2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema Newroza Azadiyê ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Newroza îsal wê bibe dengê azadiya Abdullah Ocalan û ev bang kir: “Werin bi têkoşîneke hevpar vê pergalê hilweşînin. Bi hev re xwe û rêberê xwe azad bikin.”

Newroz a ku ji bo gelen Mezopotamyayê destpêka biharê û mizgîniya nûbûnê ye, di şexsê kurdan de bûye  agirê berxwedana sedan salan. Gelê kurd di dîrokê de li hemberî serwer, mêtinger, dagirker û qirkeran; têkoşîn û berdêlên mezin daye. Rêber Abdullah Ocalan bi gotina “Şerê me tu carî ne li hemberî nijad, dîn, mezheb an jî koman bû û wê nebe jî. Şerê me li hemberî pêkutiyan, nezanî, neheqî, paşvehiştin û li hemberî her cure zext û zoriyan bûye” şerê kurdan pênase kiriye.

Newroz, tê wateya zayîn û jiyaneke nû. Çirûska siberojeke azad e. Îro di serî de gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê xwe di vê rojê de dibînin. Xwedî lê derdikevin û pîroz dikin. Newroz di heman demê de tê wateya têkoşîna gerdûnî ya li dijî feraseta dewleta faşîst, tekparêz, nijadperest û zayendperest.

Meşaleya ku bûye sembola têkoşîna Kawayê Hesinkar ê ku li dijî Dehaq têkoşiyaye, piştî sedan salan li Zindana Amedê ya ku tarîtiyeke şevereş, xerabî û êşkence lê hebû di destê Mazlûm Dogan de pêketiye û ev agir hê jî didome. Meşaleya azadiyê ya ku Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel bilind kirine, rêya hebûnê nîşanî gelê kurd daye; Newroz kiriye Newroz û gelê kurd jî kiriye gelê Newrozê.

Gelê kurd Newroza 2024’an bi vê berxwedan û baweriyê pêşwazî dike. Gelê kurd ê ku qadan dikin kongreya gelan û îradeya xwe nîşan dide, wê Newroza îsal veguherîne agirê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka kurdan re çareseriya siyasî.”

Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ê ku paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze li hemû dinyayê belav bûye û tê qebûlkirin, di heman demê de azadiya kurdan û ya hemû gelan e. Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in di bin pergala îşkenceya Îmraliyê de ye, di her hevdîtinên xwe de rêya aştiyeke bi rûmet nîşan daye, diyar kiriye ku ji bo çareseriyê amade ye ku her cure berpirsyariyê bigirie ser xwe. Lê bi agahînestendina mutleq re di bin tecrîdeke giran de tê girtin û tê xwestin ku têkiliya wî ya bi dinyayê re were qutkirin. Ji ber vê sedemê, gelê kurd bi bawerî, biryardarî, îrade û israr dê qadên Newrozê bike qadên ku tecrîdê parçe bike, azadiya fîzîkî ya Ocalan mîsoger bike. Newroz bi qasî ku berxwedan û azadî ye; yekitî û yekbûn e jî. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê dinyayê daxwaza herî sereke û xeyala herî bi qîmet, yekitiya neteweyî ye. Di nav şertên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ku Rojhilata Navîn û dinya ji nû ve tê dîzaynkirin û gelek krîz û firsend tê de hene; kurd xwedî berpirsyar in ku di bin vê qirkirinê de yekitiyê pêk bînin û li dijî îxanet û hevkariyê helwestê nîşan bidin.

Pêngava azadiyê ku di 10’ê Cotmehê de di salvegera komploya navneteweyî de hatibû destpêkirin, di meha mijdarê de heta Gemlîkê çûbû, di 1-15’ê Sibatê de li bajarên bakurê Kurdistanê geriyabû. Gelê kurd dê bi hêza ku ji qadên 8’ê Adarê stend di Newrozê de derbasî qonaxeke nû bike. Kurd îro bi ruhê berxwedanê ber bi Newroza azadiyê ve diçin, hemû bajar, navçe, tax û gundên Kurdistanê di serî de li her derê bi şîara “Rabe, Dema Azadî û Serkeftinê ye” wê Newrozê pîroz bikin. Wê agirê pêşîn ê îsal ê Newrozê  di 15’ê Adarê de li Depê ku warê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan e ku tarîtiya serdemekê bi sê darikê niftikê ronî kir û ji rêya gelê kurd re bûye ronahî hat pêxistin. Di heman rojê de li ser bircên Amedê û Kadîfekaleya Îzmîrê yên ku bi Newrozê re bûne sembol, wê agir werin pêxistin. Di rojên piştî wê jî li bajarên wekî Wan, Êlih, Şirnex, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û di 21’ê Adarê de jî em ê li Amedê tacîdar bikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk pirsên me bersivand.

