5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KASED’ê agirê Newrozê di qonaxa dîrokî de geş kir

KASED'ê beriya Newrozê li qonaxa dîrokî ya hundirê Sûrîçî şahiyek li dar xist û agirê Newrozê geş kir.

Komeleya Jin Çand Huner û Wêjeyê (KASED) li Sakli Konakê ya Navçeya Sûra Amedê bi şahiyekê Newroza 2024’an pîroz kir. Namzetên hevşaredariyê, Tevgara Jinên Azad (TJA), nivîskar û rewşenbîr, xebatkarên çand û hunerê û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta “Newroz pîroz be” vekirin.

Seroka KASED’ê Salîha Ayata, bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî. Ayatayê bibîr xist ku destûr nayê dayin ku kurd bi kincên xwe yên kurdî jî tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û got ku gelek caran çalakiyên çand û hunerî hatine qedexekirin. Ayatayê biplêv kir ku dê kincên kurdî yên resen pêşkêş bikin û got ku dê li dijî zext û astengiyan çanda kurdî bi ruh û can bikin.

Piştî axaftinan ewilî Koma Erbaneyê ya Komeleya Dîcle Firatê derket ser dikê. Paşê danasîna cil û bergên kurdî yên jin û mêran hat kirin.

Piştî danasîna cil û bergên kurdî aktivîstên TJA’yê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”yê agirê Newrozê geş kirin. Gava agir vêxistin beşdaran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin

Piştî vêxistina gir hunermend Hûriye Ahûzar, Hediye Kalkan û Mizgîn Tûran derketin ser dikê. Di dema stranan de govend hat gerandin û dirûşmeyaên “Bijî berxwedanan zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.