6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka li ser hebûna hêzên wan li Iraqê, bersiva Sudanî da

Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê ku gotibû êdî pêwîstiya Iraqê bi hebûna Koalîsyona Navnetewî ya li Iraqê nîne, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku li ser hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê li gel Bexda lihevkirine.

Medya fermî ya Iraqê duh ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek xwe de ragihandiye ku îro DAIŞ ji bo dewleta Iraqê ne gefe û êdî pêwîstiya Iraqê bi Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê hatî avakirin, nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller duh li Washington’ê di daxuyaniya çapemeniyê ya heftane de der barê hebûna hêzên Iraqê ya li Iraqê de agahiyên nû belav kir.

Matthew Miller diyar kir ku mayîna hêzên Amerîkayê li ser bang û daxwazên hikûmeta Iraqê bû, hêzên Amerîkayê erkê şêwirmendî û hevkariyê pêşkêşî hêzên Iraqê dike û wiha got: “Di meha Tebaxê de me daxuyaniyek hevbeş li gel Iraqê belav kir ku me tê de teqezî kiribû li ser vexwendina Iraqê li Bexdayê ne. Ji bo vê yekê em hewl didin ku ji bo diyarkirina çawaniya pêşxistina erkên leşkerî yên hevpeymaniyê li Iraqê, şêwirên xwe ji nû ve dest pê bikin.”

Miller destnîşan kir ku hêzên emnî yên Iraqê hêza parastina welatê xwe û rûbirûbûna bi metirsiyên re nîşan dane.

Hêjayî gotinê ye li Iraq û Suriyeyê dijî DAIŞ’ê koalîsyona navnetewî hatiye avakirin. Amerîka bi serokatiya General Matthew McFarlane serkêşiya koalîsyonê dike.