28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

11 rojnameger hatin binçavkirin

Di encama operasyona navenda wê Amedê de ya li 21 bajaran bi ser malan de hate girtin, 11 rojnameger hatin binçavkirin.

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane û îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amed de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Polîsan li Amed,  Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê bi ser bi dehan mal û kargehan de girt. Di serdegirtinan de hinek pirtûk û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Adurrahman Gok, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, edîtora JINNEWS’ê Berîtan Canozer, rojnameger Salih Keleş, Remzî Akkaya, Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barût hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku dê rojnamegerên bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin bibin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.