27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

145 koçber vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku 145 koçberên êzidî yên li Wargeha Bersivê-1 bi daxwaza xwe vegeriyane Şengalê.

Tevî hemû zextên bi armanca astengkirinê yên PDK’ê û êrîşên artêşa tirk jî vegeriya şengaliyan a ber bi Şengalê didome. Piştî êrîşa ku duh ji aliyê artêşa tirk ve li bajaroka Sinûnê ya Şengalê pêk hat îro jî komeke şengalî vegeriyan warên xwe.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya bernameya hikûmet a ji bo bi dawîkirina dosya koçberan de îro 145 koçberên êzidî yên li Wargeha Bersivê-1 ya Zaxoyê bi daxwaza xwe vegeriyane Şengalê.