20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parastina gelê kurd dike

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî rêwîtiya li Ewropa û Kenyayê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan derxistin dadgehê û darizandinê dest pê kir. Lê Abdullah Ocalan ji parastina  xwe zêdetir parastina gelê kurd dike

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1998’an de bi armanca ku çareseriyekî ji meseleya kurd re bîne û bi heman awayî vê meseleyê ji  tevahiya cîhanê re belav bike ji Rojhilata Navîn berê xwe dabû Ewropayê. Di rêwitiya ji 4 mehan zêdetir a di navbera Atîna, Moskowa, Roma û Kenyayê de bi komployeke navdewletî radestî dewleta tirk hatibû kirin.

*Di 15’ê Sibatê sala 1999’an de li girtîgeha Girava Îmraliyê hat girtin û êdî pêvajoyeke cûda li Tirkiyeyê destpê dikir. Lê rastiye heyî ew e ku Rêberê Gelê Kurd girtîgeha İmraliyê têxe qada berxwedanê ya ku bingeha xwe ya teorîk saxlemtir dike.

*Piştî ku rêberê Gelê Kurd bi awayekî fizîkî li Girava Îmraliyê hat hepskirinê êdî darizandineke derewîn ji aliyê dadgehên dewleta tirk ve destpê kir. Dozgerên ku ji aliyê  Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Ankarayê ve hatibû amadekirinê berê xwe dan İmraliyê û dest bi jêpirsînê dikin. Jêpirsîn bi awayekî fermî destpê dike û çeprast 10 rojan didoma. Heyet ji çar yekeyên ewlekariyê ên wek Fermandariya Giştî, Cindirme, Emniyet û Îstîxbarata Mîllî pêk tê û ev heyet tev li jêpirsînê dibin.

*Lêpirsîn bi awayekî seranser a ku tenê Rêberê Gelê Kurd bê sûcdar kirine destpê dike û rola dewleta tirk a di şewitand û valakirina gundan û tunehesibandinê de, di qirkirinê kurdan de jixwe ber çav jî naye girtin. Di van 10 rojên jêpirsînê de Rêberê Gelê Kurd balê dikşîne ser meseleya kurd a ku bi avakirina komara tirk re kurd û gelên din hatine tunekirin û qala modela Komareke Demokratîk dike.Jixwe di vê jêpirsîna ku hemû saziyên dewletê tev lê dibin de bi tu awayî parêzerên, Rêberê gelê Kurd biparêzin jî li gel tune ne. Bi awayekî formalîteyî û bi awayekî lez û bezî biryar hat dayîn ku Rêberê Gelê Kurd di 31’ê Gulana 1999’an de bê darizandin.  (https://www.youtube.com/watch?v=3FzzsuNn3h8 )

*Li Giravê jêpirsîna bi  roj û kêliyên ku meseleya kurd dihat nîqaşkirinê berdewam dikir li derve jî gelek berxwedan û çalakiyên gel berdewam dikirin û komloger dihatin protestokirin.

*Mehek şûn de di sala 1999’an de cara yekem heyeta CPT’yê jî hat serdena Rêberê Gelê Kurd kir. CPT’yê piştî serdana xwe ya li Îmraliyê diyar dikir ku şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ji bo tenduristiyê qet nebaş in û di rapora xwe de wiha digot: “ Divê ji bo bandorên neyînî yên li ser tenduristiya derûnî ya Ocalan ku tik û tenê di bin ewlekariya bilind de tê hiştin, bi awayekî lezgînî ji holê bên rakirin û tedbir bên girtin. Bi taybetî girtiyên ku di ewlehiya bilind te tên girtin, divê di nav sînorên yekîneyên xwe yên taybet de bi serbestî, bi girtiyên din re bên gel hev, li heman cihî bikaribin tev li nav hin aktîviteyan bibin.”

*Bêguman her çiqas ku ev raporên CPT’yê balê bikşînin ser tecrida ku li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin jî dê bi salan Rêberê Gelê Kurd bi tena serê xwe ji civakê bê îzolekirin.

