17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rabe Newroz hat: Deriyê zindanan bişkînin

DBP û DEM Partiyê haşteka Rabe Newroz hat dan destpêkirin.

Navenda Giştî ya DBP’ê û DEM Partiyê bi dirûşma #RabeNewrozHat û #NewrozPîrozBe dest bi haşteka Newrozê kir. DBP’ê di haştekê de ji bo deriyê zindanan vekin, tecrîdê bişkînin û girtiyan azad bikin banga tevlêbûna Newroza Amedê li her kesî kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di haşteqa #RabeNeqrozHat de wiha got: “21’ê Adarê em ê li Newroza Amedê bibin dilek, bibin ruhek.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di haştekê de banga tevlêbûna Newrozê kir û got: “Ji bo em Newroza Amedê bêtir geş bikin em her yek bibin çirûskek û Newrozê pîroz bikin. Newroz Pîroz be. Rabe girtiyan rizgar bike. Dem dema serkeftin û azadiyê ye. #NewrozPirozBe, #Newroz2024

Navenda Meclisa Jinan a DBP’ê jî di haştekê de bang kir û got: #RabeNewrozHat, rabe deriyê zindanan bişikîne, rabe tecrîdê têk bibe, rabe girtiyan rizgar bike. DEM dema te ye.

Meclisa Jinan a DEM Partiyê de di haştekê de wiha got: “Ji 8’ê Adarê heta Newrozê dem DEM’a Azadiyê ye. Rabe DEMa Jin Jiyan Azadiyê ye” #RabeNewrozHat

Siyasetmedar û Parêzer Ebru Gunay jî got: “Çar aliyê Kurdistanê li benda te ye Amed, çavê Qamişlo, Mehabad, Hewlêr, Akrê li ser te ye.  #RabeNewrozHat, rabe agirê azadiyê gur bike.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren jî bang kir û got: “#RabeNewrozHat, rabe deriyê zindanan bişikîne, rabe tecrîdê têk bibe, rabe girtiyan rizgar bike. DEM dema te ye.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar: #RabeNewrozHat, Rabe DEM Hat, dem dema te ye, dem dema geşkirina agirê Newrozê ye. Were em bi hev re li Amedê cardin dîrokê binivîsin cardin dengê çareserî û azadiyê bilind bikin.

#RabeNewrozHat

#WurzeNewrozAme