9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Kûrşûn hat birîn

Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Çetîn Kûrşûn, bi sûcdariya ku damezrînerê sîteya bi navê Ciwannewsê bûye derbarê wî de doz hatibû vekirin û bi angaşta “Propagandaya rêxistinê ya li ser hev” 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Dadgeha îstînafê ya 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ev ceza xera kiribû û xwestibû ku Kûrşûn bi angaşta “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” bê darizandin. Danişîna 3’yemîn a darizandina ku jinûve dest pê kir, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin. Kûrşûn û parêzerê wî tev li danişînê nebûn.

Di danişîna ku ewraqên hatibûn lê hatin xwendin de dozger xwest ku Kûrşûn bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ji sînorê herî jor bê cezakirin.

Dadgeha ku biryara xwe aşkere kir, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 3 meh bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê girtîgehê li Kûrşûn birî.

Dadgehê di heman demê de derbarê Kûrşûn de biryara girtinê jî derxist.