20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJK-E 3 hezar û 22 name ji CPT re şandin

Endama YJK-E’yê Besra Uzun, dijyar kir ku ji bo CPT erka xwe pêk bîne û heyetekê bişîne îmraliyê wan heta niha 3 hezar û 22 îmze-name şandine ji CPT re.

Çalakiyên ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Heta niha gelek kampanyayên îmzeyan, panel, seminer û civîn hatin lidarxistin. Gelek meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê rayedarên CPT, KE, NY, DMME’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ker, kor tev digerin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye. 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. Di rojên borî de Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê bersiv da serlêdana der barê tecrîdê de û îdia kir ku ‘girtiyên Îmraliyê ji mafan wekhev fêdeyê digirin.’ Lê Dadgeriya Înfaza Bursayê di 28’ê Adarê de bi hinceta cezayê dîsîplînê heye sê meh cezayê hevdîtinê da malbatan.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di  10’ê Cotmeha 2023’an de dest pêkir, 8 meh in didome. Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan mezin dibin. Pêngava bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di asta duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanya hatiye destpêkirin de li Ewropayê Tevgera Jinên Kurd jî kampanyayan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya “Hezar jin, yek deng” û kampanya ji CPT’yê re name şandin dan destpêkirin û xebatên xwe didomînin.

Endama Yekitiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) Besra Uzun ku di kampanyayê de cih digire der barê kampanyayê de ji nûçegîhana Ajansa JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn re axivî.

 ‘Tecrîd ne mijarek hêsan e’

Besra Uzun bertek nîşanê îdiaya ‘tecrîd tune ye’ ya Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê da  û got: “Em hemû dizanin ku li Îmraliyê tecrîd heye. Tecrîd hem li ser me hem li ser Abdullah Ocalan heye. Ev îşkence ye. Ger tecrîd tune ye çima malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê bikin. Dixwazin me hemûyan tecrîd bikin. Gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake.”

 ‘CPT rola xwe nalîze’

Besra Uzun got CPT li Tirkiyeyê serdana girtîgehan kiriye lê Îmrali ziyaret nekiriye û wiha domand: “CPT peywira xwe neanî cih. Ji ber vê me gelek çalakî pêk anîn. Ji bo CPT çavên xwe veke heyetekê ava bike û bişîne Îmraliyê em mal bi mal tax bi tax digerin û xebata nameyan dimeşînin. Heta niha me 3 hezar û 22 îmze û name şandin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide. CPT ger ku dibêje ez mafan diparêzim divê gelê Kurd jî biparêze. CPT rola xwe nalîze.  Heta serokatiya me azad nebe em ê li kolanan bin. Çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê CPT rehet bernedin. Bila vê baş bizanibin. Bila gelê Kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibe.”