Tu dikare hinekî ji bo gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn qala girîngî û wateya Newrozê bikî?

Newroz her çiqas ji bo gelên Rojhilata Navîn wekî cejna pêşwazîkirina biharê hatibe pîrozkirin jî ev yek helbet ji bo serdestan wisa ye lê ji bo me û gelên bindest roja têkoşînê ye, roja berxwedan û serhildanê ye. Bi taybetî jî ji bo gelê kurd nasnameya neteweyî ye ji ber vê yekê dema gelê kurd Newrozê pîroz dikin bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi klama û stranên kurdî pîroz dikin û qadên Newrozê bi reng û dengê kurdî dixemlînin. Ji ber vê yekê hewl dan ku naveroka Newrozê vala bikin, Newrozê kirin “nevruz”, tîpa “w” qedexe kirin. Ev hewldan jî baş nişan dide ku ên ku xwedî li Dehaq derdikevin jî hene, yên ku nahêlin agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye vemire jî hene. Gelê kurd nahêle ev agir vemire. Ev agirê azadiyê dê her tim geş bibe.

Ferqa Agirê Newroza ku Kawayê Hesinkan pêxist û Kawayê hemdem Mazlum Dogan pêxist çi ye?

Ferqa nava wan tenê dem e, Kawayê Hesinkar bi kuştina Dehaq dawî li tarîtiya bi hezar salan anî, Kawayê hemdem Mazlum Dogan jî bi çalakiya xwe ji zext û zordariya li zindanan re bû bersiv. Rêya têkoşîna azadiyê vekir û bû dengê doza gelê kurd a azadiyê. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan berdewamiya Kawayê Hesinkar e û hev temam dikin. Mazlum Dogan nehişt ku agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye vemire.

Li bircên Surê Amedê Zekiye Alkan, li keleha Qedîfekaleyê Rahşan Demîrel ruh û wateyek çawa dan Newrozê. Mîsyonek çawa li Newrozê bar kirin?

Berî her tiştî Zekiye û Rehşanê girîngiya rol û misyona pêşengtiya jina kurd a têkoşina azadiyê de careke din li ber çavan raxistin ku li ser şopa têkoşîna wan îro Arin Mîrkan û Jîna Eminî bûne sembola têkoşîna azadiya jinên cîhanê. Lê hêla dinê nişan dan ku derfet çi dibin bila bibin bi her awayî divê agirê Newrozê bê pêxistin. Peyama wan ew bû ku wê nehêlin agirê Newrozê vemire. Rehşan li kelaha Qedîfekaleyê li dijî zilm û zordariya li Kurdistanê bû çirûsk û Îzmîr kir warê doza xwe. Zekiye li bircin Amedê wateya Newrozê ya dîrokî ji nû ve nivîsand da ku neyê jibîrkirin.

Newroz di salên 90’î de li Kurdistanê bi serhildanên Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Kerboran û Amedê pêngav û ruhek di nava gelê kurd de dan avakirin.  Ferqa ruhê Newrozên 90’î û niha çi ye?

Di salên 90’î de qadên Newrozê qadên serhildan û berxwedanê bûn li dijî zilm û zordariyê bertek bû, têkoşîn bû. Ev ruh îro hêz dide me ku em têkoşîna xwe di her warê jiyanê de bidomînin. Di heman demÊ rêya siyasetê jî vekir ku îro gelê kurd di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî roleke girîng e. Îro li ser şopa têkoşîna salên 90’î qadên Newrozê bûne qadên peyam dayînê. Îro ligel astengiyan em li gor dilê xwe bernameyên Newrozê amade dikin. Helbet ev bi berdelên giran ên salên 90’i hatiye vê astê.

Ji 2013’an û şûnde piştî peyama Rêber Ocalan di Newrozê de hat xwendin û şûnde ruh û tevlêbûna Newroza Amedê hat guhertin. Girîngî û wateya Newroza 2013’an çi bû?

Wateya herî girîng ew bû ku birêz Ocalan nişan da ku aştiyeke bi rûmet pêkan e. Bandora peyama birêz Ocalan di her warê jiyanê de bandora xwe nişan da, ên ku aştiyê bi buhayê guleyan dipîvin dîtin ku qiymeta aştiyê bi ti tiştekî nayê pîvandin. Ên ku civakê bi krîzên pir alî re rû bi rû hêştin bûn şahide bandora birêz Ocalan a li ser civakê û girîngiya vê yekê. Di Newroza 2013’an de hêviya aştiyeke bi rûmet li dor agirê Newrozê geş bû. Çawa ku di salên 90’î de qadên Newrozê qadên serhildan û berxwedanê bû di encama vê yekê de di 2013’an de jî bu qadên hêvî  û daxwaza aştî û çareseriyê.

