20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê danişîna doza 20 rojnamegeran taloq kir

Dadgehê danişîna doza  20 rojnamegeran a li Amedê dîsa taloq kir.

Danişîna doza 20 rojnamegeran ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn binçavkirin û hinek jê demekî girtî man û piştre hatibûn tehliyekirin pêk hat. Danişîna dozê ku rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Serdar Altan, Rohat Bulut, Mehmet Şahîn, Servet Yîgen, Kadîr Bayram, Elîf Ungor, Esmer Tunç, Bêrîvan Karatorak, Omer Çelîk û parêzerên wan Resûl Temur, Salih Tekîn, Serdar Çelebî, Rozerîn Şahîn, Emîn Ozhasar, Canan Atabay û Muhammed Tapanci di danişînê de amade bûn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), DÎSK BASIN-Îş, nûnerên Punto24’ê û gelek rojnamegeran jî doz şopandin.

Di danişînê de li parastina Bêrîvan Karatorak û Servet Yîgen ku îdianameya wan bi dosyayê re kiribûn yek hat guhdarîkirin. Rojnamegeran îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dubare kirin.

Derket holê ku li ser îfadeya îtîrafkar Umît Akbiyik a “Ez Esmer Tunç nas dikim, li Produksiyona Pelê dixebite”, derheqê Esmer Tunç de jî îdianame hatiye amadekirin û bi dosyayê re kirine yekkirin. Esmer Tunç jî di parastina xwe de got ku Umît Akbiyik nas nake û kameramana Pel Produksiyonê ye. Rojnameger Kadîr Bayram jî îfadeyên xwe dubare kir. Notirvanê şîrketê Hamît Akbal jî îdiayên di girteka polîsan de red kir û got aydê wî nînin.

Her wiha li îtîrafkar Umît Akbiyik hate guhdarîkirin. Îtîrafkar Akbiyik bi SEGBÎS’ê tev li bû û got ku Zeynel Abîdîn Bulut, Mehmet Şahîn, Omer Çelîk, Serdar Altan, Kadîr Bayram û Esmer Tunç nas dike. Umît Akbiyik îdia kir ku Pel Produksiyon li ser “fermana rêxistinê” weşana xwe dike, dema di xebatên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de çûye produksiyonê, li wir Kadir Bayram û Esmir Tunç dîtiye û Zeynel Abîdîn Bulut jî di bernameyên televîzyonê de nas dike.

Rojnamegeran jî îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza beraeta xwe kirin.

Parêzerê Resûl Temûr got ku îfadeya îtîrafkar îfadeyên bi sala ye ji bo çapemeniya kurd tên dayîn in û xwest esas neyên girtin. Resûl Temûr xwest ku malzemeyên hatine desteserkirin bên îadekirin, kontrola edlî bê rakirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a Serdar Altan û Esmer Tunç bê rakirin. Parêzerên din jî heman daxwaz kirin.

Şandeya dadgehê biryar da ku îmzeya rojnameger Bêrîvan Karatorak were rakirin, qedexeya derketina derve ya rojnamegeran bidome û ji bo îadekirina malzemeyên hatine desteserkirin nivîsên pêwîst bên nivîsandin. Danişîn taloqî 19’ê mijdarê hate kirin.