2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raporên NY’ê nivîskî dimîne venaguhere pratîkê

Ji çileya 2018’an heta adara 2024’an, hemû sernavê nûçeyên di ajans, TV, radyo, rojname û malperên civakî ên kurdistanî de, êrîş û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Sûriye veguheriye qadeke şanoyê, li vir her hêzeke leşkerî dikare bi awayekî rihet bê bername derkeve ser dikeya wê û rola ku ji aliyê dewletan ve tê xwestin bilîze. Li vir hêz û partiyên siyasî li şûna proje û stratejiyan bo çareseriya krîza Sûriyeyê dabîn bikin, ketine bin bandoreke wiha de ku doza Sûriyeyê hemû ji bîr kirine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li vir gel, pêkhate, ol û mezhebên wê bi pêşengtiya gelê kurd û sekna jina kurd xeta sêyemîn pejirandine. Ji ber xeta sêyemîn hemû siyasetên netew-dewlet ê dijberî welêt îflas dikin, girîngiyê dide dozên gel ên dîrokî, çandî, civakî, ekolojîk, aborî û hwd. û ya herî girîng doza jinan digihîne lûtkeyê û ev tekez kiriye ku kuştina jinekê doza jinan nakuje. Kuştina kurdekê/î doza gelê kurd nakuje û ev ji bo hemû gelên êşa qirkirin, dagirkerî, koçberî û penaberiyê jiyane derbasdar e. Ji lewra li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li warê modela hevjiyana azad ku jin û mêr bi hev re dijîn, dixebitin û bi hev re biryarên çarenûsî ên der barê pêşeroja gel û herêma xwe de didin, pêşberî çavên dinyayê êrîş çêdibin.

NY cesaret nake bidarizîne 

Sernavê nûçeyên di ajans, TV, radyo, rojname û malperên civakî ên kurdistanî ji çileya 2018’an ve heta adara 2024’an de ew e êrîş û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Di van salan de dibe bi hezaran êrîşên bejahî û hewayî çêbûne, biqasî wê jî jin, zarok û mêr û kalmêr û pîrejin bûne qurbanî. Her roj gel li ser bûyerên bi êş çavên xwe vedikin, bi dîtina her nûçeyekê re ji van herêman ev gotin tê kirin ku ‘Qey cîhan kor e, nabîne, nabihîse?’ Lê ev pirsnîşanên di hişê her kesê/î de çêdibe, Netewên Yekbûyî (NY) bi dayina raporên ji rêzê ku tenê nivîskî dimîne û venaguhere pratîk piştrast dike. NY dibêje ku li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî binpêkirin hene, dibêje jî ku dewleta tirk ne tamaşevan e berpirsiyarê van êrîşan e. Dema dewleta tirk çekan ji NATO tevî çiraya kesk bo êrîşan digire, qey nizanin ku ew jî ne tenê tamaşevan dibin berpirsiyar û hevkar jî. NY bi awayekî zelal di raporên xwe de vê yekê nabêje ku kê sûc kiriye, divê di çi şert û mercê de be were darizandin û ceza lê were birîn. Tevî ku ji erka wê de jî vê yekê bêje, lê cesaret nake. Mixabin heta di sazî û rêxistinên parastina mafê mirovan de tiştekî bi navê parastin tune ye, maf nas nakin û mirov li wê derê tên kuştin, revandin, di bin girtîgehan de hestiyên wan dirizin, di bîrên avê de wan difetisînin û bûyerên hişê însanan ranake li van mirovan dibe. Baş e! Wê demê wexta ku NY daxwaz nake ev kes hêz û kî çi dibe bila bibe yên sûc kirine, werin darizandin û mafê van mirovan bi cezakirina sûcdaran neyê misogerkirin, wateya rapora NY çi ye?

Baş e! NY di 13’ê adarê de careke din raportek da, ligel vegotina rewşa herêmên Sûriye yên parçe parçe bûyî ku her parçeyek ji hêla hêzekê ve tê kontrolkirin, dibêje li herêmên dagirkirî binpêkirin heye. Hikûmeta Şamê a ku projeya Rêveberiya Xweser gunehbarê parçekirina Sûriyeyê dikin, divê her kes ji vê piştrast be ku Sûriye ji destpêka kirîza wê û destwerdana hêzên derve de parçebûyî ye. Rêveberiya Xweser dikarîbû parçeyê birêve dibe, ji gelek sûcên ku niha li Idlib, parêzgeh ên di bin serweriya Hikûmeta Şamê, herêmên dagirkirî û herêmên di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam, biparêze. Bûyera herî dawî li Efrîna dagirkirî qawimî û dê nebe bûyer û sûcê herî dawî jî kuştina zarokê kurd bi nasnav Ehmed Xalid e ku ew kuştibûn û xistibûn bîra avê de, ev sûc ji hêla kesek ji Idlibê lê li Efrîna dagirkirî bicih dibe çêbûye. Ji ber van sûcan wîjdanên wan naheje gelo nakevin ferqa ku sûc kirin e, an ji ber cîhan ji wan re bêdeng e û bi dizî li çepika dixe, xwe mafdarê kuştina her jin û zarokekê dibînin? Rapora NY’ê diviyabû herî kêm pêwîstiya ku sûcdar bêceza nemînin kiriba û li pêşberî çavên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêya dadgehên navdewletî re werin darizandin, daxwaz kiriba, lê ev jî nekirin.

