spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kir

Gel li Eyn Îsa û Kobanê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyan de azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin.  

Di çarçoveya çalakiyên gelêrî yên bi boneya Newrozê de li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî ya dagirkirî Newroz pîroz kir. Li zanîngeha Kobanê û navçeya Sirînê jî agirê Newrozê geş kirin.

Bi sedan şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî ya dagirkirî li parka Jina Azad a navenda navçeyê Newroz pîroz kir. Di çalakiyê de kesayetên civakî, eşîr û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Hevseroka Meclisa Girê Spî Heza Mihemed Newroz li gelê herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku tevî têkoşîn û fedakariya mezin a avakirina jiyaneke birûmet dîsa jî hewldanên têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser didomin.

Hevseroka meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya rast a pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê ne. Bêrîvan Îsmaîl teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê bi ruhê Newrozê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û jiyana aram ji bo tevahî gelan, da.

Di çalakiyê de berhemên hunerî ji aliyê gelek komên wek koma Dayikan, koma Zemara, koma Navenda Baqî Xido ya katona Firatê ve, hatin pêşkêşkirin.

Kobanê

Bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” agirê Newrozê li navçeya Sirînê û Zanîngeha Kobanê hat pêxistin. Li navçeya Sirîn a Kobanê şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê bi amadebûna bi sedan kesan dest pê kir. Hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Şebo Ebdirezaq Elo axivî û got: “Em vê rojê li tevahî neteweyên herêmê û tevahî gelan pîroz dikin.”

Li Zanîngeha Kobanê bi amadebûna xwendekar û mamosteyan agirê Newrozê  hat pêxistin. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di şahiyê de axivî û ev roj li gel û Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û tevahî şervanên di çeperê şer de pîroz kir û got: “Em Newroz îsal teqez bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, dê di vê Newrozê de wê pêngaveke nû bê kirin. Em jî bi rihê neteweya demokratîk agirê Newrozê pîroz bikin.”