20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê ceza kir

Dadgehê di danişîna biryarê ya doza xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de 5 rojnameger ceza kir.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi KHK’ê hatibû girtin û derheqê 6 rojnameger û belavkarekî rojnameyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ku rojnameger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “kîn û nefret di nava gel de belav kirine” û “pesnê sûc û sûcdar daye” tên tawanbarkirin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di dozê de amade bûn. Şandeya dadgehê ji bo xebatkara rojnameyê Mizgîn Fendîk biryara beraetê da û dosyaya Pinar Tarlak jî bi sedema ku dosyayeke wê ya cuda didome, dosyaya wê hate cudakirin.

 Ceza birîn

Şandeya dadgehê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Alî Çelebî. Bi heman hincetê li rojnameger Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Urun jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê da.

Di heman demê de qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.