spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî kirin

Li navçeya Qoserê, hin kesan êrîşî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr Kaymaz ku hatibûn kuştin kirin û kêlên gorên wan şikandin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, bê rêzî li gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr Kaymaz (12) ku di 21’ê mijdara 2004’an de li ber deriyê mala xwe di encama gulebarana leşkerên tirk de hatibûn kuştin, hat kirin. Leşkeran 13 gule berî laşe Kaymaz ê 12 salî dabûn û angaşt kiribûn ku Kaymaz û bavê xwe gerîllayên PKK’ê ne.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan diyar ve êrîş li gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr ku li goristana taxa Pirîketa ya navçeyê hatiye kirin. Di êrîşê de kêlika gora Ahmet Kaymaz hatiye şikandin. Li gorî nûçeyê, êrîş du hatiye kirin û piştî ku welatiyan gorê careke din sererast kirine agahî dane malbatê.

‘Mala xelqê me ava be’

Dayika Kaymaz Makbûle Kaymaz, êrişa li dijî gora kur û hevjînê xwe şermezar kir û destnîşan kir ku pêk hatina êrîşa ya nêzî salvegerê ne tesadüf e û ev tişt got: “Ev 19 sal in ez edaletê dixwazim. Lê min edaletê nedît. Niha jî êrişî gora lawê min û hevjînê min dikin. Mala xelkê me ava be, çawa dîtine ku gor hatiye xerakirin, çûne çêkirine û paşê xeber dane me. Xwedî li Ûgûr û bavê wî derketin. Kurdan di gorên wan de jî rehet nahêlin. Lê çi dibe bila bibe em ê hesab ji faîlan bipirsin.”