11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em dixwazin cîhanê bi rastiyê bihisînin’

Hevserokê CDK-Ge Îbrahîm Yuksel li ser armanca çalakiyê ya pêş NY’ê rawestiya û wiha got: “Hemû nûnerên cîhanê tên li vir kom dibin. Ji bo ku em gelê cîhanê bi tecrîda li ser Rêberê Kurdan tê meşandin bihisînin em li vir çalakiyê pêk tînin.” 

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de her roja Çarşemê didome, lehengên nemir ên  Newrozê hatin bibîranîn, vê sibehê mizgîniya ku PKK’ê ji gelê kurd û dostên wan re şand, hat silavkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Îbrahîm Yuksel

“Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kir û li çar aliye cîhanê xwedî lê hat derketin bi biryarî didome. Em çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi vî rengî silav dikin

Îbrahîm Yuksel, li ser armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Armanca çalakîya me, ji bo tecrîta li ser serokatîyê pêş dikeve bi dinyayê bidin bihîstin û dîtin. Em dixwazin dinya vê rastiya tecrîdê bibîne. Em dixwazin ku gelê cîhanê zanibe nêzîkatiya rejîma dewleta tirk li dijî Serokê me çawa ye. Dîsa nêzîkatiya dewleta tirk a li hemberî gelé kurd çiye hemû alem bibîne. Em dixwazin bi vê çalakiyê gelên dinyayê pê bihisînin.

Yuksel, daxwazên xwe yên di çalakiyê de jî anî ziman û wiha axivî: “Di vê çalakiyê de em dixwazin berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd bi awayekî fizîkî azad bibe. Em azadiya Serokatiya xwe û statuya Kurdistanê dixwazin. Em dixwazin bi van çayakiyan daxwaza gelê kurd ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.

Yuksel, armanca çalakiyê ya li pêş Neteweyên Yekbûyî  (NY) jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Li vê qadê em bi kesên ji her qad û dewletên cîhanê re dikevin têkiliyê. Em dixwazin li vir terora li ser gelê kurd tê meşandin bi gelê cîhanê re parve bikin. Em dixwazin zilma ku dewlet li kurdan dike û têkoşîna gelê kurd a li dijî zilmê li vê qadê bi hemû kesên ji welatên cuda tên vir re parve bikin û belav bikin. Sedema çalakîya li pêy NY’ê ji ber ku nûnertiya hemû welatên cîhanê li vir e. Em bi vê rêyê tenê bang li NY’ê nakin. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin. Em bang li Yekîtiya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT dikin. Ji ber ku di komploya li dijî Serokê me de rola tevan girîng e. Hemû sazî û rêxistinên navborî di komployê de xwedî rol in. CPT erka xwe pék nayne. Şeré li ser gelé Kurd dimeşe tev bi alikarîya nûnerên NY’ê dimeşe.

Yuksel anî ziman ku Tirkiye hemû teknîka xwe, aborîya xwe, çekên xwe bi rêya van hêzên NY’yê bi dest dixe û wiha pêde çû: “Eger ev hêzên navdewletî û yên ewropa nebûna, dê zûda ev pirsgirêka kurd çareser bûbûya.”

Yuksel, bal kişand ser kesên tev li çalakiyê dibin û ev agahî dan: “Kurdên li Cenevreyê tev li van çalakiyan dibin. Hin caran kesên Belûcî jî tev li çalakiya me dibin. Hin caran sosyalîstên tirk jî tev li çalakiyên me dibin.

Yuksel, herî dawî bal kişand ser dema çalakiyê û wiha got: “Me biryar daye ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyên me jî bidome. Kengî Serokê Gelê Kurd bi awayekî fizîkî azad bû em ê wê demê dawî li çalakiya xwe bînin. Em ê ji niha û şûnde çalakiyên xwe bêtir bi girseyî û xurttir bidomînin. Em ê heta dawî têbikoşin.