13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê, Şehba û Qamişloyê çalakiyên 25′ê Mijdarê

Bi boneya 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, li Kobanê belavok hatin belavkirin, li Şehbayê daxuyanî hat dayîn û li Dêrikê pêşangehek wêneyan hat vekirin

Bi wesîleya nêzîkbûna 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, li Kobanê, Şehbayê û bajarê Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.

Kobanê

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, têkildarî 25′ê Mijdar belavok li xelkê Kobanê belav kir. Di belavokan de banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat kirin, girîngiya beşdarkirina jinan di qadên siyasî û civakê de, her wiha asta hêz, îrade û têgihştina jinan hatin destnîşankirin. Dîsa li her sê aliyên bajar pankarta “Ferqa hêza xwe be, beriya tundtujiyê jî biqêre, bêdeng nemîne” daliqand.

Şehba

Bi heman armancê nivîsgeha Rêxistina Sara ya li Şehbayê jî daxuyaniyekî da. Daxuyanî li kampa Serdemê bi amadebûna endamên Rêxistina Sara, endamên Kongra Star, jinên kantonê hat xwendin. Endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed bi zimanê erebî û endama Kongra Star Şêrîn Mihemed bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûc û tundiya li ser jinan bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin” Li Rojhilata Navîn jin bi adetên civakî hatin kolekirin û ji mafên xwe bêpar hatin hiştin. Bi qeyran û şerên jiyanê re jinan berdêlên giran didan. Li ser jinê zilm, neheqî û tundî tên kirin û bi kuştinê re rû bi rû manbûn.′′

Rêxistina Sara bal kişand ser sûcên ku dewleta aTirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan dikin û wiha domand: ′′Li herêmên dagirkirî destdirêjiya fizîkî û derûnî, kuştin, sûcên revandin, girtin, heqaret li rûmeta wê û rûreşkirin li dijî jinan têne kirin.′′

Di daxuyaniyê de îşaret bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan jî hate kirin û hate gotin: ” Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo  hatin rizgarkirin. Lê belê em ê tevahî jinên ku bi koletiyê re rû bi rû mane rizgar bikin. Azadiya jin azadiya civakê ye.”

Qamişlo

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê pêşangeheke wêneyan vekir. Pêşangeh bi dirûşma “Şoreşa jinan bi hunerê dixemile” li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê hat vekirin. 45 wêneyên balê dikişînin ser berxwedan û têkoşîna jinan di hemû qadan de û portreyên şehîdên jin, hatin pêşandan. Di merasîmê vekirina pêşangehê de endamên Kongra Star û endamên saziyên sivîl ên Dêrikê amade bûn.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişloyê Rûken Mihemed vekirina pêşangehê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir û got: “Ya ku îro me li vir kom kiriye, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan kedeke mezin da. Ji bo em xeyalê Rêbertî temam bikin me ev pêşangeh vekiriye ku balê dikişîne ser berxwedana jinan.”

Deriyê pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Şiblî, Xana Sadûn ve bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hat vekirin.