28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

13 roj in avê nadin girtiyê nexweş

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ku 13 roj in di hucreyê de tê girtin û avê nadin wî anî ziman ku 24 saetan wî dişopînin.

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in girtî ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê kirin û pêkanînên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” lê ferz kirin. Tuzun ê ev pêkanîn qebûl nekirin ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û ew xistin hucreya yekkesî. Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 13 roj in di hucreyê de tê ragirtin û avê nadin wî. Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir.

Tuzun ku nexweşiyên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene bi rêya malbatê neheqiyên lê tê kirin vegot.

13 roj in avê nadin wî

Tuzun anî ziman ku ji ber pîvanên wan qebûl nekirine lêgerîn li ser wî ferz kirine û derb kirine û wiha got: “13 roj in ez avêtime yek hucreyê. Rojê 23 saetan di hucreyê de me û tenê saetekê min derdixin hewşê. Min 24 saetan dişopînin. Her saetê carekê tên min kontrol dikin. Avê nadin min. Ava vexwarinê ez ji kantînê dikirim. Midûrê girtîgehê gefa “Ev nokteya te ya dawî ye. Ji vir û wêde cihê tu biçe tune” li min xwar. Bi ser odeyê de digirin. Cilên min tevan belav dikin. Tundiyê dikin.”

Tuzun banga hestiyariyê kir û xwest her kes li dijî vê yekê hişyar tev bigerin.