4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

11 Dayikên Aştiyê beraet kirin

11 Dayikên Aştiyê û 2 rojnamegerên ku piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hatin beraetkirin

Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind di 8’ê mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Dayikên Aştiyê di 10’ê gulana 2019’an de bi armanca piştevaniyê li ber Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê ya Jinan çalakî li dar xistibûn û polîsan êrîşî çalakiya wan kiribû. Di êrîşê 11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan Coşkun hatibûn binçavkirin. Bi îdiaya “li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê” û “li ser navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê bin sûc kirine” li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê doz hatibû vekirin. Parêzer Erman Ozturk û Xabat Demîrcan li danîşinê amade bûn.

Piştî parastinê, Dozger nêrîna xwe ya li ser esasê aşkera kir û ji ber nebûna hêmanên hiqûqî yên sûc xwest kesên tên darizandin bên beraetkirin. Piştre parêzeran diyar kir ew bi vê fikrê razî ne û daxwaza beraetê kirin. Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir û diyar kir ku hêmanên hiqûqî yên sûc nehatine tespîtkirin û 11 Dayikên Aştiyê û herdu rojnameger beraet kir. Biryara qedexeyê ya derketina derveyî welat der barê wan de jî hat rakirin.