4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin

Salîha Onkol diyar kir ku hovîtiya ku hatiye serê keça wê Ceylan Onkol ji bîra nekiriye û got: “Zarokek li ku were kuştin, mîna ku Ceylan ji nû ve hatibe kuştin tê ber çavên min.”

Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve pezê xwe diçêrand, bi guleya havanê ya ji qereqola leşkerî hatibû avêtin, hat qetilkirin. Bi ser kuştina Ceylanê re ewqas sal derbas bûn lê belê hê jî kujerek jî nehatiye dîtin û darizandin.

Li gorî nûçeya nûçegihana Mezopotamyayê Rewşan Saglam, bedena Ceylana biçûk şeş saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin, şêniyên gund bedena Ceylanê bi pelên dara berûyê pêçandibûn û malbatê hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Lê belê di raporên der barê kuştina Ceylanê de ku ji aliyê leşker û polîsan ve hatibûn amadekirin de hat îdiakirin kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire.

Serî li DMME’yê dan

Piştî salekê ango di sala 2010’an de parêzerên malbata Onkol ji bo ku biryara veşartina ser dosyayê were rakirin û hemû daxwazên wan dihatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012’an de ji bo ku lêpirsîneke bibandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek ango sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin. DMME 5 sal şûn ve di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bibandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyayê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist.

Pêvajoya tezmînatê

Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyartiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezareta Karên Navxweyî bi daxwaza 100 hezar lîre madî û 150 hezar lîre jî tazmînatê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Li ser vê dijderketinê dadgehê biryara bi giştî 283 hezar lîre ya madî û manevî ji bo malbatê were dayîn da.

Awirên Ceylanê li kujeran digere

Her çiqas 12 sal bi ser bûyerê de derbas bû jî heta niha hê jî yek faîl jî nehatiye darizandin. Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û Ceylan bû mijara gelek stran û wêneyan û pêşengehan. Her çiqas ji Meclisa Tirkiyeyê hatibe xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin jî lê bes hemû daxwaz bêbersiv man.

Wextê ku Ceylan 7 salî bûye li dibistana seretayî wêneyek wê ku ew bi tenê ye heye û ew wêne ji bîra kesî naçe. Nêrîn ango awirên Ceylanê bi wî faroniyê wê yê zer dilê bi milyonan însanan êşand. Ew wêneyê karxezalî 12 sal in di bîra her kesî de ye û ew awirên wê li bende ye ku kujer werin darizandin.

‘Min parçeyên laşê wê hembêz kirin’

Dayika Ceylanê, Salîha Onkol bi van gotinan dest bi axaftina xwe dik, “Bi ser kuştina Ceylanê re hezar jî derbas bibe, ez ê Ceylana xwe ji bîr nekim…” Piştî van gotinan, di qirika Saliha Onkol de gotin sar û asê dimînin. Lê Salîha Onkol bi dilek êşiyayî û bi jan dîsa jî qala qetilkirina keça xwe dike û dibêje, “Kêliya ku Ceylan hat qetilkirin, ez li malê bûm. Dengek hat, li ber guhê min olan da. Cîrana min qîr kir. Got, ‘tiştek ketiye nava hewyanan’. Ez rabûm û ber bi pez ve beziyam. Ez çûm û min bi çavê serê xwe dît ku bedena Ceylan parçe parçe bûye. Min bedena parçekirî hembêz kir. Parçeyên bedena wê 6 saetan li wir hat hiştin.”

‘Dengê wê ji hişê min naçe’

Onkol destnîşan kir ku heta ew sax be wê kul û kesera keça xwe ji bîra neke û wiha axivî: “Hemû gundiyên me ji Ceylanê hez dikirn. Zarokek pir jîr û serkeftî bû. Pir kêfa wê ji heywanan re dihat. Ew keça min î herî biçûk bû. Dengê wê ji hişê min naçe. Hizra ku Ceylan her tim li ba min be, her tim bi min re be heye. Dema ez hevalên wê yên di temenê wê de dibînim, carek din êş û kulên min xwe der dikin. Ez gelek xegîn dibim.”

Hezar sal jî derbas bibin

Salîha Onkol ji bo hesreta keça xwe wiha dibêje: “14 sal derbas bûn… Çawa keça min kuştin û kî wê kuşt? Divê ku heta niha kujer bihatana dîtin. Bi hezaran zarokên wek Ceylan hatin kuştin. Zarokek li ku were kuştin, mîna ku Ceylan ji nû ve hatibe kuştin tê ber çavên min. Dilê min diêşe û parçe dibe. Ez êşa wan dayikan wek êşa xwe dibînim û di dilê xwe de dijîm. Li kîjan welatî dibe bila bibe, bila êdî şer bi dawî bibin û em aştiyê dixwazin. Di şer de her tişt bi serê zarokan tê. Hezar sal jî derbas bibe ez ê Ceylana xwe ji bîr nakim û nedim jibîrkirinê.”