20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên Ziman deklerasyona 15’ê Gulanê eşkere kir

Komele, sazî û partiyên siyasî deklerasyona 15’ê Gulanê eşkere kirin û gotin: “Li dijî polîtîkayên bişavtinê em bang li jin, ciwan, rewşenbîr, partî, sazî û ji heft heta heftê salî, tevahiya gelê kurd dikin ku têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin.

Komele, saziyên sivîl û partiyên siyasî li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûr a Amedê deklerasyona ji bo 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin. Saziyan pankarta “Her der Kurdî, her dem Kurdî” vekirin. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komeleyên çand û ziman, Meclîsa Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û gelek kes tev li deklerasyonê bûn. Endamê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û ya kirmançkî jî Hevberdevka Lijneya Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli Balsak derlerasyon xwendin.

Metna deklerasyonê wiha ye: “Ji sala 2006 an vir ve 15 ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlankirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pîroz dikin.

15 ê Gulana 1932 yan rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê dest bi weşana kovara Hawarê kirine. Ev roj gavekî dîrokî ye û ji bo Kurdan cihekî xwe yê girîng heye ku yekem car kovareke bi kurdî û bi alfabeya latînî çap bûye û mijara alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî zelal kiriye. Her wekî ku di destpêka weşana kovara Hawarê de hatîye gotin, “ Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.  Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî de heyîna zimanê me bide naskirin. Lewma ku  ziman şertê heyînê yê pêşîn e”.

Gotina birêz Abdullah Ocalan a  “Ziman laş e, çand laş e, li bedena xwe xwedî derkevin” vê heqîqetê piştrast û temam dike. Gava ku em li gotinên Celadet Elî Bedîrxan û Birêz Ocalan ên ku hev temam dikin dinerin, dibînin ku êrîşên li ser zimanê Kurdî û tecrita li ser birêz Ocalan pêkanînên ji hev ne cuda û encamên heman polîtîkayên înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî ne. Di sedsala 20 emîn de li gelek welatên dinyayê ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewlet, van welatan veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewlet a ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan perwerdehiya yekzimanî li ser gelan ferz kiriye.

Li hember van polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, di dawîya çaryeka sedsala 20 emîn de bi daxwaza azadiya Çand, Ziman û Nasnameya xwe dest bi têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kir. Gelê me, dê ji bo ku qedexeyên li pêşiya pêşketina zimanan bidawî binin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.

Cejna Zimanê Kurdî, dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî,  pêvist e zimanê Kurdî bibe ziwanê fermî û perwerdehîyê. Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê, ji bo zarokên hemû gel û neteweyan mafekî herî xwezayî, bingehîn û gerdûnî ye. Bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji vî mafê bingehîn û gerdûnî bêpar in. Ji ber ku dewleta tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî.

Heta ku hemû maf û azadiyên gelê kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan werin mîsogerkirin, dê gelê kurd li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de bi israr be. Gelê kurd, dê li hemberî mêtingeriyê hebûn û nasnameya xwe biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, di jiyana rojane de bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxive û bi stratejiya parastina hebûna xwe,  siyaseta xwe bi zimanê xwe bimeşîne û feraseta qirker vala derbixe. Gelê me, dê li hemberî serdestan li hemû qadên jiyanê û bi taybetî di warê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de têkoşîna xwe xurtir bike, bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse.

Bi vê armancê, di serî de navêndên me yên xebatê yên civakî, em ê her yek jixwe dest pê bikin û zimanê xwe  di xebatên  xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de bikar bînin, yekîtî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin. Li hemberî feraseta polîtîkayên bişaftinê helwesta em ê li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bikin hêmanê jiyana xwe yê jêneger.

Bi diruşma; ‘HER DEM KURDÎ HER DER KURDÎ’ bi armanca ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, em ê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin. Di vê çarçoveyê de, bi hişmendiya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin. Em ê 11 ê  gulanê li Êlihê starta van rêzeçalakiyan bidin û  ji 11 ê Gulanê heta 1 ê hezîranê li hemû bajar û navçeyên  Kurdistan û Tirkiyeyê meş, miting û daxuyaniyên girseyî, belavkirina belavokan, konser, mîhrîcan, şahî, panel û forûman li dar bixin.

Cejna Zimanê Kurdî di serî de li jinên me yên sembola zimanê dayîkê, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz be. Em bang li jin, ciwan, rewşenbîr, partî, sazî û ji heft heta heftê salî, tevahiya gelê Kurd dikin ku; TÊKOŞÎNA ZIMANÊ KURDÎ BILIND BIKIN.”

Komele, sazî û partiyên siyasî ku ev deklerasyone amade kirine wiha ne:

Kovara Destarê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya  Anka ya Çand û Ziman, Komeleya Arî ya Zimanê Kurdî, Komeleya Arsîsa ya Zimanê Kurdî, Komeleya  Birca Belek a Çand û Ziman,Komeleya Botan a Zimanê Kurdî, Komeleya Ferat a Zimanê Kurdî

Med–Der, Komeleya Wêjekarên Kurd, DBP, DEM Partî, TJA, Platforma Ked û Demokrasiyê