*Yek ji endamê CPT’yê Jean-Pierre Restelliniyê ku di heyeta cara yekem ya CPT’yê de bû, bi dehan salan şûn de li ser wan kêliyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re wiha dibêje: “Bi tavahî di sala 1999, 2010 û di 2013’an de sê caran min serdena Ocalan kir. Di hevdîtina me ya cara yekem de ji ber ku Ocalan nû hatibû girtin û em nas ne dikirin, nizanî bû em kî ne, niyeta me nizanî bû hinekî gergin (şidandî) bû (bi gotina min bi hêrs bû). Di hevdîtinên me yên din de êdî rihettir bû û di navbera me de  têkiliyeke dostane ava bûbû.  Hevdîtina me 2-3 saetan berdwam kiribû. Ez wek doxtorekî ji tenduristiya Ocalan bi fikar bûm. Min destûr ji wan xwest ku ez Ocalan muayene bikim.” ( https://www.youtube.com/watch?v=fSRRWuWjEuA )

*Di roja 5’an a radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hin parêzerên wek Eren Keskîn û Osman Baydemîr hatin gel hevdû biryar dan ku dest bi parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Bêguman di şert û mercên wan rojên piştî 15’ê Sibatê zêde bi xetere bû û dê rastî gefên mirinê hwd bihatana. Jixwe parêzerên wek Eren Keskîn, Medet Serhat û Osman Baydemîr bi salan bû ku tenê li ser dosya û dozên kurdan ên ku rastî tundî û îşkenceyê dewletê hatî û mafên wan hatî binpêkirinê, disekinîn.

*Ligel vê yekê parêzer biryar didin ku her çiqas pêvajoyeke pir zor û zahmet be û bi kuştina wan jî bê encamkirinê dê parastina Rêberê Gelê Kurd bigrin ser xwe. Parêzer Eren Keskîn ji bo wan kêliyên biryardayîn û serlêdanê wiha dibêje: “ Di êvara roja 5’an a girtina Ocalan de Osman Baydemîr li min geriya û gote em li ku hevdû bibînin. Ji bo tu kes sedema hatine me ya gel hevdû fam neke, em li restoraneke lûks a cihê sosyeteyan rûniştin. Ya rastî bi awayekî wisa vekirî me tiştek negot. Tenê Osman ji min re got, tu yê di vê dozê hebe an na? Min jî got ez ê hebim.”

*Li ser vê biryarê rojek şûnde 12 parêzer li Weqfa Lêkolînên Cİvak û Hiqûqê (TOHEV) kom dibin. Hin ji wan her çiqas ku fikarên xwe yên ji bo ewlehiyê tînin ziman jî piştre hejmara wan her diçe zêdetir dibe. Roja din dema ku diçin ber deriyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê DGM) yek ji parêzerê muxalîf bi navê Ahmet Zekî Okçûoglu jî dixwaze tev li vê parastina dîrokî bibe.

*Eren Keskîn di roportajeke xwe de ji bo wê kêliya diçin gel dozger jî wiha bahsê dike: “Me dizanî bû ku piştî biryara ma ya ji bo parezertiya Ocalan, dê her tim êrişî me bikin û em ê rastî gefên kuştin û heqeratan bên. Ji ber wê Ahmed bû berdevkê me. Ez, Osman û Ahmed em bi hev re çûn odeya dozger û me got: “ em parêzerên Ocalan in û em dixwazin pê re hevdîtinê pêk bînin. Dozger pir hêrs bû hindik ma bû ji ser koltix bikeve û ji me re got: “ ev çi cesaret e, çawa yanî hûn parezerên wî ne?’ Û bi nefretê li me meyze kir. Lê pişt re tenê gotina temam ji devê wî derket û daxwaznameya me hewaleyî DGM’yê kir. Bi vî awayî êdî me destpê kiribû.”

*Piştî bi awayekî fermî dibin parêzerên rêberê Gelê Kurd li her deverê ku diçûnê de rastî gefên kuştin, tundî û êrîşan dihatin. Jixwe heta 6 mehan jî tu parêzeran nikarî bûn biçin malên xwe. Ji ber ku li ber malên parêzeran ji bo wan bikûjin bi sedan nîjdaperest bi destê dewletê hatibûn komkiriinê. û bi alan derdora mala Eren Keskînê girtibûn. Li kolanan û li deveran parezer ditîn de êrîşî wan dikirin. Medyayên alîgir her roj wêneyên parêzerên Abdullah Ocalan parve dikirin. Herî zêde jî êrîş û haqaret li Erenê dikirin. Ev êrîşên ku bi destê dewletê û ji navendekî ve hatibûn eyarkirinê biryar dan ku êdî vê rewşê normalize bikin.

