2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Senaryoyên şerê Çîn û DYA’yê

Doh heyeteke leşekrî ya DYA’yê çû serdana Taywanê, dema mirov bala xwe bide nerazîbûnên Çînê yên ji bo serdana Seroka Kongreya DYA’yê Nancy Pelosî , wiha xuya dike ku dê serdana vê heyta leşkerî bayê bide bin agirê di navbera Çîn û DYA’yê de û wî agirî gurtir bike.

Çînê ji dema serdana Pelosî de ango ji beriya 10 rojan de manewreyên xwe yên leşkerî li nêzî Taywanê berdewam dike.

Ji bo bersivdayîna van manewreyên Çînê Taywanê jî dest bi manewreyên leşkerî kiribû.

Di nava vê aloziya dijwar de, li Endoneziyayê bi tevlêbûna leşkerên amerîkî û yên welatên hevpeyman dest bi manewreyên leşkerî hate kirin.

Li gorî lêkolîneke Navenda Lêkolînên Stratîjîk a DYA’yê, bi zêdebûna aloziya di navbera van hêzan de dibe ku şerekî dijwar di navbera du zirhêzên cîhanê ango DYA û Çînê de derkeve. Li gorî wê lêkolînê heke şerekî wiha biqewime “wê şerekî wêranker be, zirarên mezin bide herdu welatan û dê kesek ji wan bi rengekî aşkera biser nekeve.”

Berpirsekî mezin ê Kongreya Amerîkayê, Mark Kansian der barê aloziya di navbera DYA û Çînê û senaryoyên şer de wiha dibêje:  “Heke şerek biqewime bi rêya êrîşên ezmanî û deryayî yên koalîsyona bi pêşengîya Washingtonê dê fîloya Çînê ya asmanî hilweşîne û di encamê de nêzî 150 keştî binav bibin.”

Kansian di berdewama axaftina xwe de der barê encamên şerekî muhtemel de wiha dibêje: “Ev şer dê DYA’yê bi dehên salan bi paş de vegerîne da ku bikaribe ji nû ve hêza xwe ya leşkerî ava bike, her wiha dibe ku di encamê de Rûsya û Îranê jî sûdê ji rewşa bêhêzbûnkirina DYA’yê bigirin.”

Li gorî rapora saziya lêkolînan Global Firepower  ya sala 2022’an Artêşa Amerîkayê di cîhanê de di rêza yekemîn de ye. Hejmara leşkerên wê 2 milyon û 245 hezar e. Ji bilê hejmara zêde ya fûze, tank û topan, 3750 serkên wê yên nukleerî hene.

Li gorî heman raporê Çînê jî hêza sêyemîn ya cîhanê ye, hejmara leîşkerên wê 3 milyon e, hêzên wê yên deryayî li cîhanê yekemîne, 350 serkên wê yên nukleerî hene û bi hezaran fûzeyên wê yên ku parzemînan derbas dikin hene.

Hêjayî gotinê ye ku şerê li dijî Ukraynayê jî bi vî rengî pêk hatibû. Li wir jî piştî ku nakokî di navbera Rûsya û Ukraynayê de derketin, DYA, NATO û welatên Ewropayê piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê dan xuyakirin û dijî Rûsyayê alîkariya çekan pê re kirin.  Niha jî di mijara Taywan û Çînê de dîsa DYA û hevpeymanên xwe piştgiriyê bi Taywanê re dikin.