li cîhanê xwe wek mirov bihesibînin? Ger em dixwazin cîhaneke bêsînor saz bikin jî, ma ne divê destpêkê em sînorên welatê xwe bi dest bixin? Em ji bîr nekin, ger îro Tirk, Ereb û Fars bê sînor me Kurdan dikujin, ji ber ew xwedî dewlet û welat in û em bê dewlet û bê welat in. Ji bo em hêza wan tine bikin, an biguherînin, an wan bînin ser riya «xwe», divê destpêkê em bibin xwediyê Kurdistaneke azad!