13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: ‘Daraz êdî veguheriye amûrekî dîktatoran’

Parêzer Kazim Bayraktar di Doza Kobanê de diyar kir ku daraz êdî veguheriye amûrên dîktatoran û tespîta “Xencera sûîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin” û biryara mehkûmkirinê ya dadgerên Naziyan bi bîr xist.

Duyemîn danişîna 41’emîn a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Doz, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Parêzerê siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay, Kazim Bayraktar parastin kir.

Parastina xwe di bin sê sernavan de kir

Parêzer Bayraktar got ku dê parastina xwe di bin sernavên “Tirsa dîrokî”, “Armanca veşarî” û “Tacîza edlî” de bike. Bayraktar, got ku ji serdema antîk heta niha dozên siyasî her tim bûne tirsa îktîdaran. Bayraktar, anî ziman ku têgehên “Armanca veşarî” û “Tacîza edlî” jî aydê DMEM’yê ne.

‘Daraz vediguhere amûra dîktator’

Bayraktar, anî ziman ku hêzên sermayeyê zêde dibin û wiha got: “Li hemberî vê jî hejmara hejaran pir zêde dibe. Ev rewş bi xwe re çavbirçîtiya kar û qezencê û dîktatoriyê tîne. Parvekirina qezenc û çavkaniyên cîhanê bi xwe re şerên mezintir tîne. Di piştperdeya planên van parvekirinan de komkirina îktîdarê ya li yek navendê heye. Ev yek jî dike ku daraz weke amûra dîktatoran were bikaranîn. Heman tişt di dadgehên Naziyan de qewimîn. Her ku çû raye bêhtir ketin destê Hîtler. Ya balkêş ew e ku wê demê jî darazê argumanên netewetiyê û îradeya neteweyî bi kar di anîn. Vê jî kir ku rêgezên darizandinê yek bi yek tune bibin.

Heman arguman li tirkiyeyê jî tên bikaranîn

Heman sepanên serdema Almanyaya Nazî îro li Tirkiyeyê jî di meriyetê de ne. Dema netewetî dikeve pêş, hiqûq tesfiye dibe. Nûnerên îktîdarê biryarê didin bê ka çi tişt neteweyî ye yan jî nîne. Li Almanyaya Nazî ev pêvajo wiha pêş ket. Hemû biryar tenê Hîtler didan. Dadgerên payebilind jî ji hêla Hîtler û koma wî ve dihatin hilbijartin. Ev dadger êdî hatin astekî wisa ku êdî digotin; ‘Hîtler Almanya ye û Almanya Hîtler e.’ Di wê lîteratûrê de tişta girîng ne qanûn lê rêgeza pêşeng e.

Bandora ‘DMME me eleqedar nake’

Di Serdema Navîn de jî pîroztî, neteweyî û îradeya neteweyî, ol e. Papa yan jî împarator e… Ew, nûnerên xwedê yên li cîhanê ne. Pîvanên wan şûna hiqûqê digirin. Di serdema kapîtalîzmê de jî çend kesên dewletê birêve dibin in. Di çarçoveya van agahiyan de îro di navbera Dadgeha Bilind û AYM’ê de şerek heye. Dadgeha Bilind dibêje ku dê biryarên AYM’ê bi cih neyîne. Se re jî giliyê endamên wê kir. Gelek wateyên vê hene. Hinek berê xwe bidin rojên berê. Kesê herî payebilind ê dewletê ji bo biryara DMME’yê ya derheqê Demîrtaş û Kavala de got; ‘Biryara DMME’yê bi ser guhê me ve nîne.’ Çîrokeke vê heye, piştî darbeya 15’ê tîrmehê ev rejîm veguherî rejîma yekzilamî. Bi biryarname û qanûnan ev rejîm hate bicihanîn. Dema vî kesî gotî ‘biryarên DMME’yê me eleqedar nakin’, di nava darazê de jî dîzayn çêbibe. Ji wir û şûnde êdî li biryarên DMME’yê nehat guhdarîkirin.

Heta temînata hiqûqî ya endamên aym’ê jî nîne

Dema AYM’ê ji bo Enîs Berberoglû biryar da, Erdogan got; ‘Ez bi biryara AYM’ê nakim û rêzê jî bo nagirim.’ Di dema tayînên endamên Dadgeha Bilind û AYM’ê de kesên taybet ji hêla serokkomar ve jinûve hatin dîzaynkirin. Heta astekî di Dadgeha Bilind de bi ser ketin lê hêj tişta dixwazin di AYM’ê de bi dest nexistine. Dixwazin AYM jî li gorî gotina yekzilamî tevbigere. Her wiha êdî AYM jî bi biryarên DMME’yê yên derheqê parlamenteran de bi cih nayîne. AYM’ê ji bo Can Atalay biryarek da lê dadgeha herêmî ku hin kes taybet lê hatine tayînkirin bi cih ne anî û ji Dadgeha Bilind re şand. Dadgeha Bilind jî biryara destpêkirina krîzê da. Sînorê rayeya xwe derbas kir û peywira xwe binpê kir.

