3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 hezar zarok kirin qurbana şerê Îsraîl-Gazzeyê

Şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Gazzeyê de ku ji 7’ê Cotmeha 2023'an de dest pê kiriye, 6 meh in didome. Heta niha 14 hezar zarokên filistinî kirin qurbana şer.

Ofîsa Medya ya hikûmeta Gazzeyê daxuyanî da û diyar kir ku di şer de heta niha 14 hezar zarokên filistînî bûne qurbana şer. Şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de, di navbera Artêşa Îsrail û Gazzeyê de dest pê kir, 165 roj in berdewam dike. Heta niha di şer de 2 hezar û 807 komkujî pêk hatine. Di êrîşên artêşa Israîlê yên li dijî Şerîda Gazzeyê de 14 hezar zarok û 9 hezar û 220 jin hatin qetilkirin. Dîsa di şer de 7 hezar kes di bin kavilên xaniyan de winda bûne. Ji destpêka şer heta niha hejmara miriyên ku gihiştine nexweşxaneyan 31 hezar û 819 kes derbas kiriye. Di şer de 73 hezar û 934 kes birîndar bûn.