20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ dest pê dike

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û TUHAY-DER a Wanê bê destpêkirin dê sibe li pêşiya avahiya AKP’ê pêk bê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dabû destpêkirin ji 4’ê ve bi qonaxeke nû didome. Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan hatibû destpêkirin jî dê bi çalakiyên “Deng bide azadiyê” bidome. Di çarçoveya çalakiyê de ku ji hêla xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ve li Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê li pêşiya girtîgehan hatibû destpêkirin, dê sibe li Wanê nobet bê destpêkirin. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan dê di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de sibe li pêşiya avahiya AKP’a Wanê bin.

Dê çalakiyek nû bidin destpêkirin

Hevserokê TUAY-DER a Wanê Çetîn Uyar got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de ye û ev tişt anî ziman: “Çalakiyên heta niha ji bo şikandina tecrîdê hatine kirin bêbersiv hatin hiştin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê çalakiyeke nû bidin destpêkirin. Ev 25 sal in birêz Ocalan di tecrîdeke giran de ye û 38 meh in agahî jê nayên girtin. Çalakiya girtiyan û ya xizmên girtiyan bi vê sedemê dest pê kirin. Mixabin dewlet û AKP’ê guh neda van çalakiyan. Em hemleya sêyemîn a çalakiyan didin destpêkirin. Dayikên  Aştiyê dê biçin pêşiya Wezareta Dadê û çalakiyê bidin destpêkirin. Saziyên me û xizmên girtiyan li pêşiya hinek girtîgehan çalakî dane destpêkirin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê li her derê dengê xwe bilind bikin.”

Malbat li pêş avahiya AKP’ê kom dibin

Uyar, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Heta dengê me tê bihîstin em ê her hefteyê li pêşiya avahiya AKP’a Wanê bin. Weke TUHAY-DER a Wanê em bang li tevahiya gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl û dostên gelê kurd dikin ku sibe saet di 14.00’ê de li pêşiy avahiya AKP’ê bin.”