17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15’ê Tebaxê destpêka tolgirtina hezar salan e

Gelek zagonên dagirkeriyê hene. Her zagonek hedefeke xwe heye. Ji van yek jî felçkirina îdareya civaka hatiye dagirkirin e. Qabiliyeta xwe bi rêvebirina gelê bindest hedef digire. Dixwaze vê îradeyê ji bin pê bike û gelê di nava bindestiyê de ji binî ve têk bibe. Bi rêbazên gelek zirav hatiye risandin. Gav bi gav li mejî û dilê kesên bindest tê nexşandin. Piştî hat nexşandin jî ji holê rakirina wê gelek zehmet e. Di encama vê pêvajoyê de civak tê kolekirin.

Civaka hatî kolekirin jî êdî ji dest û piyan dikeve. Bêmecal û reben dibe. Li hemberî dagirker tirs û xofek mezin dikeve dilê koleyan. Serê wî/wê berjêr dibe. Tu car nikare û newêre rasterast li çavên dagirkeran binêre. Dema ku dagirkeran dibîne bînahiya çavên wî/wê diçe û tarî dibe. Lingên wî/wê dilerizin, qidûmên wî/wê dişkin. Dagirkerên herî lawaz jî wekî hutekî li ber çavên wî/wê xuya dike. Çermê dagirker li ber çavên koleyî mîna hêsin xuya dike. Ne kevir, ne dar ne jî gule lê tesîr dike. Îtîrazkirin li aliyekî, bêîteatkirina li hemberî dagirkeran jî wekî mehşer û qiyameta xwe dibîne.

Dema bi dagirker re diaxive zimanê wî dilerize, rista hevokên wî belav dibe û bêzar dimîne. Xwêdanek sar û cemidî li stûyê wî/wê çê dibe û dilop dilop di pişta wî/wê de dadikeve jêr. Wekî sewala li ber kêra qesab bêçare li piyên xwe dinêre. Dizane ku li ber kêrê ye. Dixwaze lingên wî/wê hereket bikin û wî xilas bikin lê lingên wî/wê ji cih nahejin. Li hêviya hêzek pîroz dimîne ku bê wî/wê rizgar bike lê ev hêvî bêhûde ye. Ji ber ku mejî bi tirsê hatiye dagirkirin. Hakîmiyeta wî li ser bedenê nema ye. Nikare fermanê bide lingan an jî lebatek din a bedena xwe. Ji ber ku êdî ew beden ne ya wî/wê ye. Ji hêla dagirker ve hatiye dagirkirin. Mejiyê wî/wê bi tirs û xofê hatiye zeftkirin. Tenê fermanên dagirker dibihîse û bicih tîne. Ji bilî wê tu ferman û gotinên din nabihîse û qebûl nake.

Dema ev pêvajo heta demek dirêj bidome, vedigere emilandin û vedigerin çandê. Ev çanda bindestî û koletiyê ye. Êdî dagirker nebîne jî kole heman tiştan hîs dike û bi heman awayî tevdigere. Li malê, li zeviyê, li kolanê… Bênavber gotinên dagirkerên wekî, “tu kêrnehatî yî”, “tu nikarî bi serê xwe bijî”, “tu nikarî serbikevî”, “tu nikarî bibî leşkerek serkeftî”, “tu nikarî bibî artêş”, “tu nikarî bibî rêxistin”, “tu nikarî bibî bijîşk, şaredar, mamoste, parlementer, serok, rêber…” di serê wî/wê de deng vedidin.

Di encama van de peyama, “tu nikarî pirsgirêkên xwe çareser bikî û xwe bi rêve bibî” di mejiyê kole de tê bicihkirin. Gelek nikare xwe bi rêve bibe, hingê divê ji hêla hêzek din ve bê bi rêvebirin. Bêguman ev hêz jî dagirker in. Piştî ev qereqol, tirs û xof di mejî û dilê gelê kole de hat bicihkirin, hemû hezkirin û baweriya li hemberî xwe winda dike. Dikeve asta sewalek kor, ker û lal. Dikeve li ber însaf û wijdana dagirkeran. Mîna pêlîstokekê lê tê kirin. Bi demê re bawer dike ku bi rastî jî “kêrnehatî, reben, lawaz û bêhiş” e.

