20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dal: Rojnamegeriyê îlegalîze dikin

Rojnameger û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal 14 roj in di hucreyeke yekkesî de tê tecrîdkirin. Solîn Dal anî ziman ku rojnamevanî tê îllegalîzekirin.

Rojnameger û Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat ku di 23’yê nîsanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, di 26’ê nîsanê de ji ber nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û parvekirinên li ser medyaya sanal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnamevan Esra Solîn Dal ku ji roja hatiye girtin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreyeke yekkesî de tê tecrîdkirin, pêvajoya binçavkirin û şert û mercên girtîgehê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nivîsand.

Rojnameger Dal, qala tiştên hatine serê xwe kir û got: “Di 23’yê nîsanê de avêtin ser mala min û ez binçav kirim. Di dema binçavkirinê de rastî muameleyeke cuda hatim. Ez bi hevalên min re nebirim nexweşxaneyê. Her wiha min bi wan re nebirin hevdîtina bi parêzeran re jî. Ji xeynî vê nehiştin ez peyvekê jî bi hevalên xwe re biaxivim.”

Dal anî ziman ku gava wê got ew bêyî parêzerê xwe ‘mulaqatê û hevdîtinê’ qebûl nakim, polîsan ji wê re got ‘tu bi helwesta rêxistinî’ tevdigerî û ew kir hedef û wiha nivîsand: “ Heman helwest û vederkirin li dadgehê jî çêbû. Dadger pirsên wekî ‘çima te li midûriyeta polîsan îfade neda, çima te mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî’ pirsîn û bi vî awayî mafê min ê qanûnî yê bêdengiyê jî wekî hincet nîşan dan.

 Rojnamegeriyê îlegalîze dikin

Tiştên di dosyeyê de hemû ji nûçeyên min pêk tên. Bi vî awayî xwestin rojnamevaniyê îllegalîze bikin. Min di 27’ê nîsana 2024’an de anîn Girtîgeha Bakirkoyê. Bi şev gava bi awayekî asayî lêgerîn kirin, gardiyanan di bin navê ‘lêgerîna berfireh’ de lêgerîna tazî li min ferz kir. Gava min got lêgerîna tazî sûc e û ez qebûl nakim, ji min re gotin ev ne ya tazî ye û pêşmalkeke reş ya emeliyatê dan min û bi vî awayî lêgerîna tazî li min ferz kirin.

Min tecrîd dikin

Ji roja ez anîme vir, ez di hucreyeke yekkesî de têm tecrîdkirin. Min gelek caran pirtûk xwestin lê hê jî nedane min. Ji bo derbasî qawîşê bibim min du caran daxwazname nivîsand, lê ne bi devkî ne jî bi nivîskê tu bersiv nedan min.”