spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî komeleyên çand û hunerê jî operasyon: Hunermend hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û BKM’ê de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek hunermend hatin binçavkirin.

Operasyon û serdegirtinên li dijî sazî, komele, partî û rêxistinên kurdan bê navber didomin. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Heta niha herî kêm 110 kes hatine binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînan de polîsan bi ser Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Mêrdînê û Navenda Çandê ya Baharê ya li Êlihê de girt. Di serdegirtinan de deriyên komeleyan hatin şikandin û gelek xebatkarên komeleyan û hunermend hatin binçavkirin.

Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: Devrîm Demîr, Yavûz Akkûzû, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Sûvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk û Mesût Baskin.