Dema koleyî ji vê polîtîkaya dagirkeran bawer kir, vêya bi zarokên xwe jî dide bawerkirin. Hemû kurdan ji bav, kal, dayik û derdora xwe gotinên wiha bihîstine; “Kurd nikarin bibin tiştek”, “Kurd bibin dewlet dê di du rojan de hev bixwin”, “Serederî bi dewletê nayê kirin”. Kole êdî bi awayekî otomatîk hewl dide bi van gotinên dagirkeran piştrast bibe. Hemû mijarên neyînî wekî piştrastikirina vê hişmendiya dijmin di mejî de cih kiriye, bikar bîne. Dagirker ji bîr dike lê koleyên xwîşk û birayên xwe sûcdar dike. Di pirsgirêka herî biçûk de jî, “Binêrin tiştek ji kurdan dernakeve” dubare dike. Ev rêzik wekî çandekê ji nifşekê derbasî nifşeke din dibe.

Ev nexweşî û felaketa herî mezin a tê serê gelekî ye. Wekî penceşêrê ye. Xilasiya ji vê nexweşiyê gelek zehmet e. Wêrekiyek mezin û bedelên giran dixwaze. Hişmendiyeke qewî, dilek mezin, îradeyeke bêhempa, hezkirin û fedakariya dîrokê dixwaze. Sebir, têkoşîn û berxwedanê dixwaze. 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd gavek serî hildana li hemberî vê hişmendiyê ye. Ango bi gotina gelemperî, “Guleya yekemîn” a li dijî tirs û xofa dagirkeran di mejiyê gelê kurd de bi cih kiriye. Têkbirina qereqola tirsê ya dagirkeran di dilê gelê kurd de avakiriye. Teqandina baregehên dijmîn di binhişê gelê Kurdistanê de saz kiriye. Bi gotinek din guleya destpêkê ya tolgirtina hezaran salî ye.

Tevgera Azadiyê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Şemzînan û Dihê derket li hemberî dijmin. Li rûyê dagirker nêrî û sîleya ku dîrokê diguherîne li rûyê wî yê qirêj û kirêt xist. Guleya ji devê tivinga mor derketî li eniya dagirker xist. Bi şûrê şoreşa Kurdistanê yê tûj dest û lingên dagirker ên axa pîroz qirêj kirîn, jê kir û avêt. Ew dagirkerê li ber çavan wekî hutan, ew dagirkerê bi heybet, tirs û xof li derdorê belav dikir, ew dagirkerê dar, kevir, kêr, xencer û gule tê de nediçû, ew dagirkerê hêsin bi sîleya gêrîla û guleya yekemîn wekî şêrek ji kaxezê li erdê dirêj bû û ber bi bayê ket.

Gêrîla bi vîna dîrokî li gelê kurd vegeriya û peyama, “binêrin ew jî ji goşt û xwînê pêk tên”, “ne hût in û ne jî ji hêsin pêk tên”, “ne bi aqiltir, ne wêrektir, ne bi hêztir û ne jî egîdtir in” da gelê Kurdistanê. Gelê Kurdistanê ku ev rastî bi çavên xwe dît, li derdora Egîd û lehengên Kurdistanê bûn xelek. Qereqolên di mejiyan de hatine avakirin bi dengê guleya yekemîn pêşiyê li Şemzînan û Dihê piştre li hemû gund, navçe û bajarên Kurdistanê yek bi yek têk çûn. Mejiyê kurdan ê di bin dagirkeriyê de ji azadiyê re vebû, dengê wî/wê yê dilerize vegeriya tîlîliyên mejiyê dijmîn qul dike, serê wî bilind bû û destên wî yên li pêşiya wî bûne kemend vegeriyan nîşaneya serkeftinê.

Felsefeya, “Berxwedan Jiyan e” ya 14’ê Tîrmehê bi 15’ê Tebaxê vegeriya destana jiyanek nû û tolgirtina hezar salî. Fermandarê mezin û nemir Egîd bû sembola nifşek bêtirs, xwedî hezkirin, wêrek, fedakar û fedayî. Dagirker ev pêncî sal in hewl dide qereqolên tirs û xofê li ser piyan bigirin lê her roj dîwareke wan tê hilweşandin. Egîd û Zîlanên Kurdistanê li çar aliyên welat doza azadkirin û parastina axa pîroz dimeşînin. Tirsa di dilê dagirkeran de her kêliyê mezin dikin.

Ji bo wê ligel hemû êrîş, komkujî, zilm û zordariya dagirkeran jî gelê kurd li ser şopa Egîdên xwe dimeşe. Rêxistinan ava dikin, artêşan ava dikin, saziyan ava dikin û xwe bi rêve dibin. Hemû teoriyên dagirkeran bi kurdan dayîn qebûlkirin, yeko yeko serobino dikin û wekî lehiyekê riya azadiyê vedikin. Heta tola hezar salî bi awayek binecih bê girtin jî dê ev meşa pîroz berdewam bike û bi azadî û rizgariyê tacîdar bibe.

15’ê Tebaxê li hemû gelê kurd û têkoşerên Kurdistanê pîroz be…