Girîngî û wateya Newroza îsal li gorî salên borî çi ye?

Weke ku tê zanîn me ji milê Qers û Wanê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan meşa azadiyê li dar xist. Girtiyên siyasî yên ku di zindana de ne greva birçîbûnê dan destpêkirin, dayik di nobeta edalatê de ne. Ji ber vê yekê qadan Newrozê wê bibin dengê azadiya birêz Ocalan, bibin dengê daxwaza dayikan, bibin dengê berxwedana zindanan wê bibin dengê rêhevalên Kawayê hemdem Mazlum Dogan. Peyama herî girîng a Newroza 2024’an wê ev be. Elbet wê bi bîranina Rehşan, Zekiye, Sema, Ronahî û Bêritanan agirê Newrozê geştir bibe. Wê Kurdistan bi yek dilî bibe dengê doza Kurdistanê.

Li hêla dinê di vê serdema ku em ber bi hilbijartinê ve diçin de wê ruhê Newrozê hêz bide me ku gelê kurd li dijî qeyûman xwedî li îradeya xwe derkeve û qeyûman bişîne Enqereyê. Di Newrozê de gelê me wê peyameke wisa bi bandor bide ku ti kes careke din nikaribe destdirêjî îradeya vî gelî bike. Îro êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û herêma Kurdistanê bênavber didomin. Ev êrîş li dijî rêxistin û partiyên kurd pêk nayên, ev êrîş yekser li dijî gelê kurd, li dijî destkeftiyên gelê kurd pêk tên. Ji ber vê yekê wê qadên Newrozê bibin qadên daxwaz û avakirina yekitiya gelê kurd.

Her sal Newroza Amedê bi tevlêbûna milyonan tê pîrozkirin. Çima Newroza Amedê ew qas girîng e. Çima çavê hemû Tirkiye û cîhanê li ser Newroza Amedê ye?

Rol û mîsyoneka Amedê ya dîrokî heye, Amed deng û dilê Kurdistanê ye, ji ber vê yekê wê çav û guhê her kesî li Amedê be, peyam û daxwazên ku li Amedê bên bilêvkirin di heman demê de peyam û daxwaza gelê kurd û Kurdistanê be. Yên ku dixwazin helwesta gelê kurd hîn bibin wê helbet bala xwe bidin Amedê.

Banga we ji bo gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo Newrozê çi ye?

Banga me ew e ku bi awayeke girseyî beşdarî Newroza ku em ê bi şiara “Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye” pîroz bikin li dijî tecrîdê bibin dengê azadiyê, denge berxwedana zindanan. Em bang li partî, sazî û rêxistinên kurd dikin ku guh bidin daxwaza gelê me, bi beşdariyeke girseyî li dijî dagirkeriyê bibin dengê yekitiyê. Banga me li gelên Tirkiyeyê li hêzên demokrasiyê ew e ku werin li qadên Newrozê li dijî faşîzm û yekperestiyê bibin dengê pir rengiyê, dengê aştî û azadiyê da ku bi têkoşîneke hevpar vê pergalê hilweşînin. Werin em bi hev re xwe û rêberê xwe azad bikin.

Berdan Ozturk kî ye?

Di sala 1980’yî de li Agiriyê ji dayik bûye. Piştî ku ji Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê mezûn bû, li Zanîngeha Londonê li ser Hakem û Hiqûqa Bazirganî ya Navneteweyî bawernameya masterê girt. Di xebatên MEYA-DER û ÎHD’ê de çalak xebitî. Di hezîrana 2015’an de bû parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê. Di Kongreya 8’mîn a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a 2018’an de bû Hevserokê KCD’ê. Hevserokê niha yê KCD’ê Berdan Ozturk di hilbijartinên giştî yên sala 2023’an de wekî parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Amedê hate hilbijartin. Piştî ku Partiya Çepên Kesk navê xwe wek Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) guhert, Ozturk wek hevberdevkê Komîsyona Karên Derve ya partiyê hat hilbijartin. Ozturk di heman demê de endamê Komîsyona Karên Derve ya TBMM’ê ye û ji sala 2023’yan vir ve endamê Konseya Ewropayê ya Meclîsa Parlamenteran e. Ozturk di asta herî bilind de bi zimanên kurdî, îngilîzî û tirkî dizane.