3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê 148 roj in Silêman Ehmed dîl girtiye

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 148 rojin agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, hêzên PDK’ê ew revandin û 148 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyanî da û got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Nûnerên Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna hikûmeta Herêmê di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de tu agahî parve nekiriye.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Herî dawî 2’yê Çileya 2024’an tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

Hevî hemû serlêdanan ên malbat û parêzeran 148 roj in agahî ji Ehmed nayê girtin.