Li vir krîzeke darazê tune ye, daraz xistine nava krîzê. Dadgeha Bilind bi vê biryara xwe fermana yekzilamî pêk anî. Bi destê çapemeniya alîgir kampanyaya lînçkirinê hate destpêkirin. Belkî jî gef li endamên AYM’ê bên xwarin û neçarî îstîfayê bên kirin. Serokê Dadgeha Bilind axivî lê yê AYM’ê neaxivî. Dadgeha Bilind fikrên hiqûqî yên AYM’ê weke sûc qebûl kir. Gelo darazeke wiha dê li hemberî fikrên siyasî yên muxalîfan çawa tevbigere? Dikare her tiştî bike. Binêrin, temînata hiqûqî ya endamên AYM’ê jî nîne.

Li kesên hîtler rexne dikirin cezayê îdamê dihat birîn

Gelo ma niha mimkine ku AYM ji bo girtiyên doza HDP’ê biryara azadiyê bide? AYM nikare bi awayeke azad biryarê bide. Lewma me serî li DMME’yê da. Heke DMME van girtinan derhiqûqî bibîne dê çi bibe? Me dît ku em çi bikin jî DMME û AYM dê ji ber hesasiyetên îktîdarê li gorî daxwazên wê biryaran bide. Di halê hazir de îktîdar ji bo girtina muxalîfan, ji bo ezyatê, zilm û tirsandinê darazê weke amûrekî bi kar tîne. Binêrin, bi biryarên darazê yên di dadgehên Naziyan de 5 hezar kes hatin kuştin. Li kesên Hîtler rexne dikirin cezayê îdamê dihat birîn. Dadgerên ev biryar didan piştre ji Doza Edaletê hatin darizandin. Dema ceza li van hatin birîn di sedema biryarê de ev tespît hatibû kirin; ‘Xencera sûîqestker di bin cubeya dadger de hatiye veşartin.’

Ev gotin girîng e. Binêrin; şêwirmendê hiqûqê yê AKP’ê ji bo biryara AYM’ê dibêje ‘biryareke neteweyî nîne.’ Şirîkê îktîdarê Bahçelî ji bo biryarên DMME’yên derheqê Demîrtaş û Kavala de got; ‘Di wijdana neteweyî de bêhukmin. Em heqareta li dijî îradeya neteweyî û dadgehên tirk red dikin.’ Gelo hûn dibînin bê ka çiqas dişibin hincetên dadgehên Naziyan?

3 tirsên darazê

Ji damezirandina Tirkiyeyê heta niha sê tirsên bingehîn ên daraza wê hene. Yek ji wan komunîzm, yek kurd û ya din jî tirsa hesabdayînê ye. Kurd û komunîst her tim hatin darizandin û cezayên îdamê lê hatin birîn. Lê ditirsin ku ev rewş rojekê li wan vegere û hesabê bidin. Heke di darbeya 15’ê tîrmehê de îktîdar têk biçûya dê heman tişt cemaetê bikira.

Daxuyaniyên destûra wan hatiye dayîn weke sûc tên hesibandin

Hêzên îktîdarê bi xwe li vir nînin lê nûnerên wan li vir in. HDP têkoşîna siyasî li meclisê dike. Îktîdarên siyasî, muxalîfên xwe yên siyasî bi taktîkên cuda tînin pêşberî darazê. Em di darazê de qala pêşdîtinê dikin. Lê kes nizane dê di demên pêş de çi bibe. Xebatên siyasî yên HDP weke îdianame û mutalaa amade kirin. Hemû xebatên siyasî weke sûc hatin ragihandin. Heta xebatên parlamenteran jî weke sûc hatin nîşandan. Miwekîlê min weke berdevkê partiyê li ser malpera partiya xwe têkildarî geşedanan daxuyanî daye. Di axaftinên wî de banga tundiyê nîne. Bi salan berê ev axaftin kiriye. Ma dê çawa bizaniya ku dê îro ji ber wan axaftinan were darizandin? Daxuyaniyên qanûnî yên destûra wan hatiye dayîn îro weke sûc hatine nîşandan. Taktîka di şer de li dijî dijmin tê bikaranîn, îktîdar li dijî muxalîfên siyasî bi kar tîne.

Çavkaniyên xwezayî yên welêt di bin navê de xwemalîkirinê de pêşkeşî sermayedaran tên kirin. Di vê navberê de ji bo çavkaniyên li erdnîgariya kurdan weke milkê taybet ê burjuvaziya tirkan bimîne ‘ço bêhtir li ser serê kurdan tê hejandin. Her mewziya kurd bi rêya hilbijartinê bi dest dixin, dibin tirsa sermayedarên tirk. Ji ber ku ditirsin çavkanî û bazara xwe winda bikin. Yek ji mînaka herî şênber a vê tirsê jî tayînkirina qeyûman e. Bi çavbirçîtiyeke wisa êrişî çavkaniyan dikin ku li hemû şaredariyan qeyûm tayîn kirin. Ev darbeyên siyasî, yek ji mînakên herî şênber e. Em bûn şahid bê ka qeyûm van çavkaniyan çawa bi kar tînin. Dizî û talan.”

Şandeya dadgehê navber da danişînê.