6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

138 meh di ser Komkujiya Roboskê re derbas bûn

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 138’an a Komkujiya Roboskê de bertek nîşan da û wiha got: “Divê faîl bên darizandin. Heta edaletê neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê.”

Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên artêşa tirk li navçeya Roboskê ya Şirnexê welatî bombebaran kiribûn û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatibûn qetilkirin. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 138’emîn a Komkujiya Roboskê de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Roboskê, careke din teqez!” hate vekirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û got ku bi sala ye daxwaza edaletê ya xizmên qurbaniyên Roboskê nehatine bicihanîn.

‘Em ê dest ji doza xwe bernedin’

Çevîrmen, anî ziman ku li gel ku bi ser komkujiyê re sal derbas bûne jî hêj faîl tên parastin û wiha domand: “Komîsyona ji bo lêkolînkirina komkujiyê hatibû avakirin, rastî bi awayekî zelal dernexist holê. Darazê jî li şûna edaletê pêk bîne, bi necezakirinê xelat kir. Lê rastiyek heye ku weke malbat, parastvanên mafan û rêxistinên hiqûqê em ê dev ji vê dozê bernedin. Em ê her tim daxwaza edaletê bikin û her meh bangên xwe dubare bikin. Em ê bixwazin ku faîl bên diyarkirin û cezakirin. Berpirsyar nehatin darizandin û edalet pêk nehat. Tu komkujiyên ku faîlên wan peywirdarên dewletê ne, nehatine ronîkirin. Kêmek doz hatin vekirin lê ew jî ber demborînê ketin. Tu faîl nehatin darizandin û derneketin pêşberî dadger. Mexdûr ji bo edaletê li korîdorên edliyeyê geriyan û faîl jî hatin xelatkirin. Hewl didin çendek dozên mayî jî ber demborînê bixin.”

Divê hesab were pirsîn

Çevîrmen, axaftina xwe wiha qedand: “Li şûna parastina mafê jiyanê, dewlet faîlên komkujiyê diparêze. Qetilkirina zarok û ciwanên li pey debara xwe ya bi bombeyan, bo wan tu girîngiya xwe nebû. Roboskê, sembola pêşxistina pêkvejiyanê ye. An divê gavên ku wijdana xelkê Roboskê û hemû Tirkiyeyê rehet dike bên avêtin, an jî dê cihê xwe di hafîzeya qirêjî de bigirin. Tu komkujî nikarin xwe ji darizandinê rizgar bikin. Îro nebe jî sibe teqez dê hesaba wê were pirsîn û berpirsyar bên darizandin. Peywira esasî ya dewletê ne astengkirina darizandinê lê rakirina astengiyên li pêşiya wê ne. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî. Heta ku em edaletê pêk neyînin jî dê nerazên û nehêlin hûn bikarin razên.”