5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amadekariyên Meşa Gemlikê didomin

Nûnerên DBP, TJA û HEDEP’ê li Erxenî û Farqînê civînên gel li dar xistin û banga beşdariya “Meşa Gemlikê” ya di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve pêk bê peyama “Rêya me rêya azadiyê ye” dan

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) dê di 18’ê mijdarê de bimeşin Gemlika Bûrsayê û “Meşa Azadiyê” li dar bixin. Nûnerên TJA û DBP’ê beriya meşê li Erxenî û Farqîna Amedê civîn li dar xistin.

Nûnerên partiyan û TJA’yê li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya navçeya Erxeniyê ya Amedê civîna gel li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” daliqandin. Di civînê de nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 22’yê kanûna 2010’an de têkildarî Girtîgeha Îmraliyê nivîsandibû, xwendin.

 Rêya azadiyê

Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di civînê de diyar kir ku agahînegirtina ji Ocalan û dijwarkirina tecrîdê nayê qebûlkirin û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Ev meş meşa azadiyê ye, ev meş meşa rakirina tecrîdê ye. Ev meş meşa çareserkirina pirsgirêka kurd e. Rêya me rêya azadiyê ye. Rêya me rêya azadkirina birêz Ocalan e.”

 Farqîn

Nûnerên partî û TJA’yê li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Navçeya Farqîna Amedê jî civîna gel li dar xistin û gelek welatî beşdar bûn. Li cihê civînê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” daliqandin.

Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaran di civînê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Birêz Ocalan 25 sal in tê tecrîdkirin. Ev tecrîd li ser hemû jiyan û civakê didome. Du sê sal in tu agahî jê nayê girtin û haya kesî ji me ji tenduristiya wî nîne. Ji bo tecrîd rabe li her devera cîhanê çalakî tên lidarxistin. Di 18’ê mijdarê de wê Meşa Azadiyê bê lidarxistin û em ê li Amedê bicivin. Divê ku her kes ji bo vê meşê bi hestiyar tevbigere û her kes li ber tecrîdê rabe.”

Welatiyan jî di civînan de nêrînên xwe anîn ziman û welatiyan destnîşan kir ku “Divê tenê tecrîd di rojeva me de be” û xwestin tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.