‘Zarokên DAIŞ’ê mexdûr dibîne!’

NY’ê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Dmeokratîk HSD berpirsiyarê parastina zarok, jin û malbatên çeteyên DAIŞ’ê dibînin. Lê ji bo çareserkirina vê dosyeyê û sivikirina barê civaka vir û Rêveberiya Xweser jî tu gavan navêje. Rêveberiya Xweser û HSD’ê îro hem gelê xwe û hem jî malbat zarok û jinên DAIŞ’ê diparêzin, bifikirin ku barekî çawa di nav rewşa ewlehiyê ya neasayî, êrîşên rojane ên dewleta tirk de hildigirin. Endama komîteyê Lynn Welchman a Netewên Yekbûyî di raporta xwe de dibêje: “Dibe ku cîhan pir bixwaze vê yekê ji bîr bike, lê pênc sal bi ser ketina Baxozê re derbas bûn, dema ku DAIŞ’ê kontrola deverên li Sûriyeyê ji dest da û dora 30 hezar zarok hîn jî di kampên binçavkirin û zindanan de an jî li navendên nûvekirinê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Ev zarok berê bûn mexdûr di serdema desthilatdariya DAIŞ’ê de, ji ber ku bi salan rastî binpêkirin û êrîşên berdewam ên mafên mirovan dihatin.” Li vir dirûtiyek din derdikeve holê ku NY zarokên bi top û balafirên dagirkerên tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kuştin û li herêmên dagirkirî bi binpêkirinan re dibînin wan wekî zarok nahesibîne! Zarokên DAIŞ’ê ên di bin parastin û ewlehiya hêzên HSD’ê de wan wekî mexdûr û zarokên ku rastî binpêkirinan di dema DAIŞ’ê de pênase dike! Ka li vir mûqayese bikin zarokên ku ji hawirdora cîhanê hatin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê Eşbal El-Xîlafa ligel Tûgaya El-Xensa destê rast ê DAIŞ ku ji jinên biyanî ên herî tundrew pêk tên ligel bavên xwe ji dehan nasnameyên cuda hatine, êrîşî gel û jinan kirin û sûc û binpêkirinê derheqê wan de kirin û terora herî rast meşandin. Ev navê mexdûriyetê li wan tê kirin? Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi binpêkirinên dewleta tirk û çeteyan re rû bi rû tên, çi ne gelo ew nakevin lîsteya zaroktiyê? Yan ew jî xeteriyê li ser xwe dibînin?

Bersiva Swêdê

Endama komîteyê ji hemû welatan daxwaz kir ku rê bidin vegera zarokên çeteyên DAIŞ’ê. Wekî bersiva yekem a piştî raporê hat ew bû ku Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand ku welatê wî dê malbatên endamên DAIŞ’ê yên swêdî ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê venegerîne. Billstrom di nameyekê de ji Ajansa France-Presse re ragihand ku hikûmeta Swêdê ji bo vegerandina zarok û jinên endamên DAIŞ’ê yên Swêdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar nake û got ku ew îhtîmala ku ev kes bibin gef li ser ewlekariya welatê wan piştî ku ew hatin vegerandin jî heye.” Baş e! Îro Swêdê li şûna dehan welatên ku hemwelatiyên wan di kampa Roj û Holê de ne, da. Swêd dibêje venagerînin, baş e wê kî barê wan rake, çawa ev dosyeya çareser bibe, çawa ev welat di aramiyê de bijî ku her kes barê xwe davêje ser Rêveberiya Xweser? Xeteriya ku Swêd jê ditirse, mafekî rewa ye lê barê xwe ranake û ji bo vegera hemwelatiyên xwe kar neke ev bêwîjdanî ye, ne biryareke asayî ye û neheqiyeke li keda ku ewqas sal Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide ye.

Gel dê çi sûdê ji rapora NY’ê bigire? 

Wekî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê sûdekî çawa ji rapora NY bigire? Gotin binpêkirin hene, çi feyde nexwestin kûjer û sûcdar werin darizandin û mafê ew mirovên dibin qurbanî were parastin? Daxwaz kirin ku hemû welat hemwelatiyên xwe yê DAIŞ’ê ji zarok, jin û çeteyan bigrin, lê bersiva yekem Swêd da. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bendewarên wê raporê ne ku bêjin dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê avakirin û di nav de dê erka wê ew be cezakirin û darizandina çeteyên DAIŞ û çeteyên ser bi dewleta tirk ve û di asta yekemîn de darizandina leşkerên tirk ên berpirsiyarê van êrîşên qirkirinê û guhertina demografiyê. Wê demê gel dê bizanibe NY li beramberî fedayîbûna 12 salan ji berxwedan û têkoşînê gavek avêt.