*Ji aliyekî ve kurd û dostên kurdan li ser lingan bûn û ji çiyayên Kurdistanê heta nava metropol û bajaran çalakî li ser çalakiyan pêk dihatin; ji aliyê din ve jî parêzerên Rêberê Gelê Kurd bi lînçkirin û tundiyê re rû bi rû diman.

*Ji koma parêzeran êdî Hatîce Korkût û Ahmet Zekî Okçûoglu cara yekem bi rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk tînin. Di hevdîtina cara yekem de  Rêberê Gelê Kurd ji parêzeran dibêje ku; “Aram tevbigerin, radîqal tevnegerin. Bi awayekî lihevhêner (uzlaşmacı) bi wan re biaxivin. Rewşa min ji raya giştî re parve bikin.”

* Li ser vê yekê jî parêzeran piştî hevdîtinê dixwazin ku daxuyaniyê li Sultanahmetê cihê çapemeniyê bidin lê beriya parêzer biçin avahiyê derdora wê bi girseyên nîjadperestan re hatibû tijekirin. Dema parêzer hewldidin derbasî hundir bibin bi heqaret, dijûn, gefên kuştinê û bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Jixwe ji ber wan êrîşên heyî di serî de Osman Baydemîr nikare derbasî avahiyê bibe, piştre dikeve hundir. Ji bo vê daxuyaniyê MED TV jî dixwaze weşana zindî bike lê derfet çênabe ji bo MED TV ye parêzerê bi navê Îmam Şahîn bi telefona destan xwe di bin maseyê daxuyaniyê de xwe vedişêre û bi vî awayî tenê bideng weşana zindî tê dayîn.

*Rêberê gelê Kurd di pêvajoya jêpirsînê ya ji 16’ê Sibatê heta 31’ê Gulanê êdî hem bi parêzerên xwe dest bi hevdîtinê kiribû hem jî bi rêhevalên xwe yên PKK’ê re jî bi rêya nameyan di nav têkiliyê de bû. Ji ber ku piştî Rêberê Gelê Kurd di 15’ê Sibatê de radestî dewleta tirk hat kirine; gelê kurd ji bajarên Tirkiyeyê heta gelek welatên din li ser lingan bûn. Her wiha PKK jî hem li metropolan hem jî çiyê gelek çalakiyên mezin û bi bandor dikirin. Ev çalakî heta 17’ê Adara 1999’an ku parêzer bi Rêberê Gelê Kurd hevdîtin pêk anîn jî berdewam kirin. Bi parêzerên xwe ji bo çalakî bi dawî bibin û rêya diyalogê bê axaftin, peyama ‘divê bi awayekî lezgînî çalakî bên seknandin’, şand. Ber bi dawiya meha adarê ve êdî PKK’ê piştî ku piştrast kir biryar ji deve Rêberê Gelê Kurd derketiya biryara dawî li çalakiyên metropolan bîne, da.

*Li ser van çalakiyan jî dewleta tirk mecbûr ma ku di polîtîkayên xwe de paş de gav biavêje û li ser vê yekê di van her sê mehên Adar, Nîsan û Gulanê de rê li ber avakirina têkiliyeke di navbera Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê de veke. Rêberê Gelê Kurd ji bo çareserkirina meseleya kurd serî li rê û rêbazên nû yên çareserkirinê dida. Li ser vê yekê di 19’ê adara 1999’an de nameyek şand ji konseya PKK’ê re û di nameya xwe ya yekem de bal dikşand ser hevdîtinên xwe yên bi dewletê re, rewşa heyî parve dikir. Bi vî awayî rêhevalên xwe yên PKK’ê jî ji rewşa xwe haydar kirin.

*Konseya PKK’ê jî di 6’ê Gulan 1999’an de bi deklarasyonekî diyar kir ku; ‘PKK bi her awayî û bê teredûd, girêdayî rêberê xwe Abdullah Ocalan e û her wiha da zanîn ku ew ê bi stratejiya serdema nû ya Rêberê xwe re dilsoz bin.

*Hewceye bêgotin ku radestkirina Rêberê Gelê Kurd bandora xwe dide Newroza sala 1999’an jî. Ji metropolên Tirkiyeyê heta Bakûrê Kurdistanê bi deh hezaran kurd derketin li kolanan û li her cihî agirê Newrozê pêdixistin û banga azadiya fizikî ji bo Rêberê xwe Abdullah Ocalan dikirin. Her wiha li Stenbol, Edene û Mersînê esnafan kepenk digirtin û bi hezaran kes hatin binçavkirin,rastî îşkenceya dewleta tirk dihatin.

*Di roja 31’ê Gulana 1999’an de li Girava Îmraliyê bi awayekî formaliteyî dewleta tirk dest bi darazê kir. Dewletê hem di pêvajoya jêpirsînê hem jî di ya dadgehê de her tim tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigeriya lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tu awayî wek kes li ser şexsê xwe ne disekinî tenê ji bo çareseriya meseleya kurd û şerê ku bi deh hezaran kurdan canê xwe daye bi dawî bibe li ser fikrê siyaseteke demokratik disekînî û pêş dixist. Parastina xwe ya di pêvajoya dadgehê de jî bi heman awayî kir û tenê li ser çareserî û ji bo statûyeke gelê kurd, diaxivî.

*Rêberê Gelê Kurd di nivîsa xwe ya ji bo heyeta dadgehê nivîsî de wiha digot: “Tişta ku di şexsê min de tê darizandin dîrokeke bi êş û civakeke birîndar e. Ji niha û pê ve ger derfet bi dest bixim, dê têkoşîna min li ser esasê ji holê rakirina şerê çekdarî vekişandina PKK’ê ya li ser zemîna siyasî ya legal be. Divê sedsala 21emîn êdî bibe sedsala yekitî û pêşketina aştiyane.”

*Bi tevahî di nav mehekî de dadgeha tirk di encama 9 rûniştinên ku ser gohê xwe ve avêtî de di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê da. Biryara di 29’ê hezîranê de bêguman wisa ji rêzê nebû; çawa ku di 15’ê Sibatê yanî di roja Serhildana Şêx Seîd de Rêberê Gelê Kurd bi destê hêzên komploger radestî Tirkiyeyê hat kirine; bi heman awayî di 29’ê Hezîranê roja darvekirina Şêx Seîd de biryara darvekirina rêberê Gelê Kurd dihat dayînê.

*Biryara darvekirina Rêberê Gelê Kurd di serî de ji aliyê gelê kurd ve hat protestokirinê û di kêliya piştî biryarê de jî ji Almanya, Îtalya, Yewnenistan, Fransa û heta Ingilistanê nerazîbûn hatin parvekirinê û gotin ku ger ev biryar were Înfazkirinê dê Tirkiye ji Ewropayê dûr bikeve. Hema bêjin ji her welatekî hişyariyên ji bo darvekirinê dihat kirin lê tenê Amerîkayê digot ku ‘ew darizandineke adilane ye û divê tu kes li hember vê darazê nesekine’

*Têkildarî biryara darvekirinê, Rêberê Gelê Kurd jî wiha digot: “Ez aram im. Ez ne ketime derdê canê xwe. Ti fikarên min ên şexsî nînin. Bi baweriya min ev biryar ji bo razîkirina raya giştî ye.  Biryar bêtir di fonksinoya deşarjkirinê de ye.”

*Bêguman li Tirkiyeyê di tu demê de û tu carî  li hemberî kurdan darazeke serbixwe tunebû. Dîroka netewe dewleta tirk li ser tunnekirina kurdan hatibû avakirinê. Bi taybetî jî di doza Rêberê Kurdan de jî dê dadgeheke serbixwe pek nehata. Ger jixwe mimkûn buya di dozan de wê hem aliyên neteweyî yên meseleya kurd û hem jî aliyên civakî bihatana nîqaşkirin.

*Komara tirk çawa ku sed sal berê ji bo hebûna xwe gelê kurd asîmîlekir û pêşengên kurdan qetilkirin sed sal şûn de hewlda bi heman hişmendiyê nêzî meseleya kurd û Rêberê Gelê Kurd bibe. Lê bêguman dê ev yek ne mimkûn ba û ji ber ku bi milyonan kurd bi yek dengî digotin Abdullah Ocalan serokê me ye.

*Jixwe demek şûn de dewleta tirk û hevkarên wê dîtin ku bingeha darvekirinê dê ne mimkûn be û meseleya kurd dê tundiyeke cûdatir bi xwe re bîne; di sala 2002’yan de maddeya darvekirinê li meclisê rakirin.